Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e

  • rojane
  • 09:00 25 Hezîran 2023
  • |

RIHA - Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got ku armanca van êrişan civaka demokratîk e.

Di sala 2011’an de gava li Sûriyeyê şerö navxweyî dest pê kir, kurdên ku li ser esasên azadiyê rêya sêyemîn esas girtin û xwe di vî warî de bi rêxistin kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweserî îlan kirin. Paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk ji hemû gelan re bû çavkaniya îlhamê û hêzên serdest û herêmî jî ji encama ku derket holê aciz bûn. Lêgerîna gelan a azadiyê û jiyana bi hev re herî zêde desthilata AKP’ê aciz kir. Tirkiye ku hewl da ewilî tevgera şoreşê ya bi kantonan li Rojavayê dest pê kir ji holê rake û Esad bikişîne cem xwe, di vê polîtîkaya xwe de bi ser neket. Ji ber vê, li dijî pergala Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya hêzên paramîlîter rasterast dest bi êrişan kir. Tirkiye ku bi piştgiriya hêzên navnetewî êrişî herêmên Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir, hê jî êrişên xwe didomîne. Tirkiyeyê peymanên bi Amerîka û Rûsyayê re kirine jî  bin pê kirin û bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişên xwe didomîne.
 
Piştî hilbijartinên serokkomariyê û giştî yên di 14-28'ê Gulanê de, qada êrişan hat berfirehkirin. Li hemberî êrişan bêdengiya hêzê navneteweyî jî dide nîşan ku peymanên veşartî hene. Êrişa herî dawî di dema 20'ê Hezîranê de gava Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye li Astanayê li hev civiyan hat kirin. Di êrişa li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokar Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan. Di êrişê de Hevserokê Kantona Qamişloyê Gabî Şemûn jî birîndar bû. Di roja êriş de Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan jî li Enqereyê hevdîtin kirin û civiyan. Di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku berê ji MÎT'e berpirsîyar bû, jî amade bû. 
 
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce êrişên dewleta tirk, hevdîtina Astanayê û bêdengiya welatên navneteweyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce
 
'NE GIHÎŞTIN ARMANCA XWE' 
 
Xoce bibîr xist ku dewleta tirk ne cara yekem e êrişê Rojavayê Kurdistanê dike û wiha got: "Faşîzma Tirkî ji dema ku komar hatiye îlankirin her tim rengekî hovane êrişî ser gelê kurd dikir. Hebûna gelê kurd, çanda gelê kurd li ber çav negirt. Ji bo wê her dem siyaseta qirkirinê berdewam dike. Tê zanîn, piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê dewleta tirk bi rengekî tundî bi destê çeteyan êrişî Rojavayê Kurdistanê kir. Piştî ku di 2014'an de konton hatin avakirin û Rêveberiya Xweser hat îlankirin doza êrişan hat zêdekirin. Êdî DAIŞ derbasî Rojavayê kir. Gelek bajar hatin dagirkirin û berê xwe dan Kobanê. Dizanibûn Kobanê ji bo gelê kurd çi ye. Erdogan digot 'Kobanê ha ket ha ket.' Piştî Kobanê rizgar bû planên wan têk çûn. Dewleta tirk piştî vê rengekî qirêj artêşa xwa derbasî Rojavayê Kurdistanê kir. Ji 2018'an şûn de Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî dagir kirin. Hewl dida ku şoreşê têk bibin lê negihîştin armanca xwe. Artêşa xwe derbas kirin, lê ew dîsa jî rihet nebûn. Îradeya ku li rojavayê Kurdistanê heye, şoreşa ku dest pê kiriye êdî, bi rengekî Rojavayê fireh kir. Wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe jiyanek afirandin. Çi ereb, çi suryan, tirkmen, çerkez, kurd ferq tune, yekîtiyek hat çêkirin. Ji bo wê dewleta tirk a faşîst rê hatinê nade."
 
'ARMANC NÛKIRINA LOZANÊ YE' 
 
Xoce destnîşan kir ku armanca êrişan îradeya gelan e û axaftina xwe wiha domand: "Xwestin xweserîyê têk bibin. Bi ser neketin. Vê carê kesên têkoşer, naskirî, welatparêz bi rojan hedef tên girtin. Bi balafirên bê mirov kesên sivîl şehîd dixin. Bi tankan, topan êriş dikin. Dixwazin îradeya hebûna gelê kurd ji holê rakin. Armanca êrişan projeya Civaka Demokratîk e. Ev proje ji bo hemû gelan hêvî ye. Projeya demokratîk ji bo xwe wekî tirs dibîne. Rêveberîya Xweser got dibe endamê DAIŞ werin darizandin. Piştî daxuyaniyê êriş hatin zêdekirin. Di meha Gulanê de li Tirkî û bajarê Kurdistanê hilbijartin çêbûn.
Wê demê doza êrişan hinekî kêm bûbû. Piştî ku Erdogan bi ser ket dîsa doza êrişan zêde bû. Du roj berê kesên siyasetmedar hedef hatin girtin. Hevserokên Kantona Qamişlo rastî êrişan hatin. 3 kesên rêveber şehîd ketin. Faşîzma Erdogan naxwaze gel xwe bi rê ve bibin. Li her çar parçeyên Kurdistanê rojane êrişên hovane çêdibin. Li herêmên azad çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li bakur siyasetmedar, rojnameger hedef tên girtin. Armanc nûkirina Lozanê ye. Sed sal derbas bû, êdî dixwazin dîsa sed salên din gelê kurd bê îrade bihêlin. Ji bo wê li her derê Kurdistanê êriş hene."
 
'JI PROJEYA DEMOKRATÎK DITIRSIN' 
 
Xoce bertek nîşanî dewletên navneteweyî jî da û got: "Dema Lozanê dewletên navneteweyî piştgiriya Komara Tirkiyeyê kirin. Îro dîsa li Astanayê piştgiriya Tirkan dikin. Ew qas êriş li ber çavên wna kirin. Amerîka û Ûris bêdeng in, ev tê wê wateyê erêkirineke wan heye. Dewletên kapîtalîst dibînim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyeke demokratîk heye û ji vê ditirsin. Dizanin projeya Civaka Demokratîk a Gelan e. Hemû gel sûdê jê werdigirin. Dema projeya demokratîk bela bibe mayîna wan hêzan di Rojhilata Navîn de wê xeter be. Pisgireka heyî terora Erdogan a. Yên ku krîzê kûr dikin terora Erdogan e. Wek lihevhatinek hatiye çêkirin. Dixwazin gelên herêmê bitirsînin. Ji bo wê êrişan zêde dikin. Dixwazin Rêveberîya Xweser bixin bin ambargoyekê."
 
'RÊXISTINA VÎ GELÎ HEYE' 
 
Xoce, li ser hevdîtina di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûrîyeyê de ku li Astanayê çêbû jî sekinî û wiha nirxand: "Tenê bi armanca ji xwe re, civînê girtin. Ew armanc tunekirina Rêveberîya Xweser e. Dema mijar tê ser kurdan hemû dibin yek. Rûs projeya demokratik li dijî berjewendiyên xwe dibînin. Dixwazin Rêveberîya Xweser bikin bin bandora xwe. Dewleta tirk naxwaze Rêveberîya Xweser ji bo hemû cîhanê bibe hêvî. Tirseke mezin ji bo vê heye. Dibêjin 'gerek em îradeya vî gelî tune bikin.' Dewleta tirk dixwaze ku demografiya herêmê biguherîne. Ev bi pratîkê xwe da nîşandan. Dewletên Ereb ji piştgiriyê didin. Li herêmê tecrûbeya Rêveberîya Xweser a 10 salan heye. Bi hemû pêkhateyên xwe tecrûbe kirin. Hêzeke parastinê heye, zêdeyî 100 hezar kesî ye. Artêşa ewlehîyê heye. Hêza parastina gel a cewherî heye. Rêxistina vî gelî heye. Gel li ber xwe dide. Gel fêrî berxwedanê bûye. Çi qas êriş zêde bibin gel bêtir xwe bi rêxistin dike. Gel dibêje em ê heya dawiyê li ser axa xwe bin. Gel hêza xwe di nav hêza ewlehiye de dibîne. Bi artêşa xwe bawer e. Em ê vê têkoşînê bilindtir bikin. Gelê xwe bêtir bi rêxistin bikin. Îro gelek projeyên dewletên navneteweyî li ser herêmê hene, lê em ê rêxistina xwe mezin bikin û dê ev proje têk herin."
 
'WERIN EM BI HEV RE JIYANÊ BIPARÊZIN' 
 
Xoce anî ziman ku çi qas dijminê kurdan hebin ew qas jî dostê wan hene û wiha pê de çû: "Çi qas dostê me, çi qas hêzên demokratîk, aştîxwaz hebin divê bêdeng nemînin. Dema ku di 2014'an de DAIŞ êriş kir bêdeng neman. Ew ji bo hemû gelê kurd serkeftineke mezin bû. Em ji bo dostên xwe dibêjin îro dilê we ji bo azadiyê diavêje. Îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefeya Rêber Apo rêya azadiyê vekirine. Ne tenê ji bo xelasiya gelê kurd, ji bo hemû cîhanê em xelasiyê dixwazin. Îro mifteya çareseriyê di destê Rêber Apo de, li Grava îmraliyê ye. Divê hemû gelên cîhanê li Rêber Apo xwedî derkevin. Çareserîya hemû krîzên cîhanê Rêber Apo ye. Artêşên mezin ji DAIŞ'ê tirsîyan, lê gelê kurd ew li Rojavayê şikandin. Îro hêzên navneteweyî li gelê kurd xwedî dernakevin, dê sibê dîsa terora DAIŞ'ê we tehdîd bike. Hemû kesên aştîxwaz bila werin em jiyanê bi hevre biparêzin. Felsefeya Civaka Demokratîk wê ji bo hemû gelan bibe ronahî."
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

27/06/2023
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne