8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin

  • rojane
  • 09:12 18 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA - Di ser Komkujiya Pirsûsê re 8 sal derbas bûn. Hiqûqnasan diyar kir ku hê jî bersûcek nehatiye darizandin û gotin ku divê polîtîkaya DAIŞ'ê ya dewletê bê darizandin. 
 
Piştî ku desthilata AKP'ê di neçareserkirina meseleya kurd de israr kir û di sala 2015'an de vegeriya polîtîkayên şer, êrişên DAIŞ'ê jî zêde bûn û di van êrişan de bi sedan kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî ciwanên bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsa Rihayê kom bûn, DAIŞ'ê êrişeke bombeyî pêk anî. Di vê êrişa DAIŞ'ê de 33 kesan jiyana xwe ji dest da û 104 kes jî birîndar bûn. Lê belê doza der barê êrişê de bêyî ku kiryarên rasteqîn bên dîtin, di dnaişîna dawî ya di 22'yê cotmeha 2021'ê de 34 caran cezayê muebeda giran li Yakûp Şahîn hat birîn (ku ji ber Komujiya Gara Enqereyê girtiye) û dosye hat girtin. 
 
Lê belê darizandina ji bo bersûcên firar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî didome. Danişîna 5'an a ji bo bersûcên firar jî dê di 5'ê kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê bê lidarxistin. 
 
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê û Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê yê berê Mûstafa Vefa darizandinên ku di 8 salan de hatine kirin nirxandin. 
 
POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ
 
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku heya niha têkildarî Komkujiya Pirsûsê darizandineke çalak nehatiye kirin û divê li ser bombekarê Pirsûsê Şeyh Abdûrrahman Alagoz û yên ku wî anîne wir û yên ko bombeyê peyde kirine bê nîqaşkirin. Oncel bilêv kir ku divê polîtîkaya DAIŞ'ê ya Tirkiyeyê bê nîqaşkirin û got: "Di danişîan dawî de DAIŞiyekî ku wekî şahid hat guhdarkirin, got ku di bin kontorlkirin leşkeran de bi rihetî sînor derbas dikirin. Leşkerên dewletê ji bo çûnhatine DAIŞiyan xwe li nedîtinê danîn. Belkî di warê lojîstîkê de jî piştgiriya wan hatibe kirin. Piştî Pirsûsê gelek teqîn jî çêbûn. Lewma divê polîtîkaya DAIŞ'ê ya dewletê ya di vî warî de bê nîqaşkirin. Ger polîtîkayeke wiha ya dewletê tuen bûya, belkî teqîna li Pirsûsê û gelek teqînên din ên piştî wê çênebûna. Divê ji darizandina kesên ku rê li ber polîtîkaya DAIŞ'ê ya dewletê xistin dest bi darizandinê bê kirin." 
 
DAXWAZA JI BO GUHDARKIRINA LI DAVÛTOGLÛ
 
Oncel ragihand ku daxwaza wan a ji bo guhdarkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû bi israr nehatiye qebûlkirin û got ku piştî êrişê bi demekê nasnameya êrişkar Şeyh Abdûrrahman Alagoz ji aliyê rayedarên midûriyeta polîsan ve hat eşkerekirin. Oncel wiha domand: "Li holê darizandineke ku i zûde didome heye. Lê darizandineke şikşî ye. Em naxwazin hêvîşkestî bibin. Em hêvî dikin ku dê rojekê li Tirkiyeyê êrişên wiha tarî bên zelalkirin. Ev niha ne pêkan e, lê helbet wê rojekê pêkan be. Tebîeteke rastiyê heye ku kîjan roj be dertê holê. Dê paşperdeya van cinayetan bê lêkolînkirin û dê kiryar bên darizandin. 8 sal derbas bûn, lê 18 sal jî derbas bibin em wekî baro em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin. Ji lew re berprisiyereke me heye ji bo 33 ciwanên qetilkirî
 
KURSIYA BERSÛCAN VALA YE!
 
Hevseroka OHD'a Rihayê Meral Halat jî bal kişand ser paşguhkirinên rayedarên dewletê û got: "Di seranserê darizandinê de paşguhkirina rayedarên dewletê heye ku peywir û berprisiyariyên xw eîhmal kirin. Darizandin di ser 2 kesên firar û kesekî ji ber dozeke din girtî tê kirin. Lê belê em dizanin ku kiryar ne sê kes tenê ne. Me di seranerê dozê de tu kesî li ser krusiya bersûc nedît. Daxwazeke sereke ya malbatan jî ev bû. Qaşo darizandinek tê kirin. Dadgeh, dozger û parêzer hene, lê darizandineke rasteqîn tune ye. Lê dîsa jî malbat tu carî dest ji dozê bernedan. Her malbat ji bajarên dûr tên tevlî danişînê dibin û xwedî lê derdikevin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Hevserokê ÎHD'a Rihayê yê berê Mûstafa Vefa jî destnîşan kir ku doz ji roja ewil ve bi bêhiqûqiyan re rû bi rû maye û got ku di dosyeya komkujiyê de polîtîkaya bêcezatiyê tê pêkanîn. Vefa bal kişand ser daxwazên malbatan ên ji bo dozê û got: "Daxwazên malbatan mirovî û wijdanî ne. Bila her kes vê dosyeyê bişopîne û heya edalet pêk bê li cem malbata bin." 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

18/07/2023
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin