Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin

  • rojane
  • 13:00 24 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Polîsan tevî biryarên binpêkirinê yên AYM’ê jî dîsa êriş kirin rojnamevan û parlamenter derb kirin û 28 Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin binçavan. 
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 952’yemîn de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî bi qerenfîlên di destên wan de meşiyan Qada Galatasarayê. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê qedexekirina qadê de biryarên “binpêkirinê” daye jî lê di hefteya 11’emîn de polîsan Dayikên Şemiyê dorpêç kir. Ji bilî Dayikên Şemiyê parlamenterên Partiya Çepên Kesk Celal Firat, Ceylan Akça, Kezban Konûkçû, Çîçek Otlû û Ozgul Sakî û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê, parlamenter û parazvanên mafên mirovan ên di destên wan de qûrnefîl ber bi qadê ve meşiyan çawa ketin qadê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêkirin. Rojnamevanên di nava dorpêçê de xwestin dîmenan bikişînin jî ji aliyê polîsan ve hatin dervkirin û derxistin derveyî dorpêçê. Polîsan pişt re ji bo asteng bikin ku rojnamevan dîmenan bikişînin li ber kesên çalakî dikirin bi mertalan 3 barîkatên cuda avakirin. 
 
Polîsên êrişî çalakiyê kir, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de gelek parêzvanên mafên mirovan kir binçavan. Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku 28 kes ji wan hatine binçavkirin. 
Navên binçavkiriyan wiha ne: 
 
Hanîfe Yildiz, Îrfan Bîlgîn, Îkbal Eren Mîkaîl Kirbayir, Masîde Ocak, Hasan Karakoç, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yûrtsever, Umît Efe, Merîç Eyuboglû, Hatîce Onaran, Cuneyt Yilmaz, Cîhan Kaplan, Ayşe Çelîk, Îsmaîl Yucel, Devrîm Bariş Yilmaz, Pelîn Laçîn, Sema Kiliç, Esmanûr Yildiz, Nezaket Sena Çakirgoz, Yaşar Aktaş, Alî Tosûn, Yakûp Ozdemîr, Aylîn Tekîner, Arat Dînk, Hatîce Korkmazi Kenan Yildiz. 
 
‘HÛN Ê HESAB BIDIN’ 
 
Parlamenterên di nava dorpêçê de bertek nîşanî binçavkirinan dan li vir daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî ya li vir axivî, diyar kir ku dê li rex Dayikên Şemiyê bibin û wiha got: “Her hefte bi kelemçekirinê dixwazin Dayikên Şemiyê çavtirsandî bikin. Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) vê dikin. Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne.” Parlamentera Partiya Çepên Kesk Çîçek Otlû ya pişt re axivî jî diyar kir ku ji bo Dayikên Şemiyê li vir in û wiha got: “Hûn ê hesabê bidin. Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê hemû canên xwe ji we bipirsin.”
 
Di dema axaftinan de her tim dirûşmeya “Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne” hate berzkirin. Piştî dirûşmeyên hatin berzkirin, polîsan parlamenter bi mertalan derbkirin. Balkêş bû ku Cîgirê Miduriyeta Polîsan a Stenbolê Hanîfî Zengîn ê her tim bi tacîzan tê zanîn di dema derbkirinê de berê xwe da parlamenteran û wiha qîr kir: “Dê bêje Komara Tirkiyeyê.”
 
ROJNAMEVAN HATIN DERBKIRIN 
 
Rojnamevanên di demekî dirêj hewl dan ji derveyî dorpêçê dîmenan bigirin ji aliyê polîsan ve hatin tacîzkirin. Bi berzkirina dirûşmeyan rojnamevanan dîsa hewldan dîmenan bikişînin lê polîsan rojnamevan dîsa astengkirin. Polîsan pişt re hemû rojnamevanên çalakî dişopandin derb kirin û ji qadê dûrxistin. Ji ber rojnamevan li dijî astengkirinê derketin polîsan di gengeşiyê de heqaret li rojnamevanan kirin û ji qadê dûrxistin. Gelek welatiyên li derdorê bertek nîşanî vê êrişa polîsan da. 
 
KÛÇIK GEZ KIR
 
Dema êrişa polîsan a li dijî rojnamevanan berdewam dikir kûçikekî li qadê pêyê parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça gez kir. Parlamenteran piştî ragihandin ku çalakî xelas kirin Akça ya kûçik êrişî wê kir birin nexweşxaneyê. 
 
ÎHD’Ê DAXUYANÎ DA
 
Komîsyona Li Dijî Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê ya bertek nîşanî binçavkirina Dayikên Şemiyê da li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Qada Galatasarayê ya me ye. Bila binçavkirî bên berdan” hate vekirin. Dayikên Şemiyê û gelek parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Endama Komîsyona Li Dijî Windakiriyan Sebla Arcan di daxuyaniyê de axivî. 
 
Arcan, biryara binpêkirinê ku AYM’ê daye bi bîr xist û wiha got: “11 hefte ne çalakî tê astengkirin û binçavkirin çêdibin. Ji vê yekê re biryara qedexeya qeymeqamtiyê ku darazê bêhiqûqî dît weke hincet tê nîşandan. Arcan, diyar kir ku wê dest ji hesabpirsînê bernadin û wiha got: “Em ê dest ji lêgerîna windakiriyên xwe û hesabpirsîna kesên ew windakirine bernedin.”
 
‘EM DEST JÊ BERNADIN’ 
 
Malbata Windakiriyan Hanim Tosûn a pişt re mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku di çalakiya wan a îro de polîsan Qada Galatasarayê veguherand qada şer. Tosûn, destnîşan kir ku parazvanên mafên mirovan, parlamenter û rojnamevan hatine derbkirin û wiha got: “Tevî her tiştî em ê bi serbilindî dîsa li hemberî wan derkevin. Tu tişt nikare bikeve pêş bîrdaryariya me. Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin. Em ê her tim li Qada Galatasarayê bin.”

Sernavên din

27/06/2023
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne