Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş

  • rojane
  • 09:52 5 Tîrmeh 2023
  • |
img

SÊRT - Girtiyê nexweş Selman Esmer li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê tê ragirtin û bi hinceta qerta Newrozê ku jê re hatibû şandin û piştî rêveberiya girtîgehê xwendî radestî wî kiribû, 10 meh ceza hate birîn. 

 
Girtiyê nexweş Selman Esmer li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê tê ragirtin. Ji bo berdana Esmer 13 meh mabûn ku bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza lê hate birîn. Esmer, 29 sal in girtî ye û bi hinceta ku li ser qerta Newrozê ya jê re hatiye şandin nivîsa “Newroz pîroz be!” heye, Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê 3 rojan cezayê hucreyê lê birî û lêpirsîna edlî da destpêkirin. 
 
Esmer, li dijî cezayê hucreyê îtîraz kir û ev îtîraz ji hêla Dadgeriya Girtîgeha Afyonkarahîsarê ve hate redkirin. Piştî ku îtîraz ji hêla Dadgeha Cezayên Giran a Afyonkarahîsarê ve hate qebûlkirin, cezayê hucreyê hate betalkirin. 
 
TEQÎBATA EDLÎ HATE DESTPÊKIRIN 
 
Bi boneya Newrozê ji Esmer re qerta Newrozê ya bi nivîsa “Newroz pîroz be!” hatibû şandin. Qert, ji ewil ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatibû xwendin û piştre jî radestî Esmer hatibû kirin. Piştre jî di lêgerîna qawîşê de ev qert hatibû desteserkirin û di îdianameyê de jî cih girt. Bi qebûlkirina îdianameyê re derheqê Esmer de bi îdiaya “Amûrên weke resm, pankart, sembol û hwd. ên rêxistinên sûc temsîl dike li cem xwe girtiye”, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Afyonkarahîsarê doz hate vekirin. Danişîna ewil a dozê di 2’yê hezîrana 2022’yan de hate lidarxistin û 10 meh cezayê hefsê li Esmer hate birîn. 
 
RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ RADEST KIRIBÛ
 
Esmer, di danişînê de parastina xwe kir û wiha got: “Kartpostala bûye mijara îdianameyê, bi rêya nameyê ji min re hate şandin. Ev kartpostal bîranîna Newrozê ye û piştî ku rêveberiya girtîgehê kontrol kirî radestî min hate kirin. Min jî xistibû nav albûma xwe. Piştre li qawîşê lêgerîn hate kirin û dest danîn ser. Derheqê min de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin û cezayê hucreyê hate dayîn. Min li dadgeriya înfazê îtîraz kir lê hate redkirin. Lê dadgeha cezayên giran ez mafdar dîtim. Li gorî min ev rewş, nîşaneya zexta rêveberiya girtîgehê ye. Di sicîla min a girtîgehê de xisûsên weke halnexweş hatine nivîsandin û dixwazin tişta dixwazin pêk bînin. Ew kartpostal ji hêla rêveberiyê ve hate dayîn.” 
 
BIRYARÊN DARAZÊ JINEDETÎ VE HAT
 
Şandeya dadgehê jî di hinceta biryara xwe de biryara dadgehê ya têkildarî cezayê disiplînê ku Esmer mafdar dîtibû jinedîtî ve hat û lêkolîn nekir. Gotinên Esmer ên têkildarî biryara darazê jî weke “gotinên ji bo xwe ji sûc rizgar bike” hate nirxandin. 
 
7’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Konyayê jî cezayê hefsê yê 10 mehan ku di 9’ê îlona 2022’yan de hatibû dayîn erê kir û îtîraza Esmer red kir. Bi vê yekê re cezayê li Esmer hatiye birîn teqez bû. 
 
TEDAWIYÊN WÎ TÊN ASTENGKIRIN
 
Her wiha hat diyarkirin ku tedawiyên girtiyê nexweş Esmer jî tên astengkirin. Birayê Esmer, Davut Esmer di 1’ê tîrmehê de ji bo hevdîtina cejnê çû girtîgehê. Esmer, got ku tedawiya kekê wê nayê kirin û ji bo neyê tehliyekirin jî hincetên cur bi cur tên afirandin. 
 
Esmer, da zanîn ku cezayê ji ber qerta Newrozê hatiye dayîn bi mebesta astengkirina mafê “tehliyeya bi şert” e û wiha domand: “Kekê min ev 29 sal in di girtîgehê de ye. Tenê 13 mehên wî mabûn. Lê 10 mehên din jî lê zêde kirin. Ji bilî kekê min, her wiha mafê tehliyeya bişert a Şevket Bîlîcî ku 31 sal in girtî ye û Dijwar Ebdo Îsmaîl ku 32 sal in girtî ye jî hene.”
 
NEHAT EMELIYATKIRIN
 
Bi domdarî Esmer anî ziman ku tedawiyên girtiyan dereng tên kirin û tiştên kekê wî jiyayîn wiha vegot: “Di 7’ê îlona 2022’yan de rewşa kekê min giran bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê. Di tetkîkan de hat tespîtkirin ku prostata wî pir mezin bûye û di dawiyê de aliqî ye. 10 roj piştre jî girtîgehê biriye beşa Urolojiyê. Li vir jî tetkîk hatin kirin û hate gotin ku divê were emeliyatkirin. Lê belê di encama biyopsiya hatiye kirin de wiha hat gotin; ‘Nîşaneyên penceşêrê nînin, prostata cirxweş e û ji ber vê sedemê jî piştî tedawiya bi dermanan a mehekê dê rewşa wî dîsa were nirxandin.’ Wî jî mehekî ev derman bi kar anîn. Di 31’ê çileyê de çû nexweşxaneyê, sondaya wî hate derxistin û saetekê di bin çavdêriyê de ma. Di nava vê pêvajoyê de kariya destava xwe bike lê dema vegeriyayî nexweşxaneyê rewşa wî giran bûye. Dîsa birine nexweşxaneyê û jê re hat gotin ku bi enfeksiyonê ketiye. Lê dîsa jî nehate emeliyatkirin.” 
 
JI SEDÎ 60 EMELIYAT KIRINE! 
 
Di berdewamê de Esmer bi lêv kir ku kekê wî ji bo di 6’ê adarê de emeliyeta prostatê bibe birine nexweşxaneyê lê tenê rojekê di bin muşahedeyê de hatiye girtin û dîsa li girtîgehê hatiye vegerandin. Esmer, axaftina xwe wiha qedand: “Roja ku sonda hatiye derxistin, di nava êş û azaran de ma ye. Nekariya destên xwe bişo û wisa hîs kiriye ku gurçikên wî werimî ne. Wê şevê neçar ma ku biçe beşa lezgîn. Piştre dîsa sonda pêve kirin. Dema sewqa wî hate kirin û birin nexweşxaneyê, bijîşkê emeliyata wî kirî jê re got; ‘me nekarî emeliyatê tam bikin. Me tenê karî ji sedî 60’î emeliyatê bikin. Ji ber ku makîne xerab bû, me nekarî hedefa xwe ya ji sedî 75’ê pêk bînin.’ Hefteyek piştî emeliyatê haya wî ji vê rewşê çêbû. Diviya careke din emeliyat bûbûya û di 13’ê nîsanê de dîsa emeliyat bû. Piştî emeliyatê sonda hate derxistin. Ev nêzî du hefte ne rewşa wî nediyar e û di bin çavdêriyê de ye. Ji ber sondayê di laşê kekê min de birîn çêbûne. Divê tedawiyên kekê min tam û bêkêmanî min. Ji ber ku nexweşiyên wî yên giran, dê li cem malbata xwe baştir were tedawîkirin. Lewma divê were berdan.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

08/07/2023
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan