Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn

  • rojane
  • 13:48 15 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED/ÊLIH - Xizmên Windakiriyan di çalakiyên xwe yên li Amed û Êlihê de aqûbeta Ebûbekir Aras û Aydin Ay pirsîn ku piştî binçavkirinê tu agahî jê nehatin girtin. 

 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 753’yan de jî çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartê ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven di çalakiyê de axivî û bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê. 
 
Piştre jî Endamê komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz axivî û serpêhatiya Ebûbekir Aras vegot ku di 13’ê tîrmeha 1994’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
‘BI PANZERAN SER MALÊ DE GIRTIN’
 
Çîroka Aras wiha ye: “Aras,  li navçeya Cizîr a Şirnexê dijî. Di 13’ê tîrmeha sala 1994’an saet derdora 05.00’an de hêzên ewlekariyê bi panzeran bi ser garaja kamyonan a Ebûbekir Aras lê notirvanî dikir de girtin. Di dema serdegirtinê de Aras hat binçavkirin. Di heman rojê de bi ser malên cuda de jî hate girtin û 5 kesên din jî hatin binçavkirin. Hefteyek piştî bûyerê, ji bilî Aras her kes hate berdan. Li ser vê yekê birayê Aras, Abdurrahman Aras çû Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û aqûbeta kekê xwe pirs kir. Polîsên li emniyetê ji Aras re gotin; ‘Ebûbekir, di saetên şeva roja hatiye binçavkirin de hate berdan.’ 
 
PIŞTÎ KU DAN CEYRANÊ JIYANA XWE JI DEST DA
 
Li ser vê yekê Abdurrahman Aras, bi kesên di heman rojê de hatine binçavkirin û berdan re hevdîtin kir. Her pênc kesan jî gotin ku bi hev re hatine binçavkirin, îşkenceyên giran li wan hatine kirin û xistine ceyranê. Her wiha gotin ku dema ceyran didan wan, Ebûbekir jiyana xwe ji dest da lewma jî êdî ew nedane ceyranê. Ji ber şert û mercên wê demê, van her pênc şexsan newêriyan li dadgehê şahidiyê bikin. Birayê Ebûbekir dîsa çû Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û rewşa ku wan kesan şahidiya wê kiriye vegot. Her wiha tiştên ku wan kesan ji wî re vegotine, wî jî li wir vegot. Dema birayê Ebûbekir ev tişt gotin, polîsên bi navên Ramazan û Îbrahîm ji wî re wiha gotin; ‘Ebûbekir niha dijî û divê hûn hinek sebir bikin.’ 
 
BAVÊ WÎ SERÎ LI WALÎTIYA MÊRDÎNÊ DA
 
Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê têkildarî bûyerê belgeyek amade kir û di belgeyê de got ku Ebûbekir Aras piştî binçavkirinê hatiye berdan. Di belgeyê de hat gotin ku Aras di 17’ê tîrmeha 1994’an saet di 05.00’an de hatiye binçavkirin. Dîroka berdana wî jî heman roj saet 20.30 hatiye destnîşankirin. Lê belê xwendin û nivîsandina Ebûbekir hebû û dikariya îmzeyê biavêje lê di bin belgeyê de şopa tiliyê hebû. Her wiha dîroka binçavkirinê ya di belgeyê de jî rast nebû. Bavê Ebûbekir ji bo aqûbeta kurê xwe serî li Walîtiya Mêrdînê da. Walîtiya Mêrdînê jî di bersiva xwe de wiha got; ‘kurê te serê sibehê hate binçavkirin û di heman rojê saet di 20.30’an de hatiye berdan.’ Tevî hemû hewldanên lêgerînê jî heta niha jî tu agahî ji Ebûbekir Aras nehatine girtin.” 
 
Piştî xwendina serpêhatiya Aras, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
 
DI 10’Ê TÎRMEHÊ DE HATE REVANDIN 
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 589’an çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” hate vekirin. Xizmên Windakiriyan, parastvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) û rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê tev li çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî di daxuyaniyê de axivî û got ku heta aqûbeta windakiriyan tê zanîn û faîl tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin û banga edaletê kir. 
 
Piştre jî serpêhatiya Aydin Ay ê 27 salî hate xwendin ku di 10’ê tîrmeha 1993’yan de li Taxa 19 Mayis a Êlihê hatibû revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
Piştî xwendina serpêhatiya Ay, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 

Sernavên din

18/07/2023
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin