ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin

  • rojane
  • 09:03 10 Tîrmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Seroka Şaxa ÇGD'ê ya Enqereyê Demet Aran û Serokê Şaxa TGS'ê ya Enqereyê Sînan Tartanoglû diyar kirin ku ji bo rojnamegerên sibê derkevin pêşberî dadger ew ê li Amedê bin û banga hevgirtinê kirin.

Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnamevan di 16'ê Hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş ku dosyeya wê ji ya dozê hat veqetandin, meha borî di danişîna ewil de hat berdan. 15 jê rojnamevan 17 kesên ku di 12'ê Adarê de îdianameya wan hatibû amadekirin, piştî 13 mehan, dê sibê ango di 11'ê tîrmehê de derkevin pêşberî dadger. Danişîn dê li 4’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. 
 
Rêxistinên rojnamevaniyê diyar kirin ku bi van girtinan armanc ew e ku rojnamevaniyê bitepisînin û mafê nûçe girtinê asteng bikin û bang kirin ku di 11'ê tîrmehê de her kes li Edliyeya Amedê bê hevgirtinê.
 
'EM BI HEVPÎŞEYÊN XWE RE NE’ 
 
Seroka Cemiyeta Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) a Şaxa Enqereyê Demet Aran diyar kir ku li Tirkiyeyê roj bi roj azadiya çapemeniyê kêm dibe û mafê nûçe girtina gel tê astengkirin û wiha axivî:  “Hevalên me ji ber karê rojnamevaniyê zêdeyî salekê ye di girtîgehê de ne. Di îdianameya ku 9 meh şûnde hat amadekirin de nîşanî me da ku ji xeynî nûçeyên ku çêkirine tu delîl jî tune ye. Dadgehkirina bi vî rengî dibe sedema paşveçûna azadiya çapemeniyê. Her wiha bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tê xwestin ku hevpîşeyên me ‘ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê’ nehatine girtin. Em bi hevalên xwe re ne û li dijî girtinên bi armanca bêdengkirin, tirsandin û astengkirina mafê nûçegirtinê ne.” 
 
'EM Ê LI AMEDÊ BIN’ 
 
Aran da zanîn ku divê her kes beşdarî danişîna doza rojnamevanan bibe û hevgirtinê nîşan bide û got: “Em bawer dikin ku 15 hevalên me wê di 11’ê tîrmehê de azad bibin. Em dizanin ku ev yek wê pêkan be. Divê gel piştgirî bide rojnamevanan, rojnamevanî û mafê wergirtina nûçeyan. Bi vê boneyê em hemû kesên ku rojnamevaniyê diparêzin, bi taybetî jî hevkarên xwe vedixwînin danişîna dozê ya di 11’ê tîrmehê de.” 
 
'ROJNAMEVANÎ NE SÛC E’ 
 
Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) ya Şaxa Enqereyê Sînan Tartanoglû jî bi bîr xist ku dema rojnamevan hatin binçavkirin kamera û wênekêşên wan jî wek hêmanên sûc hatin nîşandan û wiha got: "Kamera, wênekêş, kompîter û telefonên rojnamevan hatin desteserkirin. Bi desteserkirina van amûran wek mîna ku gule, bombe, çek 'destser kirin' nîşan dan.”
 
Tartanoglû destnîşan kir ku ji ber Çapemeniya Azad rastiyê dinivîse her tim bi operasyonên binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimîne û wiha got: "Em ê careke din li dadgehan bibêjin 'Çapemeniya Azad wê bêdeng nemîne'. Li dijî van bêhiqûqiyên ku tên kirin, bêdeng nemînin. Rojnamevanî dê li eywana dadgehê bê vegotin ku rojnamevanî çi ye, çawa û çima tê kirin. Em ê di 11'ê tîrmehê de careke din li pêşberî dadger bin û bêjin 'Rojnamegerî ne sûc e'. Ez ji bo nûçeyan, ji bo mafê nûçe girtinê, ji bo mafê mafên rojnamevanan banga hestiyarê dikim.” 
 
MA / Hakan Yalçin
 

Sernavên din

11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin