Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir

  • rojane
  • 11:05 22 Tîrmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Serlêdanên ji bo pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kir. Serlêdana dawî dê heta 10’ê îlonê be. Xelat dê di 18’ê îlonê de bên eşkerekirin. 

 
Pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ya 30’yemîn dê bê lidarxistin. Ev pêşbirk ango xelat diyarî bîranîna Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên li ser wezîfeya xwe şehîd bûne, tên kirin. Xelat ango pêşbazî ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê birêvebirin. Ji bo pêşbirkê serlêdanan dest pê kir. Pêşbirk ji beşên wek “Nûçeyên  Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Nûçe Wêne)”, “Karîkatur” û “Nûçegihaniya  Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî di nav de ji pênc beşan pêk tê. 
 
Her beşdar dikare berhemek ango wêneyek, nûçeyek û karîkaturek beşdarî pêşbirkê bibe. Ew berhemên bên şandin dê li xwediyê wan neyê vegerandin û di rojnameyê de dikaribe bê weşandin. Serlêdana bo pêşbirkê ya dawî 10’ê îlona 2023’yan e û dê di 18’ê îlona 2023’yan jî serkeftiyên pêşbirkê bên eşkerekirin. 
 
ŞERTÊN BEŞDARIYA PÊŞBIRKÊ 
 
Li gorî şertên şertnameya teknîkî ya pêşbirkê hatiye diyarkirin, her kes dikare tev li pêşbirkê bibe. Tenê endamên desteya hilbijêr (sala ku jurî ye) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Divê berhem berê nehatibe weşandin yanî bi beşdar bi berhemê beşdarî pêşbirkek nebûbe û divê piştî 10’ê îlona 2022’yan hatibe weşandin. Beşdar dikare bi nûçe, wêne û karîkaturek ku berê pê beşdarî vê pêşbirkê nebûye bibe. Heke ku berhemek wiha derkeve dê derbarê beşdar de kar û barê binpêkirinê were sepandin. Xelata ku werbigire dê were betalkirin. Heke beşdar xelat wergirtibe, divê li desteya pêşbirkê vegerîne. Heke beşdarek berhemek ku bişîne û berhem ne aydî wê/wî be û mudaxileyek û xapandinek li ber endamên jurî bike dê derbarê beşdar de kar û barê binpêkirinê bê sepandin. 
 
Her beşdarên ku berhem bişîne pêşbirkê divê her şertên di şertnameyê de qebûl bike. Heke beşdarên ku li gorî van şertan tevnegerin dê li derveyî pêşbirkê bê hiştin. Heke berhem nehatibe weşandin navê berhem, cihê lê girtiye ango cihê lê xêz kiriye û dîroka wê binivisîne, heke brhem hatibe weşandin divê navê wê rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û agahiyên dîroka weşandinê û kopyek weşandinê di dosyeyê de cih bigire. 
 
Beşdar divê raborî (biyagorafî), navnîşana xwe (telefon) û nivîsa agahiyên derbarê berhemê de û wêneyek xwe li dosyeya serlêdanê zêde bikin. 
 
BEŞÊN DIN 
 
Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di kategoriyên wek polîtîka, ekonomî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û sporê de beşdarî pêşbirkê bibin. Divê di van kategoriyan de nirxê nûçeyê hebe û wisa beşdarî bikin. Heke nûçeya ku wê bişîne pêşbirkê di medya nivîskî de hatibe weşandin divê di formata PDF de bişîne, heke di medya înternetê de hatibe weşandin divê di formata Word de bişînin navnîşana e-mailê ya li jê rê hatiye nivîsandin. Berhemê di medya înternetê de hatibe weşandin divê lînka wê jî were şandin. 
 
BEŞA WÊNEYAN 
 
Di quncika çepê ya jêrîn a aliyên piştê yên xebatên pêşkêşî pêşbirkê hatine kirin de wê nav û paşnavê xwediyê berhemê û navê xebatê bi etîketekê bê nivîsandin. Dema kişandina wêneyî, divê bi cih û navê nûçeyê bê diyarkirin. Di beşa wênekêşiyê de divê rehendê berheman, aliyê kurt herî kêm 2000 pîksel, di formata JPG’ê de di 300DPİ mp û di kalîteya tengkirina 12’yan de bê pêşkeşkirin. Heke desteya hilbijêr pêwîst bibîne dikare daxwaza wêneyê orjînal (Raw) bike. Wêneyên ku li ser hatine leyîstin û bi awayekî ku rastiya wî hatibe guhertin (ji bilî ronahî, reng, eyarên kontrastê) dê neyên nirxandin. Wêne di formata JPG’ê de dikarin ji navnîşana e maîla li jêr hatiye diyarkirin re bên şandin. Divê wêne ‘wêneyên nûçeyan’ bin.  
  
BEŞA KARÎKATUR 
 
Navên berhemên ji pêşbirkê re hatine şandin, wê li quncika çepê ya jêrîn a li pişt berhemê bi etîketekê bên nivîsandin. Xêzkar di teknîka ku bi kar tîne de serbest e. Lê divê berhem orjînal bin. Berhemên çapkirî yên dîjîtal, bi şertê ku bi îmzeya hunermend (îmzeya şil) bin tên qebûlkirin. Pîvanên karîkaturê divê herî kêm A4 (21 cm × 29,7 cm) û herî zêde A3 (29,7 cm x 42 cm) be û divê bi tu zemînan ve neyê kirin. Karîkatur dikarin bi formata JPG ji navnîşana e-mailê ya li jêrê hatiye diyarkirin re bên şandin. 
 
ENDAMÊN JURIYÊ 
 
Juriya Nûçeyên Tirkî: Farûk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahan Dogan, Mehmet Alî Çelebî.   
 
Juriya Nûçeyên Kurdî: Sûna Tûnç, Hatîce Kamer, Rizoyê Xerzî, Ramazan Olçen, Leyla Ayaz.   
 
Juriya Nûçegihaniya Jinan: Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, Arjîn Dîlek Oncel, Safiye Alagaş.   
 
Juriya Wêneyan: Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Mûrat Baykara, Bêrîtan Canozer, Çetîn Altûn.   
 
Juriya Karîkaturan: Mûrat Îpek, Mûsa Keklîk, Aşkin Ayrancioglû  
 
Navnîşana ku berhem jê re bên şandin:   
 
“e-posta: mailto:apemusaozgurbasin@gmail.com  
 
Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90  
 
Navnîşan: Şehit Muhtar Mahallesi Bekâr Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul”
 

Sernavên din

25/07/2023
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da