Hêviya gelan Rojava 11 salî ye

  • rojane
  • 09:55 18 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA - Hêviya gelan Şoreşa Rojava dikeve sala xwe ya 11'emîn. Pergala Rêveberiya Xxweser a Demokratîk ku bi malên gel, komun û meclisan dest pê kir, her diçe xurttir û mezintir dibe. 
 
Serhildanên gel ên bi navê "Bihara Ereban" ku di dawiya sala 2010’an de li Tûnisê dest pê kirin û li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûn, di 15’ê Adara 2011’an de li Sûriyeyê jî rû dan. Destkeftiya herî girîng a şerê navxweyî ku di Nîsana 2011’an de li tevahiya Sûriyeyê belav bû û hê jî didome, Şoreşa Rojava bû ku di wan salan de hîmê wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat danîn. Şoreşa ku wekî "Şoreşa Jinê" jî tê binavkirin 10 sal li dû xwe hiştin. Di vî deh salî de ev pergala pêşketî ya li ser asasê jiyaneke nû, ji bo gelên li Rojhilata Navîn bû cihê hêviyeke mezin. Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di dema şerê navxweyî de ne li kêleka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropayê û hêzên paramîlîter ên statûkoparêz ên herêmê ne jî li kêleka rejîma Esad a statûkoparêz a di bin nîrê Rûsyayê de cih negirtin. Kurdên ku ji xwe re rêya sêyem hilbijartin, li herêmê pêşengiya “Bihara Gelan” kirin û li hemberî Modernîteya Kapîtalîst, dest bi avakirina Modernîteya Demokratîk kirin. 
 
AVAKIRINA TEV-DEM Û MGRK'Ê
 
Gava şerê navxweyî dest pê kir, de rejîma Esad ji aliyekî ve û muxalefet jî ji aliyekî ve hewl da ku kurdan ber bi xwe ve bikişînin. Lê belê her du alî jî daxwazên ji bo maf û azadiyan ên kurdan bi gotina “piştî çareseriyê” red kirin. Kurdên ku nîşan dan di şoreşê de bibiryar in, li dijî helwestên rejîmê û hêzên muxalif, ji bo yekitiya xwe ya siyasî ava bikin Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ava kirin.
 
MECLISÊN GEL 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê cara ewil bi pêşengiya TEV-DEM'ê li seranserê Sûriyeyê Meşên Înê li ser navê kurdan hatin destpêkirin. Li Efrînê cara ewil kursên zimanê kurdî hatin vekirin û li gelek bajaran jî meclisên gel hatin avakirin. Heya wê çaxê xizmet ji aliyê rêveberiyên girêdayî rejîmê ve dihatin kirin, lê bi çalakiyên protetsoyî re êdî xizmetên ji bo gel hatin kirin. Cara ewil zarokên kurdan li dibistanên ewil ên navendî û amadekariyê yên dewletê hatin qeydkirin û li van deran perwerdehiya bi kurdî hat dayîn. Her wiha Saziya Zimanê Kurdî (SZK) jî di vê demê de hat avakirin.
 
YEKÎTIYA KURDAN
 
Bi avabûna hêza siyasî re lêgerînên ji bo yekitiya kurdan xurttir bûn û PYD ku li herêmê mezintirîn hêza siyasî ya kurd e, Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ji 16 partiyên siyasî di bin banê wê de ne, di 26'ê cotmeha 2011'an de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe li hev kom bûn. Di civînê de biryar hat girtin ku dê her du meclîs bi hev re tevbigerin û di 25'ê tîrmeha 2012'an de Desteya Bilind a Kurd bê îlankirin. Piştî vê pêngava ku di warê yekitiya kurdan de xwedî roleke pir girîng e, di 29’ê tîrmeha 2012’an de, piştî meşa bi hişmet a li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi sed hezaran kes daketin qadan, Desteya Bilind a Kurd wekî îradeya hevpar hat qebûlkirin. Lê piştî wextekê ENKS hem bi hêzên navneteweyî yên li herêmê hem jî bi Tirkiyeyê re tevdigeriya û ji berjwendiyên kurdan dûr ket. Lê li gel vê jî Desteya Bilind sê komîte ava kirin: "Dîplomasî", "Xizmeta Civakî" û "Berevanî." 
 
19'Ê TÎRMEHÊ Û ŞOREŞ
 
Di 18'ê tîrmeha 2012'an de li paytexta Sûriyeyê Şamê bi beşdariya serokên hemû saziyên bibandor ên rejîmê civînek hat lidarxistin. Di dema civînê de teqîneke mezin rû da û di wê teqînê de piraniya berpirsên bilind ên rejîmê mirin. Di heman rojê de, danê êvarî Artêşa Sûrîyeya Azad herêmên derdora Minbic, Cerablûs, Kobanê û Helebê bi dest xistin. Di 19’ê Tîrmehê de bi tevlibûna gelê Kobanê hêzên rejîmê ji bajar hatin derxistin. Piştî Kobanê gel li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbesiyê, Amûdê, Dêrik, Girkêlegê, Tirbespiyê û Til Temirê dest danî ser rêvebiriyan. Di heman rojê de kurdan bi dirûşmeya “Sûriyeya Demokratîk, Rojavaya Xweser” li Kobanê kanton îlan kir. 19’ê Tîrmehê wekî roja destpêkirina şoreşê hat qebûlkirin. Piştî Kobanê li Efrîn û Qamişloyê jî kanton hatin ragihandin. Dema ku pevçûn zêde bûn gel ewilî yekîneyên parastinê yên herêmî ava kirin û li kolanan parastina xwe ya cewherî kirin. Piştre Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin avakirin ku hîmê van yekîneyan piştî komkujiya li Qamişloyê ya di 12'ê Adara 2004'an çêbûbû hatibû danîn.
 
MALÊN GEL Û KOMUN
 
Li herêm, bajêr, bajarok û gundên ku hatin rizgarkirin, di sala 2012'an de malên gel hatin avakirin. Li van herêman gel, bi civîn û perwerdehiyan bêtir girîngiya Rêveberiya Xweser fêm kirin. Di vê pêvajoyê de ewlehî wekî mijareke bingehîn û girîng bebriçav bû. Gel jî li ser vî esasî pergala xweperastinê ava kir û komên parastiê yên biçûk ava kirin. 
 
Piştî pêşketina Malên Gel, awayê pergala Rêveberiya Xweser jî zelal bû. Bi vî awayî Malên Gel veguherî komunên rêxistinkirî yên berfirehtir. Di vê çaçroveyê de li gund û taxan bi hezaran komun hatin avakirin. Di bin banê komunan de xizmeta lihevanîn, perwerdehî, parastin, tenduristî, aborî û civakî hat berpêşkirin. 
 
HSD HAT AVAKIRIN
 
Li herêmên ku kurdan li wan dest bi xwerêvebirinê kirin, ji siyasetê heya parastinê, ji edaletê heta çandê, ji qada civakî heta qada aborî û jinan sazîbûnî dest pê kir û avakirina pergala bi navê “Xweseriya Demokratîk” dest pê kir. Li herêmê bi pêkhateyên nijadî û olî re têkoşîneke hevpar hat meşandin, avakirina pergala Xweseriya Demokratîk hat meşandin û bi vî rengî geşedanên girîng rû dan. Provokasyonên li Serêkaniyê yên El Nusrayê ya berdewama El Qaîdeyê ku ji hêzên kûrewî tevî hêzên statûkoparêz ew xurt kirin û êrişa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê hemû gel, bawerî û cudahiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn cem hev. Gelên ku bi rêveberiyên hevpar dest bi avakirina jiyaneke azad û wekhev kirin, di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hêzên xwe yên leşkerî hê mezintir kirin.
 
PERWERDEHÎ Û ÇAND
 
Piştî şoreşê bi "Saziya Şopandinê ya Nûrî Dêrsimî" re li gelek bajaran dewreyên perwerdeyê hatin lidarxistin û li ser perwerdehiya zimanê zikmakî xebatên perwerdehiyê hatin kirin. SZK’ê lez da xebatên perwerdeya kurdî û li herêmê nêzî 100 dibistan hatin vekirin û nêzî hezar mamoste hatin perwerdekirin. Li ser çanda herêmê xebatên lêkolînê yên girîng hatin destpêkirin. Li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Efrîn, Kobanê û gelek bajarên din navendên çand û hunerê ji hatin vekirin û li van navendan komên muzîkê, folklor, şano û komên zarokan hatin avakirin.
 
KOMÎTE HATIN AVAKIRIN
 
Ji bo peydakirina pêdiviyên gel û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel ên civakî, dadwerî û aborî komîteyek hat avakirin. Ji bilî Komîteya Xizmetên Civakî ya girêdayî Desteya Bilind, di her meclisê "Komîteyên Xizmetguzarî û Aştiyê" hatin avakirin. Li dijî pergala hiqûqê ya dewletê “Komîteya Edaletê” hat avakirin. Ev komîte ji bo avakirina pergala edaletê li bajaran xebatên xwe didomînin. Her wiha gel jî serî li van komîteyan dide û hewl dide pirsgirêkên xwe çareser bike. Girêdayî Desteya Bilind a Kurd, Komîteya Aştî û Edaletê hat avakirin. Ji xeynî vê, ji bo avakirina pergala hiqûqê di 4'ê nîsana 2013'an de di bin banê Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê de "Şaxa Edaleta Civakî" hat avakirin.
 
MECLISÊN JINAN
 
Ji milên herî girîng ên şoreşê yek jê jî jin û ciwan in. Di vî warî de gelek xebat hatin kirin. Jinên ku ji destpêka şoreşê ve çalak in û di bin navê “Yekitiya Star”ê de xwe bi rêxistin kirine, meclîsên jinan û malên jinan ava kirin. Di meclisên gel de jî temsîliyeta jinan wekî pîvaneke sereke esas hat girtin û li gelek bajaran navendên zanist-perwerdeyê û akademiyên jinan hatin avakirin. Di hemû rêveberiyan de jinan di çarçoveya pergala hevserokatiyê de cihê xwe girtin û saziyên jinan di warê perwerde, malbat, siyaset, aborî û nîzama giştî de roleke çalak lîstin.
 
TENDURISTÎ Û ABORÎ
 
Dîsa di bin banê Komîteya Bilind a Kurd de komîteyên tenduristiyê jî hatin avakirin. Ji bo alîkariya gel bê kirin ku di warê derman, ard û sotemeniyê de bi ambargo û astengiyan re rû bi rû dimînin, Heyva Sor a Kurd hat avakırın. Saziya Pêşxistina Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2013’an de hat avakirin ji bo şikandina ambargoyê, avakirina pergalê û çareserkirina pirsgirêkan. Ev saziya ku dixwaze aboriya xwe li ser esasê gel pêş bixe, giranî da xebatên kooperatîfî û ev yek ji Kobanê û Dêrikê da destpêkirin.
 
RÊVEBERIYA XWESER
 
Di dawiya sala 2013'an de pergala Rêveberiya Xweser hat avakirin û Peymana Civakî hat amadekirin. Di Peymana Civakî de kurdî, erebî û suryanî wekî zimanê fermî hatin qebûlkirin û rê hat vekirin ku pêkhateyên din zimanê xwe fêr bibin. Li gor peymanê, temsîla jinan a di saziyan de herî kêm ji sedî 40 hat diyarkirin û hat diyarkirin ku divê pêkhateyên cud yên herêmê di nava pergala Rêveberiya XWeser de cih bigirin. Li gor Peymana Civakî pergala Rêveberiya XWeser ji meclisa qanûnçêker, meclisa rêvebirinê û dadgeha bilind ve pêk tê. 
 
Paşê li gor peymanê herêm dabeşî kantonan hat kirin û Qantona Cizîrê hat avakirin. Her wiha Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê di 21'ê Çileya 2014'an de bi awayekî fermî hat avakirin. Li kantonên Kobanê û Efrînê jî di 27 û 29'ê çileyê de heman gav hatin avêtin. Her wiha di bin banê Rêveberiyên Xweser de li gor pêdiviyên kantonan hin pergal hatin avakirin. Bi rêya van saziyan pergalên perwerdehî, tenduristî, aborî, parastin, çand, jin, ciwan û xizmetê hatin avakirin. 
 
Pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi Malên Gel, komun û meclisan hat xurtkirin. Koordînasyona Rêveber a Xweser a her sê kantonan di sala 2016'an de veguherî Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê. Di heman salê de Meclisa Kantona Cizîrê, li daîre û saziyên Rêveberiya Xweser pergala hevserokatiyê pesend kir. Parlamentoyê pesend kir ku temsîla jinan ji sedî 40 bibe ji sedî 50. Her wiha di 6'ê Îlona 2018'an de jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin.
 
ÊRIŞ Û GEFXWARIN
 
Pardîgmaya azadiya jinê, ekolojî û demokratîkbûyînê ji bo hemû gelan bûye îlham. Lê belê hêzên herêmî û global ji ber vê nerihet in. Herî zêde jî desthilata AKP'ê ji ber vê lêgerîna jiyana azad û bi hev re ya gelan nerihet dibe. Ji ber vê bênavbe rêrişî herêmê dike. Tirkiye ku bi piştgiriya hêzên navdewletî êrişî Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û ew dagir kirin, bênavbe rêrişî herêmê dike. Di salên dawî de jî peymanên ku bi DYA û Rûsyayê re kirine jî binpê dike û bi Balafirên Hewayî yên Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrişên xwe didomîne.
 
MA / Emrullah Acar 
 
 

Sernavên din

18/07/2023
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin