Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye

  • rojane
  • 11:30 25 Hezîran 2023
  • |
img

AMED - Ji şahidên Komkujiya Licê û Berdevkê Platforma Lice li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz bertek nîşan da ku doza komkujiyê ji ber mirina leşkerên bersûc hate betalkirin û wiha got: “Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye.” 

 
Di 22’ê Cotmeha 1993’an de li navçeya Licê Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan ê Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin. Derheqê komkujiyê de doz hatibû vekirin û Fermandarê Alaya Amedê Albay Eşref Hatîpoglû weke bersûc dihat darizandin. Bi mirina Aydin re doz hate betalkirin. Ji şahidên Komkujiya Licê û Berdevkê Platforma Lice li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz ku di komkujiyê de zavayê xwe winda kiribû, bertek nîşanî encama dozê da. 
 
XWE DI DAÎREYA KAZANÊ DE VEŞARTIN 
 
Kaymaz, da zanîn ku di dema komkujiyê de xwendekarê dibistana amadehî bû û wiha qala wan rojan kir: “Piştî dengê çekan, bombebaran dest pê kir. Me dît ku helîkopter û balafir difirin. Wê demê her tim gund dihatin şewitandin û me ji ewil got tiştekî wisa dibe. Demek piştre me dît ku dibistana me jî tê gulebarankirin. Di wê navberê de midûrê dibistana me li emniyetê geriya û got; ‘Li vir xwendekar hene û divê em ji vir derkevin.’ Midûrê emniyetê jî jê re got; ‘Em nikarin tu alîkariyan bidin we. Di vê kêliyê de tu kes nikare ji vir derkeve.’ Li ser vê yekê jî 450 xwendekar çûn daîreya kazanê. Her ku dem derbas dibû, dû zêdetir bû. Me dît ku mal tên şewitandin.” 
 
HER DEVER ŞEWITANDIN 
 
Berdevkê Platforma Lice li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz
 
Bi domdarî Kaymaz anî ziman ku saet di 18.00’ê de li ser radyoyê hat ragihandin ku pevçûnek derketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibistana em lê diman tam di navenda bûyeran de bû. Bi qasî ku me dîtî ne tu aliyên dijber û ne jî tu pevçûn hebûn. Hevalên me yên ji bo peydakirina xwarinê derketin derve gotin; ‘tevahiya sûkê hatiye şewitandin. Mamoste û xwendekar jî di nav de gelek kes hatine kuştin û li erdê bûn.’ Em bi şev li dibistanê man û piştre bi hev re ji dibistanê derketin. Dema em gihiştin sûka navçeyê leşkeran pêşî li me girtin û raste rast gulebaran kirin. Di wê navberê de polîsekê di lojmanên emniyetê de derket şaneşînê û gule berdan hewa. Got; ‘ew xwendekarin, dev ji wan berdin.’ Li ser vê yekê gule li wî reşandin û neçar ma ku bikeve hundir. Piştre destûr dan ku em biçin malên xwe. Dema em gihiştin malê her kes li benda me bû. Min jî got; ‘her der şewitandine, gelek kuştî hene, Alî yê xwediyê qehwexaneyê miriye.’ Dema min wisa gotî, dayika min ji nişkan ve qîriya. Dayika min got; ‘zavayê me.’ Dema min li cilên xwe nihêrtî, min dît ku guleyekî cilên min kun kiriye û derbas bûye.” 
 
Bi domdarî Kaymaz anî ziman ku leşkeran hewl dane mala wan jî bişewitînin û wiha pê de çû: “Leşker hatin cem mala me û gotin; ‘derkevin em ê malê bişewitînin.’ Leşkerekê din hat û got; ‘hûn dê vê malê neşewitînin.’ Fermandar jî got; ‘Malê neşewitînin, hinek gilêşî bişewitînin û bila dû derkeve. Wê demê bibêjin me şewitand.’ Bi rastî jî wisa kirin. Piştre em birin stadyûma navçeyê. Tevahiya gel li wir kom kirin. Dema em dibirin stadyûmê, me dît ku leşker kargehên me talan dikin û piştre jî dişewitînin. Ez bi xwe bûm şahidê vê.” 
 
DMME’YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR 
 
Di berdewamê de Kaymaz bi lêv kir ku piştî komkujiyê, di sala 1996’an de bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serî li dadgehê dane û ev tişt anî ziman: “Doz, piştre jî çû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Dewlet sûcdar hate dîtin. Wê demê biryar hate dayîn ku alîkariya madî bidin her kesî. Ji bo ku em têkildarî pêvajoya dozê û komkujiyê agahiyên rast bidin raya giştî, me Platforma Lice li Edaletê Digere ava kir. Di girtina dozê de polîtîkaya tunekirin û înkarê ya dewletê heye. Me ev yek di her demê de dît. Di salên 90’î de konsepta tunekirina kurdan hebû. Ev konsept, bi mirina Turgut Ozal re dest pê kir û bi komkujiyên Sêwas, Cizîr, Licê, Pasûr, Nisêbînê berdewam kir. Hemû bûyerên di navbera salên 1993-1994’an de qewimîn, eleqeya xwe bi hev ve heye.” 
 
‘DOZ BI DAWÎ NEBÛYE’ 
 
Kaymaz, diyar kir ku divê kesên komkujî organîze kirine derxînin holê û siyasetmedar û burokratên berpirsyartiya wan tê de heye hesabê bidin. Kaymaz,a xaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pirsgirêka me bi burokrasiyê re ye. Felsefeya platforma ne tolhildan e. Dîtina muxataban û birêvebirina pêvajoya heqîqetê ye. Divê dewlet dev ji polîtîkaya necezakirinê berde. Vê pêvajoyê bi vî rengî dimeşîne û bingeha komkujiyên nû amade dike. Divê bi van sûcan re hevrû bibe. Îfadeya qeymeqam a di dosyayê de pir zelal e û dibêje ‘me tu rêxistin nedîtin.’ Divê dewlet bi civakê re hevrû bibe. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê ev pevçûn jî bi dawî nebin. Dê têkoşîna me bidome. Erê rast e doz hatiye betalkirin lê hêj bi dawî nebûye.” 
 

Sernavên din

27/06/2023
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne