Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin

  • rojane
  • 09:00 25 Hezîran 2023
  • |
img

MELETÎ - Erdal Tûncel ku berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin, wiha got: "Tevî ku cezayê girtiyan diqede jî bi hincetên li dijhiqûqî nayên berdan. Ji ber vê meriv nikare vê yekê weke 'şewitandina înfazê' pênase bike, ev dîlgirtin e." 

Piştî qanûna nû ya înfazê ya girtîgehan bi hincetên keyfî yên Lîjneya  Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehan berdana girtiyên siyasî tê taloqkirin û tevî cezayê wan qediyayê jî nayên berdan. Tevî serdan û çalakiyên li dijî vê pêkanînê jî pirsgirêka înfazê ya girtîgehan her diçe kûrtir dibe. Yek ji van girtiyan jî Erdal Tûncel bû. Berdana Tûncel 5 caran hatibû taloqkirin. Tûncel ku di sala 2012'an de di çarçoveya doza KCK'ê ya li Elihê de hatibû girtin, 13 sal ceza li wî hatibû birîn. Înfaza cezayê Tûncel 10 sal bûn û diviyabû di di 12'ê adara 2022'yan de bihata berdan, lê ji ber ku înfaza wî bi hincetên cur bi cur 5 caran hat şewitandin, nêzî 2 salan zêde di girtîgehê de mabû. ıbüTûncel ku di 32 saliya xwe de hat girtin û li Elih, Sîncan û Bolûyê di girtîgehê de mabû, di 44 saliya xwe de ji Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê derket.
 
Tûncel ku piştî 12 salên girtîgehê hat mala xwe ya li gundê Balaban ê navçeya Yazixan a Meletiyê, derbarê binpêkirinên li girtîgehê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'BI HINCETÊN KEYFÎ GIRTIYAN DÎL DIGRIN'
 
Tûncel da zanîn ku wî di sala 2014'an de ji dosyeya KCK'ê ya Elihê beraet kiriye, lê heman rojê ji ber dosyeya KCK'ê ya Edeneyê careke din hatiye girtin û 13 sal ceza li wî hatiye birîn. Tûncel anî ziman ku piştî girtîgehên Elih û Sîncanê ew di sala 2016'an de sirgûnî Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê hatiye kirin û der barê taloqkirina înfaza xwe de ev tişt gotin: "Min 13 sal ceza girt, lê ragirtina wê 10 sal bûn. Ez bi awayekî keyfî û dijhiqûqî nêzî 2 sal an dîl hatim girtin. Berê berdanê rewşa girtiyan dihat nirxandin. Lê dema 15 roj ji tehliyeya min re mabû, ji min re gotin 'me xeletî kiriye û bi hinceta me pûandan' nekiriye tehliyeya min taloq kirin. Li gor qanûna înfazê ya nû jî bi hinceta 'tevgera te ne baş e' girtiyan dîl digrin. Ji berê şert û mercên tevgera baş, tunebûna cezayê dîsîplîne bû, lê niha pûandan derxistine û li gor wê jî divê pûanên te di ser 45'an re bin. Yê pûana diyar dike jî rêveberiya girtîgehê ye. Lê rêveberiya girtîgehê tu têkiliya xwe bi girtiyan re tune ye, bi awayekî keyfî pûandanê dike û kêm pûanan dide ku girtiyan saleke din jî di girtîgehê de dîl bigrin. Yanî li ser girtiyan polîtikayeke taybet tê meşandin. Li Girtîgeha Bolûyê gelek girtiyên 30 sal girtî hene, lê nayên berdan. Sedem jî pûanên xwe di bin 45'an de ne. Yanî bi hinceteke keyfî girtiyan dîl digrin. Ji ber vê yekê meriv nikare vê sepanê weke şewitandina înfazê pênase bike. Ev ne şewitandina înfazê ye, ev dîlgirtin e. Divê ez di 12'ê Adarê 2022'yan de bihatima berdan, lê bi awayekî keyfî ez sal û nîvekê dil girtim. Yanî divê raya giştî jî vê sepanê weke, 'şewitandina înfazê' pênase neke û rewa neke." 
 
'TÊKOŞÎNEKE XURT HEWCE YE'
 
Tûncel destnîşan kir ku li dijî sepana bêhiqûqî ya dîlgirtina girtiyan têkoşîneke xurt hewce ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu muxatabê me tune bû, em nedibirin lîjneya girtîgehê. Bi serê xwe bi awayekî keyfî em dîl digirtin. Derûnas di rapora xwe de gotiye 'Em nizanin dê li derve sûcekî bike yan na.' Ev hincetek e, car din jî dibêjin ji rêxistinê dûr neketiye, ceyran û av pir xerc kiriye, tevlî qursên girtîgehê nebûye. Yanî bi van hincetan dîlgirtina girtiyan di tu pênaseyeke hiqûqî de tune ye. Her wiha dema van biryaran didin jî bi me re qet naaxivin û pêwendiyê danaynin. Tu muxatab tune ye, her tiş li ser kaxizê ye. Ji ber vê divê li ser vê bêhiqûqiyê bê sekinandin û li dijî vê têkoşîneke xurt bê meşandin." 
 
'LI DIJÎ SEPANÊN BÊ HIQÛQÎ BERXWEDAN PÊŞ DIKET'
 
Tûncel bi lêv kir ku li dijî sepanên bêhiqûqî wan bi hevaltiyê li ber xwe daye û wiha pê dê çû: "Piştî sala 2016'an sepana tecrîdê li girtîgehan bi awayekî tund hat meşandin. Yên li derve jî rewşa girtîgehan pir baş fêm nekirin. Mînak hê jî dibêjin, 'Înfaza girtiyan hat şewitandin,' lê ev polîtikayeke dîlgirtinê ye, ne şewitandina înfazê ye, lê hevalên li derve vê bêhiqûqiyê weke, 'înfaz hatiye şewitandin' pênase dikin. Di sala 2016'an de dema em çûn Bolûyê hemû mafên me yên hiqûqî ji destê me hatibûn girtin. Bi hinceta ewlehiyê me nikaribû pêwendiyê bi hev re deyne, tu mafê me yê civakî tune bû. Ev polîtika berdewamiya plana şikandinê bû. Girtîgehên Tipa F'yê bi taybetî ji bo tecrîdê hatine çekirin. Lê li dijî van sepanên bêhiqûqî û tecrîdê me ji hevaltiya hev du hêz digirt. Li dijî zextên li derve di hundur de berxwedan û piştevanî jî pêş diket. 5 caran ez dîl hatim girtin. Ya ku hat serê min jî encama polîtikaya şerê taybet e. Li Girtîgeha Bolûyê sepana dîlgirtinê cara yekem ji min dan destpêkirin."
 
'BI GOTINAN PIRSGIRÊKA GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊ ÇARESERKIRIN'
 
Tûncel, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bernedana girtiyên nexweş û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Girtiyên nexweş nayên berdan. Girtiyê nexweş Sitki Pektaş ku li Girtîgeha Sîncanê em bi hev re bûn, li Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F'ê jiyana xwe ji dest da. Li Girtîgeha Bolûyê girtî Mehmet Alî Çelebî ku 30 sal in girtî ma û em bi hev re girtî bûn, tedawiya wî nehat kirin. Lê gava hat ber mirinê hat berdan lê rojekê li derve ma û jiyana xwe ji dest da. Her wiha Mehmet Hanîfî Bîlgîn ku 30 salan di girtîgehê de ma, beriya temamkirina cezayê wî bi 5 mehan krîzê li dilê wî xist û jiyana xwe ji dest da. Gelek girtiyan bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Zindan bi xwe nexweşî ye, ji ber wê zindan ji bo girtiyên nexweş xetereyeke mezin in. Ji ber vê divê raya giştî ne bi gotinan bi çalakiyan li dijî van bêhiqûqiyan rabe. Bi çend gotinan meriv nikare pêşî li van bêhiqûqiyan rabe. Bi salan e li ser girtiyên nexweş gotin tên kirin, lê pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji ber vê divê tiştekî din bê kirin. Bi gotinan çareserî nabe." 
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

27/06/2023
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne