Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye

  • rojane
  • 13:05 3 Tîrmeh 2023
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, mutalaaya Doza Kobanê weke “manîfestoya armancên îktîdara siyasî” nirxand û wiha got: “Doza Kobanê, parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar rûniştina serê sibehê ya 26’emîn danişîna Doza Kobanê ku ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê şopand û piştre jî li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan û Serhat Eren jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘EV DOZA KOMPASÊ YE’ 
 
Sancar, Doza Kobanê weke “Doza Kompasê” pênase kir û got ku twîta MYK’a HDP’ê weke hinceta destpêkirina lêpirsînê hatiye nîşandan. Sancar, diyar kir ku twît di sala 2014’an de hatiye avêtin lê lêpirsîn di sala 2020’an de hatiye destpêkirin û wiha got: “Anku ji ber twîtekê doz hate vekirin û hemû endamên MYK’a me di nav de ne. Qonaxên Doza Kobanê li gorî pêdiviyên siyasî yên îktîdarê hatin sererastkirin. Armanca esasî ya vê dozê jî ew e ku talûkeya DAIŞ’ê bidin jibîkirin. Di bangawaziya HDP’ê jî banga piştevaniya li dijî wehşeta DAIŞ’ê dihat kirin û bangawaziyeke aştiyane bû.”
 
ÎKTÎDARÊ NEXWEST DEREWÊN WÊ DERKEVIN HOLÊ 
 
Bi domdarî Sancar gotinên wezîrên peywirdar ên demê ku ji bo bûyerên 6-8’ê Cotmehê pênaseya “lîstikên qirêjî” dikirin bi bîr xist û wiha domand: “Vê îktîdarê tu carî nexwest û destûr neda ew lîstikên qirêjî û xwînî bên ronîkirin. Xebatên partiya me yên ji bo vê mijarê jî hatin astengkirin. Hemû pêşnûmepirsên me yên têkildarî vê mijarê hatin redkirin. Partiya me xwest her tiştekî wê demê bi zelalî derkeve holê. Ji ber ku geşedanên piştî wê dîrokê pêşketin, yek bi yek parçeyên planên ji bo avakirina rejîmê bûn. Îktîdar bi doza kompasê ya Kobanê hewl dide tolê hilîne. Rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê û têkçûna AKP’ê ya di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de, di îktîdara AKP’ê de travma çêkir. Xwestin bi rêya doza kompasê hem tola têkçûna DAIŞ’ê û hem jî ya têkçûna hilbijartinê hilînin.” 
 
PLANÊN AKP’Ê YÊN SÛRIYEYÊ TÊK ÇÛN
 
Di berdewamê de Sancar, bi lêv kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê planên AKP’ê yên li Sûriyeyê têk çûne û wiha pê de çû: “Neçar man ku siyaseteke nû pêş bixin. Ew siyaset jî ew e ku destkeftiyên kurdan tune bikin. Ev doz jî parçeyeke van êrişa ye. Doza kompasê ya Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye. Armanca esasî ya îktîdarê ew e ku siyaseta demokratîk bi temamî tesfiye bike. Ev doz, her wiha bû pêşqonaxeke Doza Girtina HDP’ê. Di îlona 2020’ê de li dijî endamên MYK’a me operasyon hate kirin û 6 meh piştre jî doza girtinê ya HDP’ê vekirin. Anku ev doza bi temamî bi armancên siyasî hatiye vekirin. Tu aliyên wê yên hiqûqî nînin. Ne bi hiqûqa gerdûnî ne jî bi ya navxweyî dikin. Berevajî, hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Hevalên me ji mafên xwe tên mehrûmkirin, mafê parastinê tê xespkirin, daxwaza berfirehkirina lêpirsîn û teqîbatê nayên qebûlkirin. Periyodên danişînan jî li gorî armancên îktîdara siyasî tên lidarxistin. Di dîroka hiqûqî û siyasî ya cîhanê de rûreşiyeke wiha tune ye.” 
 
DOZA KOMPASÊ LI SER ME TÊ CERIBANDIN 
 
Sancar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema wexta wê hat dê ev doza li ser me tê ceribandin, li ser hemû muxalîfan bê ceribandin. Rêbaza herî baş a li dijî van kompasan jî têkoşîneke hevpar a demokratîk û civakî ye. Di mijara doza kompasê ya Kobanê de partiyên muxalîf jî tiştek nekirin. Lê yên dixwazin li welêt edaletê serwer bikin, divê têkoşîna demokratîk a hevpar mezin bikin. Ev doz, her wiha xefikeke li dijî aştî û demokrasiyê ye. Dixwazin bi vê dozê re hêviya aştiyê jî bidarizînin. Dixwazin pêşî li ber hewldanên çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bigirin. Mutalaaya dozger ji 5 hezar û 200 rûpelan pêk tê. Lê tu argûmanên hiqûqî tê de tune ne. Mutalaa, manîfestoya ku hedef û nêrîna siyasî ya îktîdarê vedibêje. Di îdianameyê de tenê derew hatine rêzkirin, biryarên DMME’yê tune hatine hesibandin û sepana şahidên nepen êdî tu sînoran nas nake. Dixwazin hevalên me bi îdianemeyek wiha bên cezakirin. Ji ber sekna wan a di eywanên dadgehan de, spasiya hemû hevalan dikim. Em jî dê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin.” 
 
KOMKUJIYA ÇORUMÊ 
 
Herî dawî jî Sancar, qurbaniyên Komkujiya Çorumê bi bîr anî û got ku tê têkoşîna wan a ji bo tunekirina bêedaletiyê her bidome 
 

Sernavên din

05/07/2023
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe