Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe

  • rojane
  • 12:02 27 Tîrmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Parêzera rojnamevan Firat Can Arslan ê hate girtin Nûray Ozdogan, diyar kir ku xala ji girtinê re kirine hincet dozger û dadgeran nagire nava xwe û anî ziman ku bi israra endamên darazê yên ku tên îdiakirin mexdûr in lêpirsîn hatiye destpêkirin.
 
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan ji ber ku nûçeya dozgerê îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû, hevjîna wî jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî û wan tayîn kirine retwet kiriye, di 25’ê tîrmehê de bi serdegirtina polîsan a li mala wî ya Enqereyê hate binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz, edîtora T24'ê Sîbel Yukler û edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek û rojnamaven Evrîm Denîz jî hatibûn binçavkirin. Hat hînkirin ku rojnamevan ji ber ku der barê dozgerê ku îdianameya 18 rojnamevanên li Amedê hatibûn binçavkirin amade kiribû û hevjîna wî endama heyeta dozê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hin parvekirin kirine û "kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nîşan dane" hatine binçavkirin. Firat Can Arslan ji heman îdiayê hate girtin, rojnamevan Delal Akyuz, Sîbel Yukler, Evrîm Kepenek û Evrîm Denîz bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Parêzer Nûray Ozdogan ku li miduriyeta polîsan û edliyeyê kirariyên rojnamevan Arslan dişopand, têkildarî girtina Arslan axivî. 
 
‘DIXWAZIN BITIRSÎNIN’ 
 
Ozdogan a anî ziman ku weke hinceta binçavkirinê xala 6’emîn a TMK’ê hatiye nîşandan, bal kişand ku dozgerê ku lêpirsîn daye destpêkirin û dozgerê ku tê îdiakirin “hedef” hatiye nîşandan beriya niha hevalên hev yên karî ne û wiha got: “Bêguman ev rewşeke awarte ye. Binçavkirina ji xala têkildar çavtirsandin e. Kesên hatine binçavkirin tê zanîn ku rojnamevaniyê dikin. Ozdogan destnîşan kir ku pêvajoya lêpirsîn û binçavkirinê ne hiqûqî ye û “bi hestên tolhildanê” hatiye kirin. 
 
‘DOZGER Û DADGERAN NAGIRE NAVA XWE’ 
 
Ozdogan, diyar kir ku rojnamevan Firat Can Arslan ê hate girtin, biryara HSK’ê weke wê parve kir û wiha domand: “Li vir kesekî ku nasnameya wî veşartî nîne. Dozger û dadger nakevin çarçoveya xala 6’emîn a TMK’ê. Me li dadgehê got, ev xal ji bo hêzên ewlehiyê yên di çarçoveya TMK’ê de hatine peywîrdarkirin e. Ne xaleke ku dadger û dozgeran biparêze ye.”
 
‘ROJNAMEYA FERMÎ JÎ HEDEF NÎŞAN DIDE?’
 
Ozdogan, anî ziman ku darizandin ji ber rayeya darizandina adil ji rayagiştî re vekirî tên bi rê ve birin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtekên ev kes tev li dibin ji rayagiştî re vekirî ne. Herkes dikare temaşe bike û guhdar bike. Biryara girtinê tirsnak bû. Biryareke derveyî rastiyê bû. Bi zanebûn xal xelet şirove kirin û biryara girtinê dan. Ji xwe biryarnameyên HSK’ê di Rojnameya Fermî de tên weşandin. Di Rojnameya Fermî de nimreya sicîl û navî bi awayekî vekirî tê weşandin. Cihê wan ê hatine tayînkirin tê nivîsîn. Di vê rewşê de kesên Rojnameya Fermî diweşînin jî dadger û dozgeran hedef nîşan dide? Rewşeke wiha ya bi nakok heye.”
 
Ozdogan da xuyakirin ku dadger û dozgerên karên ne li rê kirine naxwazin navê wan ji aliyê raya giştî ve bê zanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Endamên dadgeriyê yên ku bi zexta hikûmetê karên ne li rê dikin û di nava bêhiqûqî ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye afirandin de ne naxwazin bibin mijara nûçeyan. Ji ber ku ew çiqasî bên zanîn, wê ewqasî karibin biryarên neqanûnî bidin. Mesele ev e.”
 
‘PEYAM TÊ DAYÎN’ 
 
Ozdogan anî ziman ku azadiya îfade û ramanê û mafê agahîgirtinê yê gel jî tên binpêkirin û bi lêv kir ku ew bi lêpirsîneke bi armanca tepisandina van mafan re rû bi rû ne. Ozdogan destnîşan kir ku dadgehê bi girtinê re mesajek şandiye û got: “Bi her awayî hûn derbarê me de nûçeyan çêbikin, hûn hemû dê bên girtin.”  Ozdogan bal kişand ku ev peyam tirsnak e û her endamên çapemeniyê bi rîska binçavkirin û girtinê re rû bi rû ne.
 
DÊ LI GIRTINA ARSLAN ÎTÎRAZ BÊ KIRIN
 
Ozdogan, diyar kir ku ew ê îtîrazî girtina Arslan bikin lê zehmetiyê dikişînin ku li benda biryareke li gorî hiqûqê bimînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gumanên me hene ku di lêpirsîneke bi ‘israra’ endamên darazê yên difikirin ku mexdûr in tê birêvebirin de biryareke li gorî hiqûqê bê dayîn.”
 
MA / Mehmet Aslan 
 
 
 

Sernavên din

28/07/2023
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn
10:38 Demîr: Divê li Îmraliyê bi zexta civakî bingeha hevdîtinê bê avakirin
09:04 ‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'
09:04 Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin
09:03 Girtî Çetîner bal kişand ser binpêkirinên mafan: Em ê serî netewînin
09:03 ‘Heke dengekî xurt derkeve wê tecrîd bi dawî bibe’
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin
17:53 Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin
17:23 Kesên li Akbelenê hatin binçavkirin hatin berdan
16:45 Li Îranê ji listikvan Sadeghî agahî nayê girtin
16:43 Doza 5 kesên li Nisêbînê hatin kuştin: Li pişt cînayetê sedemên siyasî hene
16:20 Li nêzîkî Hewlerê helîkopterek ket
15:53 Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn
15:53 Şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê edalet xwestin
15:18 Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin kir
14:22 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
14:22 Karkerên DEDAŞ’ê: Em ê bi têkoşînê serbikevin
13:48 Îdianameya rojnamevan Orûç: Ji 35 nûçeyan re daxwaza 22 salan cezayê hefsê
13:48 Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şirnexê tundî li girtiyekî hatiye kirin
12:57 Nobeta Edaletê bir Enqereyê: Rayedarek neçar e ku me guhdar bike
12:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:50 Dadgerê rêveberên rêxistina sûc berdan tayînî Dadgeha Bilind hate kirin
12:11 Şivanê bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan
12:02 Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe
11:20 Şewata daristana Kinikê di roja 2'yemîn de ye
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
25/07/2023
23:20 Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin
21:28 Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
18:42 Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan
17:55 Nûçegihanê me Arslan hat girtin
16:44 Ji rojnamevanan pirsa ‘Çima te twît parve kiriye’ hat kirin
16:19 Hejmara rojnamevanên hatine binçavkirin derket 5’an
15:39 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber wezaretê protestoya zemê li dar xist
15:20 Li Hezexê agir bi çoltera gundekî ket
15:18 Akin: Operasyonan û tundiyê bi dawî bikin
15:00 Di erdheja Edeneyê de 8 kes birîndar bûn
14:43 Li dijî bihakirinê nerazîbûn: Tenê lêçûnên bombeyan ji bo budçeya gel bes e
14:33 Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê zextên li ser rojnamevanan şermezar kir
14:22 Li ser sînor liv û tevgera ambulans û helîkopteran
14:12 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat binçavkirin
13:28 7 aktîvîstên kurd ku mudaxileyî şewatê kirin mayîn bi wan ve teqiya
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin