Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin

  • rojane
  • 09:03 27 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Girtiyê nexweş Nevzat Ozturk 31 sal û 4 meh in girtî ye. Lijneya Îdare û Çavdêriyê Ozturk bi tevlênebûna aktîvîteyeke ku di dema pandemiyê de nehatiye kirin nebûye, cezayê Ozturk ji bo 3 mehan taloq kir. 
 
Nevzat Ozturk, di sala 1992'yan de li Stenbolê hatiye binçavkirin û piştî 14 rojên di binçavan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DMG) ve bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekpareriya dewletê" cezayê muebedê lê hatiye birîn. Ozturk ku piştî tê girtin û wî dixin Girtîgeha Bayrampaşayê, heya niha sewqî 5 girtîgehan hatiye kirin. Ozturk ku nexweş e, di 23'yê hezîranê de înfaza xwe temam kiriye lê ji ber rapora Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê nayê berdan. 
 
Berdana Ozturk bi hinceta ku "zêde ceryan xerc kiriye" û "pirtûkên pirtûkxaneya girtîgehê baş nexwendiye" 3 mehên din jî hat taloqkirin.
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bariş Marhan, biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê û binpêkirina mafên girtiyan de axivî. 
 
Marhan da zanîn ku li Girtîgeha Bolûyê 15 girtiyên divê bên berdan hene û got ku gelek ji wan nexweş in, lê ji ber biryarên "kêfî" yên Lijneya Îdare û Çavdêriyê nayên berdan. Marhan diyar kir ku li girtîgehê krîzê li dilê Ozturk xistiye û ji xeynî vê gelek nexweşînên kronîk pê re hene. 
 
MUAYENEKIRINA BI KELEMÇE
 
Mayhan bilêv kir ku der barê jiyana Ozturk de fikarên wan hene û ev tişt gotin: "Du meh berê gava krîzê li dilê muwekîlê min xist, li nexweşxane muayeneya kelemçekirî lê ferz kirin. Muwekîlê min qebûl nekir. Cendirmeyê li wir ji bijîşk re got, 'Hûn dikarin bi vî awayî tedawî bikin?' Bijîşk jî got, 'Ji bo min xem nake, ez dikarim.' Lê muwekîlê min qebûl nake. Paşê cendirme ji muwekîlê min re dibêje, 'Ez dikarim girtekê çêbikim, lê tu nehêjayî kaxezeke dewletê yî jî.' Kesekê ku krîzê li dil xistibe divê ji stresê dûr be, lê di dema tedawiyê de rastî muameleyeke wiha derî mirovhaiyê tê." 
 
Marhan destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên berdan û got ku îşkence û muameleyên xirab bi awayekî sîstematîk tên kirin. Marhan da zanîn ku sedemeke neberdana Ozturk jî ew e ku ji ber ku tev li aktîvîteyeke di dema pandemiyêd e nebûye. Marhan bibîr xist ku di dema pandmeiyê de aktîvîteyên sosyal jixwe hatibûnq edexekirin û got ku ji ber ku tev li aktîvîteyeke nehatiye kirin nebûye 23,75 pûan dane wî. Marhan wiha domand: "Me îtiraz kir. Dadgeriyê jî ev biryar xera kir. Dadgeha Cezayê Giran jî ev biryar xera kir. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê biryareke berevajî vê digire. Xwe di ser dadgehê re dibîne û biryara dadgehê pêk neanîn. Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 15'ê hezîranê de car din kom bû, lê vê biryarê betal nekir. Bi vî awayî berdana mekîlê me hat taloqkirin." 
 
Marhan destnîşan kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê veguheriye dadgehekê û got ku ew vê wekî rengvedana statuya dîlgirtiyên şer dinirxînin. 

Sernavên din

27/06/2023
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne