Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye

  • rojane
  • 09:06 22 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Welatiyên li Amedê beşdarî civînên jinûve avakirinê bûn û pêşniyarên xwe kirin ev peyam dan: “Yekane daxwaza gel azadî ye.”

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînên xwe yên di çarçoveya “jinûve avakirinê” de li Amedê dane destpêkirin didomînin. Welatiyên li navçeya Karaz, gundên Cixsê û Tiyaks ên girêdayî navçeya Pasûr û gundê Barqoş ê girêdayî navçeya Hezroyê tev li civînan bûn ji ajansa me re axivîn. 
 
Mehmet Kaya yê li navçeya Karazê tev li civînan bû wiha got: “HDP partiya vî gelî ye û ji xwîna vî gelî derket holê. HDP ji bo azadî û edaletê têdikoşe. Em di vê zanebûnê de ne. Rêya me di deşteke rast re derbas nabe. Rêya me di çiyayan û quntaran re derbas dibe. Armanca me ne meqam û mewkî ne. Em ji HDP’ê vê naxwazin. Ji xwe armanca HDP’ê jî ne ev e. Jiyana me diyar e. Yekane daxwaza gel azadî ye.”
 
‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’ 
 
Kaya, destnîşan kir ku gelê kurd bêdelên giran dane û anî ziman ku HDP qasida aştiyê ye lê weke polîtîkayan ketiye kêmasiyan. Kaya, anî ziman ku gelê kurd di hilbijartinên meha gulanê de tişta ji destê wan hat kir û wiha berdewam kir: “Gelê me ji bo ji vê pergala faşîst a me bi rê ve dibe xelas bibe deng da Kiliçdaroglû. HDP’ê xwest hawîrdoreke aştiyê ava bike. Divê aştî û azadî were vê erdnîgariyê. Ya rast divê em aştî û wekheviyê mezin bikin. Ev barekî mezin e kedê dixwaze. Ne karekî ku bi 10-15 kesan çêbibe ye, divê em têkoşînê mezin bikin.”
 
‘GEL SERKEFTINÊ DIXWAZE’ 
 
Rûkiye Işik a li navçeya Karazê dijî jî anî ziman ku piştevaniya muxalefetê ya di hilbijartinan de bandoreke neyînî li gel kir û wiha got: “Dema em bi gel re diaxivîn digotin em naxwazin dengên xwe bidin Kiliçdaroglû. Heke me namzetê xwe derxistibûya encam wiha xerab nedibûn. Ez difikirim ku me dikarî 100 wekîlên xwe jî derxînin. Wê demê da qiymeta me bê zanîn û ji ber deriyê me nediçûn. Divê gelê Kurdistanê di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bidin û xwedî li namzetan derkevin. Divê em şaredariyên xwe bigirin. Divê namzetan gel hilbijêre û bi gel re serbikevin. Gel serkeftinê dixwaze.”
 
‘BILA BI GEL RE BIN’ 
 
Kûtbettîn Tûran ê li gundê Cixsê yê navçeya Pasûrê tev li civînên gel bûyî jî bal kişand ser zextên li ser HDP’ê. Tûran, destnîşan kir ku divê HDP bi gel re tevbigere û wiha got: “Em çiqas bi hêz bin bila bibin, em nikarin bi diziyên wan re mijûl bin. Cîhan jî piştgiriya wan dike. Li pişt wan Yekitiya Ewropayê û Rûsya heye. Bi sedan salan e em di bin mêtîngeriyê de ne. Xwîna me herikî, canê me şewitî. Divê êdî em bibin yek.” 
 
‘DIVÊ YEK BI YEK TÊKILÎ BÊ DANÎN’ 
 
Ziya Turk ê li gundê Tiyaks ê navçeya Pasûr tev li civînê bûyî jî rexne kir ku HDP’ê di pêvajoya hilbijartinê de zimanekî zelal û were fêmkirin bikarneaniye. Turk, diyar kir ku di mijara têkiliyên bi gel re yên yek bi yek de kêmasî çêbûn û destnîşan kir ku divê rayedarên partiyê mal bi mal, kolan bi kolan rêxistinkirina xwe bi hêz bikin.”
 
Mehmet Ogrûl ê ji gundê Barqoş ê navçeya Hezroyê jî anî ziman ku piştgiriya HDP’ê tenê bi piştgiriya gel heye. Mehmet Mûsaoglû yê ji heman gundî jî diyar kir ku civînên gel ên tên kirin hewcebû beriya hilbijartinan hatibûna kirin û ev tişt got: “Di pêşiya me de dîsa hilbijartin hene. Vê carê divê ka em ê di hilbijartinên şaredariyê de kê hilbijêrin kê nahilbijêrin bên axaftin û bi gel re nîqaş bên kirin. Hilbijartinên beriya niha de ev yek nehate kirin. Ji xwe vê rewşê da windakirin. Divê di hilbijartinên pêşiya me de kesên weke namzet bên nîşandan bi gel re bên hilbijartin. Û divê ji herêmê hin kes bên hilbijartin.”
 
 

Sernavên din

25/07/2023
14:12 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat binçavkirin
13:28 7 aktîvîstên kurd ku mudaxileyî şewatê kirin mayîn bi wan ve teqiya
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin