Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin

  • cîhan
  • 09:06 24 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Aktivîst Naeema Asadî, diyar kir ku li Afxanistanê jin bêyî mêran nikarin derkevin derve û got: "Lê dê têkoşîna jinan a li dijî hemû zext û zoriyan bidome." 
 
Li Afxanistanê piştî ku Talîbanê di sala 2021'ê de car din rêveberiya welat bi dest xist, jin ji ber qanûnên şerîatê bi cezayan re rû bi rû dimînin. Jin hem rastî tahdeyên qanûnên şerîatê tên hem jî ji hemû mafên civakî û perwerdehiyê bêpar tên hiştin. Li gel vê, têkoşîna li dijî van zextan û şidetê jî didome. 
 
Aktivîst Naeema Asadî pirsgirêkên jinan ên li Afxanistanê û têkoşîna wan a li dijî van pirsgirêkan nirxand. 
 
'AFXANISTAN GIRTÎGEHEK E'
 
Asadî anî ziman ku li Afxanistanê rewşa jinan qet nebaş e û got: "Afxanistan ji bo hemû kesên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin girtîgehek e û bi taybetî jî jin bê parastin in. Jinên afxan tenê nayên qamçîkirin û şewitandin, di heman demê de li wan jî tê xistin. Ev tişt, ji bo jinên li gundan dijwartir in. Ji lew re, feraseta Talîbanê bi mêrên afxan re jî heye. Piraniya dîmenên şidetê yên li ser medyaya civakî, delîlên tahdeya Talîbanê ne." 
 
CEZA LI MALBATÊN JINÊN BERXWEDÊR TÊ BIRÎN
 
Asadî ragihand ku jinên ku guh li ferzkrina çarşefê û sergirêdanê nakin, ceza li zilamên malbata wan tê birîn û got: "Li gor qanûna Talibanê, jinên ku guh li pîvanên çarşef û sergirêdanê nakin, birayên wan, hevjînên wan û bavên wan jî tên cezakirin. Li Afxanistanê mêr li hember vê qanûnê bûne du beş. Di nabera van her du beşan de ferqeke mezin heye. Li hêlekê beşeke mêran a ku jinan fêm dike, rêzê li jinan digire û îslamê wekî amûrekê bi kar nayne heye, li hêla din jî beşeke mêran a nexwende û xwedî feraseta Talîbanê û jinan wekî koleyên seksê dibînin heye." 
 
'JIN BÊYÎ MÊRAN NIKARIN DERKEVIN DERVE'
 
Asadî destnîşan kir ku piştî ku Talîban rêveberiya welêt bi dest xistiye aboriya welêt xirabtir bûye û wiha pê de çû: "Wekî ku welat malê wan be wiha tevdigerin û tenê rêveberiyeke li gor berjewendiyên wan heye. Mesela, gava em li helwesta ÛNAMA'yê (Mîsyona Siyasî ya Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî) mêze dikin, bêyî bejewendiyên xwe têkoşîna jinê bilêv nakin û tu qîmetê nadinê. Talibanê bi lewazkirina hêza aborî ya gelê afxan re, jinan bêparastin kiriye. Beriya Talîbanê gava mezinê malê bimirana, di warê aborî de serbixwebûneke jinan hebû, lê Talîban dest danî se rhemû mafên civakî û perwerdehiyê yê jinan. Niha dest ji mafê perwerdehiyê yê jinan berde, jin bêyî bav, bira, ap an jî xalan nikarin ji malê derkevin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Asadî diyar kir ku Talîban di warê hedefgirtina pêşengên jin ên têkoşer de Îranê texlîd dike û got: "Bê şik û guman, Talîban di warê jinan de Îranê texlîd dike. Tew ji Îranê wêdetir jî çûye. Talîan, dixwaze bi gefan jinan dîl bigire. Lê heya niha jinan dest ji têkoşîna xwe ya li dijî van zext û gefan bernedaye û dê bernedin jî. Hêvîdar im têkoşîn xurttir bibe û jin mafên xwe bi dest bixin." 
 
MA / Stêrk Sutçu
 

Sernavên din

27/06/2023
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne