Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye

  • rojane
  • 09:02 18 Tîrmeh 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Şeniyên taxa Yeniyê yê ku bi salan e di her demsala havînê de ava wan tê qutkirin bertek nîşanî qeyûm dan û gotin: "Dema şaredarî di destê HDP'ê de bû ava me dihat. Lê niha nayê. Qeyûm ji şaredariyê dernakeve û me ne ditiye û em wî nas nakin. Heta îlonê av nadin gelo ma ev heqê xwedê ye?" 

 
Li taxa Yenî û Turgut Ozalê ya girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê her demsala havînê, ava xelkê taxê tê birîn. Îsal jî di demsala havînê de ava wan hate birîn. Şêniyên taxê ku her sal rastî vê pêkanînê tên li tevî hemû daxwaz û hewledanên wan jî pirsgirêka wan a avê nayê çareserkirin.Welatiyên ku bi salan e bi pirsgirêka avê re rû bi rû dimînin, di peydakirina avê de zehmetiyan dikêşînin. Jinên ku av di hewzên wan de nema ye zehmetiyê dikişînin.
 
'TAXA ME HEMÛ BÊAV MAYE'
 
Ji şêniyên taxa Yeniyê Halime Hezer (65) diyar kir ku pirsgirêka avê bi salan e nehatiye çareserkirin û wiha axivî: "Ev bi salane em vê pirsgêrîkê dikêşin. Her sala ku derbas dibe ji sala din xerabtire. Beriya meha remezanê heta niha ava kaniyê neketiye mala me. Bi tankeran avê ji me re tînin. Em dikin û nakin avê nadin me. Taxa me hemû bêave. Ji bo ku ev pirsgêrîka avê bê çareserkirin em çûn şaredariyê jî. Ji me re gotin, 'em ê çareser bikin' lê çareser nekirin. Tankerek avê anîn ewqas. Çareseriya wan ev bû. Me xwest em biçin bi şaredariyê re hevditin bikin lê nehiştin em bikevin hûndir.Av nebe jiyan nine, her tiştek ave. Av serê her tiştekî ye. Di vê taxê de ev 5 salin ava me nayê. Em hatine vê taxê heta niha ava me nayê. Av nine ku em kincên xwe bişon, hewşa xwe bişon, firaqên xwe bişon. 2 roj beriya niha jî hatin heqê avê xwestin.  Me jê re got, 'ava ku me bikar ne anî ye em ê çawa pereyê wê bidin?' me ji wan re got em heqê avê nadin. Mirov dikare birçî bimîne lê mirov nikare tî bimîne."
 
'DEMA HDP'Ê AVÊN ME DIHATIN'
 
Fatma Beldek (67) jî bi lêv kir ku qeyûm yek carê jî li pirsgirêkên wan guhdar nekiriye û wiha got: "Ev çend sal in em di vê taxê de bi pirsgirêka avê rû bi rû dimînin. Ji ber nebûna avê tu jiyana me nema. Em nizanin meseleya nedayîna avê çiye û çi dozê dikin. Hema me zanîba ku çima nadin me. Em kengî biçin ji me re dibêjin, 'cihê we bilinde ji ber wê av tune ye' cihê me bilinde ma wane jî bilind in. Avê li ser me dibirin û li ser yên din de vedikin. Ji ber vê nebûna avê tu jiyana me nema. Ev 30 salin ez di vê taxê de me û qasî ku tê bîra min di vê taxê de ev pirsgirêk heye. Beriya niha xeteke kevin hebû av dihat. Lê çiqasî serokên şaredariyê  biguherin dayin û nedayina avê jî diguhere. Kîjan serokê şaredarî bê ji yê din xerabtire. Dema ku di destê HDP'ê de bû ava me dihat. Dema ku nedihat em diçûn me jê re digot dihatin çareser dikirin. Lê yê niha ji şaredariyê dernakeve û me ne ditiye û em nas nakin. Darê me hemû ji ber tîbûnê hişk bûn. Heqê wan nine wiha dikin. Hema her gotin,' av nayê av nine' lê îsal av hebû. Ava Hespistê girtin da ku ji navçeyê re bê. Lê ji me re jî av nehatiye. Ev av ku ve çû? Daxwaziya me ew e ku şaredarî bikeve nav gel û pirsgirêkên gel guhdar bike. Em diçin şaredariyê dibêjin qeymeqam li Enqerê ye. Çi karê wî li Enqereyê heye? Bila li vir di nava gelê xwe de bigere."
 
HETA MEHA ÎLONÊ AVÊ WAN NAYÊ
 
Behiye Dogan (50) jî bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirêka avê da û got: "Ev 30 sal in em di vê rewşê de ne. Çareseriya wan bi tankeran av vekişandine. Tankerek didin û piştre dibêjin heftiyekî neyên. Hewa germe û rewş nebaşe. Mirov nikare serê xwe bişo, firaq bişo û baxçeyê xwe av bide. Jiyana mirovî hemû li ser avê ye. Heke ku av nebe ma jiyan heye. Em dixwazin ku vê pirsgirêk jî çareser bikin. Em vê pirsgirêkê her carê dibêjin û ji me re dibêjin em ê çareser bikin, lê çareser nakin. Heta meha îlonê em di vê rewşê de ne. Em payîzê çi ji avê bikin, ji xwe baran dibare. Em çend roj beriya niha çûna şaredariyê. Me xwest derdê xwe bibêjin nehiştin em bikevin hûndir. Ji me re gotin,' ev pirsgirêke çareser nabe' em ava hewzê pêdiviyên xwe pêk tînin. Ev av jî qirêje û nexweşî jê çêdibe. Em dixwazin ku ava me berdin, çareser bikin. Tiştê me hemû hişk bûye. Bila vana lê bidin, 2 seatan jî bidin bese. Em dixwazin ku ava me bidin."
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/07/2023
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin