Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin

  • rojane
  • 09:01 27 Hezîran 2023
  • |
img
MELETÎ - Gundên kurdên elewî yên li navçeya Çirmikê bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin. Xelkê gundan ku bi çandiniyê debara xwe dikin diyar kirin ku şîrketên kana keviran bandorê li ser çandiniya wan dike û ji ber gundên kurdên elewî ye destûra şîrketa kana keviran hatiye dayîn. 
 
Meletî ku bi xwezaya xwe dewlemend e û piranî welatiyên Meletiyê bi çandinî û mişmişan debara xwe dikin. Xweza û axa Meletiyê bi şîrketên madenê û kana keviran tê talankirin. Tevî ku li gor qanûnên heyî jî divê ku şîrketên madenê an jî kana keviran neyên vekirin lê li gel nirxandina herêmê jî şîrket tên vekirin. Ev şîrketên tên vekirin bandorek neyînî li ser xwezayê, qadên çandiniyê û jiyana mirovan dikin. 
 
Li gundê Ornekê ku gundê kurdên elewî ye 7 mezrayên wê hene. Zêdan, Budali, Uşagi, Mamazar, Cevîzkoyu, Yukarikîlîse, Aşagikîlîse bi ser gundê Ornekê ve ne. Gundê Ornekê jî bi ser navçeya Çirmikê ya Meletiyê ve ye. Ev gund û mezrayên wê bi 12 şîrketên kana keviran hatiye dorpêçkirin. Şîrketên kana keviran ku bi raporên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) li herême micûr tê hilberandin. Ev yek rûxandinek zêde li xwezaya gundan dikin. Tevî cihên ku 12 kana keviran hatine vekirin nêzî xanî û zeviyên şeniyên gundin jî ÇED'ê destûr daye ku ev şîrket li wir xebatê bikin. 
 
Her wiha gundê Gozenê ya navçeya Çirmikê ku di erdhejê de bibandor bûbû jî 15 kanên keviran hatine vekirin. Şeniyên gundên Gozenê ku bi çandiniyê debara xwe dikin ji xebatên şîrketan li herême gilî û gazinên xwe anî ziman û daxwaza wan ew e ku demildest ev şîrket ji gundên wan bên rakirin.  Her wiha Serokê Şeredariya Çirmikê Mehmet Çinar jî bi raporên ÇED'ê li mezraya Zêdanê ku debara niştecihên mezrayê li ser çandiniyê ye şîrketa kana keviran vekiriye û ji cihê çandiniyê karê micûr tê kirin. Li gundê Ornekê û Gozenê welatiyên ku ji Ajansa Mezopotamya re axivîn û anîn ziman ku bi zanebûn gundên kurdên elewî bi raporên ÇED'ê ji aliye şîrketan ve tên talankirin û armanca wan valakirina gundan e. 
 
'GUNDÊ KURDÊN ELEWÎ DIBIN HEDEF’ 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Meletiyê û di heman deme de şeniyê gundê Ornekê Medet Kilinç bi lêv kir ku taybetî gundê kurdên elewî ji bo şîrketên kana keviran hatine hilbijartin û wiha got: "Bi destûra raporên ÇED'ê xwezaya gund tê talankirin. Debara şeniyên gund li ser mişmiş û çandiniyê ye. Lê kana keviran bandor li ser debara mirovan jî dike. Şeniyên gund tune dihesibînin. Xwezaya gundê kurdên elewiyan bi destê van şîrketan tê talankirin. Me gelek caran dan mehkemê lê tu encamek derneket. Divê şîrketên kana keviran li qada jiyana mirovan nayên vekirin. Anku toz û dû ya wan xetereyeke mezin li ser tenduristiya mirovan dike. Yek jî kana keviran a serokê şeredariya Çirmikê Mehemet Çinar li vir heye, serokê şeredariye destûra ÇED'ê hem ji bo xwe hem jî ji bo şîrketên din derdixe. Em vê yekê qebûl nakin û dixwazin ev şîrket demildest ji nav xwezaya me bên rakirin."
 
'DI NAV ZEVIYAN DE KANA KEVIRAN NABE'
 
Li heman gundî Fehmî Yuceturk ku di nava reze xwe de ji ajansa me re axivî bal kişand ser xetereya şîrketan a li ser zeviyan û wiha got: "Kana keviran li nêzî rezê min hatiye vekirin. Toz û dûmana kana keviran hemû ji ser reze min belav dibe. Her wiha ava me ya sondajê jî ji ber xebatên kana keviran kêm dibe. Bandoreke mezin li zeviyên me dike, ji ber wê em dixwazin demildest kana keviran ji gundê me bê rakirin. Heke meriv nekarî cihekî debara xwe bike meriv neçarî koçberiye dibe. Lê em li ser vê axê mezin bûn, ev axa me ye. Lê debara me jî li ser çandiniyeyê ji ber van kanên keviran em nikarin çandiniyê bikin. Anku yan bila ev kana keviran ji vir rabe yan jî em koç bikin. Di nav zeviyên çandiniyê de şîrketên kana keviran nabe."
 
‘DEWLET JÎ PIŞTGIRIYA ŞÎRKETAN DIKE’
 
Kamber Yeşîlçayir ê ji mezraya Zêydan anî ziman ku dema şîrketên kanên keviran li mezra û gundê wan vebûye şêniyên gund û niştecihên mezrayê li dijî kana keviran derketine lê şîrketên kana keviran bi hêza dewletê li gund û mezraya wan bi kana keviran dorpêç kirine. Yeşîlçayir wiha axivî: "Herêma me hemû cihên çandiniyê ye, bandor li ser çandiniya me dike. Dema dînamît tên teqandin weke ku erdhej bibe em ditirsin. Wesayîtên giran ên şîrketan di ber deriyê me re derbas dibin ji bo zarokên me jî xetereyan çêdikin. Çend roj berê hindik mabû ku zarokên me di bin wesayîta giran a şîrketê de bimîne. Em bi zorê gihîştin. Toz û dûmana xwe pir zêde ye, fêkiyên ku em diçînin tevahî di nav tozê de dimîne. Em dixwazin demildest şîrketên kana keviran ji vir rabin." 
 
'DIXWAZIN GUNDAN VALA BIKIN'
 
Li heman mezrayê Menderes Gul jî diyar kir ku bi şîrketên kana keviran tê xwestin gundê wan bê valakirin û wiha got: “Ji dengê xebatên şîrketên kana keviran em nikarin rakevin. Her wiha wesayîtên giran ên şîrketan li ber deriyê me re derbas dibin. Em jî sewalkariyê dikin sewalên me li van deran in ji bo wan jî xetere ye. Dema ba tê toz û dûmana kana keviran hemû tîne nava gund belav dike. Ji ber ku li vir gundê elewiyan e derdora me bi şîrketên madenê dorpêç kirin e. Bi vê yekê dixwazin van gundan vala bikin. Anku yan em ê biçin an jî ew ê biçin. Em gilî dikin jî tu encam jê dernakeve.” 
 
'DIVÊ EV ŞÎRKET LI GUNDÊ ME BÊ RAKIRIN'
 
Li gundê Gozanê ku ji erdhejê bandor bibû welatiyê bi navê Cûmali Demîr jî destnîşan kir ku zeviyên wan ên çandiniyê bi destê şîrketan hatine desteserkirin û got: "Sala ku kana madenê li gundê me vebû min da mahkemeyê. Li ser erdên me kana kaviran vekirin. Xaniyên me li vir in, derdora me tevahî di nav toz û dûmanê de dimîne. Ev toz û dûman jî ji bo tenduristiya me xetereyan derdixe. Me serî li mehkemê da û mehkemê jî maf da me lê merivên dewlemendin hêza me nagihîje wan. We rojê li vir dînamîtek teqandin em hemû tirsan derketin derva qey me got xaniyên me dihejin. Qaraqol jî li wir e lê li rex qereqolê dînamîtan diteqînin lê kes ji wan re tiştekî nabêje. Daxwaza me ew e ku demildest ev kana keviran bê rakirin. Di nav erdên çandiniyê de kana keviran nabe. Divê di nav qada jiyana mirovan de şîrketên kana keviran nayên vekirin. Divê demildest ev şîrket li vir bê rakirin."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

27/06/2023
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne