2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin

  • rojane
  • 09:16 11 Tîrmeh 2023
  • |
img

RIHA - Huseyîn Yilmazoglû ku 2 zarokên wî ketine xefika tiryakê diyar kir ku ji ber polîtikayên bê cezakirinê hejmara firoşkarên tiryakê her ku diçe zêde dibe û got: "Li Pirsûsê weke nan û penêr tiryak tê firotin."

Li gor daneyên Desteya Kontrolkirina Narkotîkê ya Navneteweyî (INCB) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di desteserkirina zêde ya tiryakê de Tirkiye di rêza 2'yemîn de ye û herî zêde jî mirinên ji ber tiryakê diqewimin li Tirkiyeyê ye. Her wiha li gorî daneyên rapora Desteya Narkotîkê ya NY li Tirkiyeyê her sal bikaranîna tiryakê zêde dibe. Lê tevî vê yekê li Tirkiyeyê tenê 26 Navendên Dermankirina Alkol û Tedawiya Madeyên Hişbirê (AMATEM) hene, li van navendan tenê 89 cihên mayînê hene, 6 Navenda Tedawiya Madeyên Alkolê ya Zarokan a Ciwanan (ÇEMATEM) jî heye. Ji ber kêmbûna tedawiya tiryakê pêşî li ber bikaranîn û firoşkariya tiryakê nayê girtin. 
 
Li aliyekî din firotin û bikaranîna madeyên hişbirê li bajarên bakurê Kurdistanê tê sepandin û ev yek di çarçoveya şerê taybet de li dijî ciwanên kurd tê kirin. Bi taybetî jî li Kurdistanê tu tedbîr nayên girtin, derbarê firoşkaran de tu tiştek nayê kirin û kesên ku madeyên hişbir bikar tînin jî terkî çarenûsa xwe tên kirin. 
 
2 KURÊN WÎ KETINE XEFIKA TIRYAKÊ 
 
Di van salên dawî de temenê bikaranîna tiryakê heta 10 salî jî ket û malbat jî ji ber rewşê bifikarin. Yek ji maxdurên tiryakê Huseyîn Yilmazogû (46) ye ku li taxa Sarayalti ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî diyar kir ku du kurên wî yek 20 salî yê din jî 18 salî te, 8 sal in ketine xefika tiryakê û tevî hewldanên wî yên li dijî tiryakê jî saziyên berpirsiyar jê re nebûne alîkar. 
 
QEYÛM EW QEWIRANDÎ YE
 
Yilmazoglû anî ziman ku ew ji bo alîkariyê çûye qeymeqamtiyê lê qeymeqamê Pirsûsê Îbrahîm Guneş ku di heman demê de qeyûmê şaredariyê ye lê ew hatiye qewirandin û qeymeqam jê re gotiye, ‘Min ji te re hevdîtin qedexe kiriye’. Yilmazoglû got: “Zarokên min hê temenê wan 13-11 salî bûn ketin xefika tiryakê. Min serî li ku da encamek derneket. Dema qeymeqam nû tayîn bû, çend caran ez çûm ber deriye wî lê bi min re hevdîtin pêk neanî. Herî dawî jî parazvanên wî gotin hevdîtin ji te re hatiye qedexekirin û ez qewirandim. Edî dengê me bila yek bibihîse; li Pirsûsê zarok tên hejrîkirin.” 
 
'DERÛNIYA ZAROKÊN MIN XERA BÛYE’ 
 
Yilmazoglû diyar kir ku ji ber tiryakê derûniya zarokên wî jî xera bûye û wiha got: "Derûniya zarokên min ne baş e. Bi kêrê xwe birîndar dikin. Çend roj in xew ji wan re tune ye. Min bi xwe zarokên xwe avêtin girtîgehê lê ji wir jî rêveberên girtîgehê dîtine ku xwe bi xwe diaxivin bang li min kirin gotin derûniya van xera bûye, ev ne li gorî girtîgehê ne. Lê em tînin mal jî, diziyê dikin. Tiştek li malê nehiştine, yan dişkînin yan jî didizin dibin difiroşin."
 
'POLÎTIKAYÊN BÊ CEZAHIŞTINÊ PÊŞÎ LI FIROŞKARIYA TIRYAKÊ VEDIKE'
 
Yilmazoglû bal kişand ser polîtikayên bê cezakirinê ku dibin sedema zêdebûna firoşkariya tiryakê û wiha pê dê çû: "Zarokên min dema derdikevin derve pir bi rehetî dikarinê tiryakê bibînin. Li Pirsûsê tiryark weke nan û penêr tê firotin. Zarokên 12 salî jî tiryakê difiroşin. Ji ber vê yekê jî li Pirsûsê serê her malê kesek ku tiryakê bikar tîne heye. Sedem jî polîtikayên bê cezahiştinê ne, dema yek tê girtin jî roja din tê berdan. Dema wisa dibe hemû kes dibêje, em bifroşin jî tiştek bi serê me nayê û dest bi firoşkariya tiryakê dikin. Heke bên cezakirin tu kes nikare tiryakê bifiroşe."
 
POLÎSAN LÊ XISTIYE 
 
Yilmazoglû da zanîn ku ji ber ku wî zarokên xwe îxbarî polîsan kiriye, polîsan bi hinceta, 'Te çima zarokên xwe îxbar kiriye' lêdane û wiha got: “Ji bo pêydakirina tiryakê zarokên min diçûn diziya xelkê dikirin, min jî li ser vê yekê ji polîsan re îxbara wan kir. Lê polîsên ku hatin mala me heqeret li ber çavê malbatê li min kirin û ez birim emniyeta Pirsûsê. Li wir 5 polîsan li min da.” 
 
'EM Ê ÎNTIXAR BIKIN'
 
Yilmazoglû destnîşan kir ku heke zarokên wî ji xefika tiryakê nayên rizgarkirin ew ê bi hevjina xwe ve întixar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "3 sal in ji ber rewşa zarokên xwe ez nikarime karekî bikim. Rewşa me ya aborî ne baş e. Heke rêveberek dest navejê vê mijarê ez û hevjina min em ê di hûndirê sûkê de xwe bişewitînin û întixar bikin. 2 zarokên min li ber çavên me her roj dimirin.”
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin