Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin

  • rojane
  • 09:09 20 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA - Xizmên 33 "rêwiyên xeyalan" ku 8 sal berê ji aliyê DIAŞ'ê ve hatin qetilkirin, xwestin ku kesên piştgirî dane kujerên DAIŞ'î û alîkariya wan kirine bên darizandin.
 
Di ser Komkujiya Pirsûsê re ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê li dijî kesên bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li hev kombûbûn pêk hatibû, 8 sal derbas bûn. Di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de ku 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû, zêdetirî 100 kes birîndar bûbûn. Piştî komkujiyê bi du rojan, ji bo dîmenan qedexe hatibû danîn. Û sê roj bi şûn de jî ji bo dosyeya komkujiyê biryara veşarî hatibû dayîn. 
 
Ji bo jinûveavakirina Kobanê, di çarçoveya kampanyaya bi pêşengiya SGDF'ê de ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 300 ciwan ji bo biçin Kobanê li Pirsûsa Rihayê li hev kom bûn. Ciwanên ku li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûn, piştî taştê dê li vir daxuyaniyek bidana çapemeniyê û dê ber bi Kobanê ve bi rê biketena. Lê belê gava ciwan li pişt pankarta "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" ji bo daxuyaniyê amade bûn, bombe teqiyabû. Polîsên ku beriya komkujiyê ne li qadê bûn, piştî êrişê demildest li ber Navenda Çandê ya Amarayê kom bûbûn û bi bombeyên gazê êrişî girseya li wir kiribûn. 
 
Piştî komkujiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran kes daketibûn qadê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Kurdistanê rojekê şîna neteweyî ragihandibû. Paşê rêveberên HDP, DBP, SGDF û ESP'ê ji bo xeyala 33 rêwiyên xeyalê ku xwestibûn daristanekê ava bikin pêk bînin, li sînorê Kobanê "Daristan Şehîdên Kobanê" ava kiribûn. 
 
Îdianameya der barê komkujiyê de jî piştî 18 mehan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatibû amadekirin. Di îdianameyê de hatibû xwestin ku 104 caran cezayê muebeda giran li bersûc Yakûp Şahîn, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî bê birîn. Lê di danişîna 21'emîn a dozê de ku di 22'yê Cotmeha 2021'ê de hatibû lidarxistin, heyeta dadgehê li Yakûp Şahîn ê ku tu carî ew neanîbûn eywana dadgehê, 34 caran cezayê muebeda girnakirî birî. Darizandin ji bo bersûcên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî didome. 
 
Fetî Aydin ku kurê wî Çagdaş Aydin di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û Yasemîn Boyraz ku di komkujiyê de diya wê Bahar Nazegul jiyana xwe ji dest da, destnîşan kir ku di 8 sal in daraz "kiryarên rasteqîn" ên komkujiyê diparêze. 
 
‘HER TIŞT BI BELGEYAN LI HOLÊ YE'
 
Endamê Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê Fetî Aydin bilêv kir ku li hêwanên dadgehê tu daxwazeke wan nehatiye qebûlkirin û got: "8 sla derbas bûn. Lê di doza me de pêşketineke berbiçav çênebû. Hin daxwazên me û parêzeran hebûn. Me di ehr dnaiînê de ew bilêv kirin. Me di ehr danişînê de pirsî ku çima dîmenên winda nehatine eşkerekirin. Me pirsî ku çima Abdûllah Omer Aslanê bi motorsiklêt ê ku riha wî hat qusandina û ji deriyê paş d ehat berdan û alaya DAIŞ'ê di çenteyê wî de hat dîtin, hatiye berdan. Sedema nepêşveçûna vê dozê ew e ku daxwazên me ji nedîtî ve hatin. Parêzeran her tiştî bi belgeyan eşkere kirin. Me derxist holê ku Îlhamî Balî yê bi bultena sor lê tê gerîn li nexweşxaneyeke dewletê hatiye dermankirin. Bi gelek belgeyan kifş bû ku kujer bi rihetî digerin. Lê tevî ev qas tiştan jî kujerên zarokên me nayên dîtin." 
 
‘EM Ê HEYA DAWIYÊ BITÊKOŞIN'
 
Aydin ku got "Domandina têkoşîna zarokên me deynê stuyê me ye" û wiha pê de çû: "Em ê vê têkoşînê heya dawiyê bidomînin. Di dema vê têkoşînê de li malbatên ku doz acezakirina kujeran dikin doz tên vekirin. Doza me niha didome. Parêzera me Gulhan Kaya niha girtî ye. KUjerên vê komkujiyê ji xwe re digerin, lê malbat li hêwanên dadgehê li benda edaletê ne. Ji bo malbat dest ji têkoşîna ji bo edaletê berdin, çi ji destê wan tê dikin. Lê em ê her tim li hêwanên dadgehan û li kuçeyan 33 rêwiyên xwe bibîr bînin. Em ê heya dawiyê bişopînin." 
 
Aydin bilêv kir ku beriya komkujiyê îstixbarat gihaştiye ber destê midûriyeta polîsan û wiha got: "Em dixwazin kesên ku rê li ber vê vekirina, kesên piştgirî û alîkariya vê kirine bên cezakirin. Ê ku ev komkujî kir ne kesek tenê ye. Bi awayekî plankirî hatiye kirin. Heke pêşî li ber Komkujiya Pirsûsê bihata girtin, dê Komkujiya Gara Enqereyê û gelek komkujiyên din çênebûna. Em ji bo edaletê û ji bo careke din komkujî çênebin vê dozê dişopînin. Em ê heya dawiyê têbikoşin." 
 
‘TU TIŞT NEGUHERÎ'
 
Yasemîn Boyraz ku di komkujiyê de diya wê Bahar Nazegul Boyraz jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku 8 sal bihurî ne lê tu tişt neguheriye û got: "Di du salên ewil de biryara veşarî li ser dosyeyê hebû. Paşê hat rakirin. Ji danişîna ewil heya ya dawî daxwazên me hatin redkirin. Me doza qeydên kamerayan kir, me xwest îmam Abdullah Omer Aslan ne wekî şahid, wekî bersûc bê guhdarîkirin, lê ev daxwaz jî nehatin qebûlkirin." 
 
Boyraz axaftina xwe wiha domand: "Di 8 salên borî de em ne li erdê ne jî li asîmanan e. Min dêya xwe di 31 saliyê de winda kir. Ez hê jî dibêjim qey ez 31 salî me. Ez mezin nebûm. Di 8 salan de warê me Riha bû. Em salê 3-4 caran li Rihayê ne. Ev ji bo malbatan zehmet e. Hem di warê aborî hem jî di warê manewî de. Car heya dadgeh di meha tîrmehê de tên kirin û ev di warê hestî de bandoreke mezin li me dike. Di danişîna dawî de diviyabû 3 endamên DAIŞ'ê wekî bersûc bihatana darizandin, lê wekî şahid hatin guhdarkirin. Gotinên wan em şoq kirin. Çawa wiha bi rihetî hatine Tirkiyeyê û bi rihetî geriyane her tiştî gotin." 
 
‘88 SAL JÎ DERBAS BIBE EM Ê DOZA EDALETÊ BIKIN'
 
Boyraz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Diya min hat qetilkirin û ji sedî 50 wekî biqisûr hat hesibandin. Sedema vê jî ew e ku bê destûr bûye. Diya min ji Stenbolê heya Pirsûsê 7 caran hat kontrolkirin. Lê kujeêrn DAIŞ'î çawa wiha bi rihetî hatin Tirkiyeyê? Çima diya min qekî biqisûr tê dîtin? Diya min li Pirsûsê hat qetilkirin. Ma Pirsûs ne di nava axa Tirkiyeyê de ye? Çima diya min biqisûr e? Heya edalet pêk bê em ê vê dozê bişopînin. Ne 8 sal, 88 sal jî derbas bibin em ê li edaletê bigerin." 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

21/07/2023
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye