'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'

  • rojane
  • 09:36 4 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Veysî Aydin, birayê Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin, bilêv kir ku heya mejiyê dewletê neguhere, dosyeya Vedat Aydin û yên mîna wî dê neyên ronîkirin û got ku heta meseleya kurd bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin, dê ev feraset neguhere.

 
Di ser mirina Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin re ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin, 32 sal derbas bûn. Doza der barê kuştina Aydin de jî ku di cinayeteke "kiryar nediyar" de hat kuştin, wekî dozên din ên JÎTEM'ê bi hinceta dem di ser re derbas bûye, hat betalkirin. Aydinê ku tevî 12 hevalên xwe yên bi navê "Koma Bismilê" dihat naskirin, ji Lîseya Ziya Gokalp a Amedê hat avêtin û lîseyê li Qoserê temam kir.
 
Aydin ku di dema Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de, ji ber ku di nava Komeleyên Kurd ên Şoreşger ên Demokratîk (DDKD) de bû, hat girtin û 4 salan di girtîgehê de ma. Aydin, piştî îşkenceyeke 90 rojî di dema darbeya leşkerî de, bi komek rewşenbîrên kurd re bi avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkoşîna xwe berdewam kir. Aydin, di sala 1990'î de ji bo Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê hat hilbijartin û di 28'ê Cotmeha 1990'î de ji ber ku di Civîna Giştî ya ÎHD'ê ya Enqereyê de bi kurdî axivî, hat girtin. Aydin ku ji ber parastina xwe ya bi kurdî ya li dadgehan dihat naskirin, piştî 4 mehên girtîgehê, di Îlona 1990'î de ji bo Serokatiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û di Hezîrana 1991'ê de jî ji bo Serokatiya HEP’ê ya Şaxa Amedê hat bijartin. 
 
JI ALIYÊ JÎTEMÊ VE HAT BINÇAVKIRIN
 
Aydin ku ji ber axaftina bi kurdî hat girtin, piştî hat berdan ji hevjîna xwe Şukran Aydinê re got: “Ji ber ku ez bi kurdî axivîm hatim girtin, min parastina xwe bi kurdî kir, lê hatim berdan. Ev tê çi wateyê? Wê min ji holê rakin.” Piştî van gotinên Aydin, di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de ji aliyê 3 personelên JÎTEM'ê ve ku xwe weke polîs dan nasîn, bi gotina "EM ê ji bo îfadeyê wî bibin midûriyeta polîsan" li mala xwe hat binçavkirin. Parêzerê Aydin, piştî binçavkirinê di cî de serî li Midûriyeta Polîsan da, lê belê jê re hat gotin ku Vedat Aydin ne li wir e. Serê sibê hevjîna Aydnin û parêzerê wî serî li hemû saziyên îdarî, edlî û leşkerî yên Amedê dan. Lê rayedaran ji wan re got, "Haya me tune ye."
 
CENAZEYÊ WÎ JÎ TEHEMUL NEKIRIN
 
Cenazeyê Aydin ku di 38 saliya xwe de bi îşkenceyê hat qetilkirin, di 7'ê Tîrmeha 1991'ê piştî hin agahiyên rojnamegerekî, li ser rêya Erganî-Madenê hat dîtin û wekî "kesê nenas" li Goristana Madenê hat definkirin. Paşê goristan hat vekirin û derket holê ku cenazeyê ku îşkence lê hatibû kirin û veşartin, yê Vedat Aydin e. Cenazeyê Aydin ji hêla malbata wî ve hat wergirtin û di 10'ê Tîrmeha 1991'ê de li Amedê ji aliyê bi hezaran kesan ve ber bi Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê ve hat birêkirin. Lê di dema birêkirina cenaze de polîsan êriş bir ser girseyê û di encama êrişa polîsan de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.
 
Dosyeya ku li herêmê weke yekemîn dosyeya lêpirsînê ya cînayetên “kiryar nediyar", piştî 30 salan, di 5'ê Tîrmeha 2021'ê de bi hinceta ku dem di ser re derbas bûye hat betalkirin. 
 
HER TIM JI BO MAFÊN GELÊ KURD TEKOŞIYAYE
 
Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin behsa birayê xwe kir. Aydin anî ziman ku Vedat Aydin ji bo mafên gelê kurd têkoşiyaye. Aydin diyar kir ku piştî lîseyê kesayeta birayê wî ya siyasî pêşketiye û di nava lêgerînekê de bûye û wiha got: “Her tim digot ‘Pêşiyê ez mirov im, bi dû re jî kurd im. Mafên kurdan nayên naskirin’ û heta dawiyê jî, ji bo vê yekê tekoşina xwe berdewam kir.”
 
‘XWEDÎ ŞEXSIYETEKE MILÎTAN BÛ’
 
Aydin anî ziman ku Vedat xwedî "şexsiyeteke milîtan bû" û diyar kir ku asîmîlasyona li ser gelê kurd, desteserkirina mafên wan û parçekirina erdnîgariya Kurdistanê dixwend. Aydin got ku piştî salên zanîngehê kurdan dest bi rêxistinkirinê kiriye û Vedat jî di nav DDKD’ê de bûye. Aydin anî ziman ku kesayeta Vedat Aydin a netirs û şerker nêrîna dewletê ya li hemberî wî jî ava kiriye û wiha got: “Dewlet tu carî qebûl nake ku muxalefet û kurd bi dilxwazî û bêtirs enerjiyeke baş bidin civakê. Wê serdemê di salên zanîngehê de, Vedat bû kesayetekî polîtîk. Rêxistinên ku ji bo bidestxistina mafên desteserkirî yên hemû civakê têkoşînên micid didan, di demeke wiha de ku siyaseta demokratîk û siyaseta serxwebûnê di nava tevgerên Kurdan de li hev diçûn, Vedat bi piranî nêzî fikra 'Kurd gel in û divê bibin xwedî dewlet’ bû. Me her tim hewldana wî ya milîtan dît. Nas, heval û rêxistina wî jî ev yek didît. Heta cûntaya 12’ê Îlona 1980’î. Cûntaya 12’ê îlonê wek dozerekê di ser tevgerên siyasî yên kurd re derbas bû. Hemû kes bi awayekî hatin tasfiyekirin. Girtîgeh û odeyên îşkenceyê bi ciwanên kurd tijî bûn. Vedat jî para xwe jê girt. Hat binçavkirin û di Girtîgeha Amedê de ma."
 
‘LI DIJÎ BÊNASNAMEKIRINÊ, LI HÊLA BERXWEDANÊ CIH GIRT’
 
Aydin bibîr xist ku di wê demê de li girtîgehê bi armanca jiholêrakirina kesayeta kurd û bi tevahî bênasnamekirina kurdan polîtîkayên taybet dihatin meşandin. Aydin da zanîn ku Vedat jî li dijî bênasnamekirinê li hêla berxwedanê cih girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vedat di eywanên dadgehê de qala îşkenceyên li girtîgehê dikir. Vedat bêrûmetiya ku li wî dihat kirin, qebûl nekir û li dijî vê yekê xwedî helwest bû." 
 
‘VEGUHERÎ KESAYETEKE MAFPARÊZ’
 
Aydin bi lêv kir ku gava Vedat Aydin di sala 1984'an de gava ji girtîgehê derketiye gotiye "Me rojên zehmet derbas kirin, lê me ew têk birin, ez ê bêriya civaka girtîgehê bikim." Aydin diyar kir ku Vedat ji kesayeta milîtan a tevgerekê veguheriye kesayeta kurd a ku mafên gelan diparêze û wiha berdewam kir: "Vedat xwedî fikra ‘Dewletê di şert û mercên zehmet de em ji hev cuda nekirin, hewl da ku heman tiştî bîne serê me. Ji ber vê yekê dewlet me hemûyan weke kurd pênase kir û divê em jî li gor vê yekê tevbigerin. Divê em nakokiyên xwe deynin aliyekî û li ser xalên hevpar bisekinin’ bû."
 
‘JI BER KURDÎ BÛ HEDEF’
 
Aydin anî ziman ku ne tenê dewlet, gelek hevrêyên birayê wî jî li dijî axaftina bi kurdî bûn û ev tişt anîn ziman: “Nexwestin Vedat bi kurdî biaxive, hewl dan ku mudaxele bikin. Dema ku Vedat jî di axaftina kurdî de israr kir, demekê girtî ma. Ji ber ku Vedat bi zimanê gelê ku bi salane nayê qebûlkirin diaxivî, bû hedef."
 
‘BI HEBÛNA XWE BAWERÎ DA GELÊ KURD’
 
Aydin diyar kir ku birayê wî yê mezin di nava xebatên avakirina partiyê de bi gotina "Ez ji bo vî karî amade nîn im, lê dîsa jî ez ê bikim" erka serokatiya bajêr ya HEP'ê girtiye ser xwe. Aydin anî ziman ku Vedat bi hebûna xwe bawerî da gelê kurd û civaka xwe û diyar kir ku wê demê li hemberî cenazeyan bêhurmetî hebû û definkirina wan zehmet bû. Gerîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dan dihatin dîtin û radestî malbatên wan dihatin kirin. Êdî her kesî dest bi xwedîderketina cenazeyên xwe dikir. Xwedîderketina li cenazeyan dewletê bêzar dikir û çareseriyê jî di hilweşandinê de didît. Li şûna ku Vedat bigirin û biavêjin girtîgehê, dest bi tasfiyekirina wî ya fîzîkî kirin. Vedat ji me re behsa gefên ku li wî hatine xwarin dikir. Ji ber ku çalak bû, di hedefê de bû.”
 
‘EM BI WÎ SERBILIND IN’
 
Aydin anî ziman ku birayê wî kesên li derdora xwe hişyar dikir ku bila hay ji xwe hebin û bi tena serê xwe neçin tu derî û wiha berdewam kir: “Teslîmiyetê li Vedat ferz kirin, lê wî qebûl nekir. Em vê yekê ji tomarên dengî yên ku derketine dizanin. Vedat çêr û heqaretê li wan dikir. Her wiha dengên îşkenceyê jî dihatin. Hin kes hene ku mirina asayî heq nakin. Divê mirina wan jî weke kesayetên wan awarte be. Taybetmendiyeke wiha ya Vedat hebû û mirina wî jî bi vî awayî bû. Weke malbata wî, me bi kuştina wî re li ber xwe da, lê me nedikarî mirina Vedat di nav nivînên wî de qebûl bike. Li gelê xwe xwedî derdiket, gelê wî jî li wî xwedî derdiket û hêj xwedî derdikevin. Ji ber ku em malbata wî ne, me gelek zehmetî dîtin, lê mîrateya ku wî ji me re hiştiye, her dem rûmet e. Ew nirxek ku bi pere, mal û milk nayê pîvandin e. Em hertim bi wî serbilind in.”
 
‘DOZA WÎ, WEKE DOZEKE EDLÎ HATE DÎTIN’
 
Aydin da zanîn ku lêpirsîna der barê qetilkirina Vedat Aydin de wekî dozeke edlî hatiye dîtin û di 5'ê Tîrmeha 2021'ê de bi biryara "dem di ser re derbas bûye" doz hatiye betalkirin û wiha domand: "Wê demê me dizanibû ku ev operasyona dewletê ye. Ew ne tiştek bû ku kesek bi serê xwe organîze bike û fikir aîdê hemû dewletê bû. Bi vî awayî lêpirsîn hat kirin û pêvajo her tim bi vî rengî pêşketiye ku heta piştî 32 salan qediya. Delîl nehatin nirxandin, ev yek ji aliyê dewletê ve hat kirin. Bi hesaba heke pêwîst be dê careke din bê kirin dozên Vedat Aydin, Musa Anter û gelek dozên bi vî rengî bi demborînê betal kirin. Dema Vedat hat qetilkirin, rêveberiya navendî ya rastgir desthilatdar bû. Pişt re rastgir û sosyal demokrat hatin ser desthilatdariyê û ev zîhniyet neguherî. Hewl dan ku vegerin zihniyeta berê ku kurdan paşguh bikin û heta niha jî xwedî wê hişmendiyê ne. Heta ku ev mejiyê dewletê neguhere, dosyayên Vedat Aydin û yên mîna wî neyên ronîkirin û heta çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd neyê qebûlkirin ev mejî jî naguhere."
 
‘KESAYETÊN BEDEL DANE, ZÛ NAYÊN JIBÎRKIRIN’
 
Aydin anî ziman ku Vedat Aydin doza çaraserkirian meseleya kurd dikir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêbazeke demokratîk a ku mirov qebûl bike, rêbaza Vedat Aydin jî bû. Gelê kurd jî dê vê rêbazê qebûl bike. Fikra Vedat hê jî nûjen e û hêj jî piştgirî dibîne. Kesayetên ku bedel dane ji bo gelê Kurd bi hêsanî nayên jibîrkirin. Wan erka xwe ya li hemberî gel pêk anîn, gel jî li hemberî wan erka xwe pêk anî."
 
MA / Bazîd Evren - Mujdat Can
 

Sernavên din

05/07/2023
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe