Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye

img
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku hilbijartinê kodên xitimandina siyaseta Tirkiyeyê da nîşandan û got: “Fikrên birêz Ocalan ku ji bo çareseriyê pêşkêş dike dikare civakek dubendî ji holê rake. Divê rêyên diyalogê bên vekirin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir ji Ajansa Mezopotamya re axivî û bal kişand ser takîtka hilbijartinê, kêmasiyên di stratejiye de çêbûn, siyaseta Rêya Sêyemîn ku nakeve meriyetê û siyastea heyama nû. 
 
Keskîn Bayindir destnîşan kir ku pêvajoyek hilbijartinê ya di her warî de bi rêbazên antîdemokratîk, zext, desteserkirinê û hemû derfetên dewletê ku hat bikaranîn û xebatên wan hatin astengkirin derbas kirin û got: “Tevî hemû zextan jî kurdan ji şerê AKP’ê re got na.” 
 
‘TEVÎ ZEXTAN JÎ EM BI SER KETIN’ 
 
Bayindir bal kişand ser encamên hilbijartinan û wiha got: “Piştî ku encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin, diyar e ku em weke DBP'ê nekaribûn li Kurdistanê encamên ku me dixwestin bi dest bixin. Li ser sedem û encamên van hin nîqaş hene. Helbet em wek gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin, destkeftî, serkeftin û têkçûna têkoşîna xwe li ser bingeha encamên hilbijartinê analîz nakin. Encamên hilbijartina ku ji aliyê hikûmeta AKP-MHP'ê ve bi hemû derfetên dewletê hatiye kirin, lewma jî divê ev yek baş were dîtin. Encamên AKP-MHP'ê ji bo me tu rewatiya xwe nîne. Ji ber ku pêvajoyeke hilbijartinê hat meşandin ku xebatên me ku bi hemû aliyên rêbazên antîdemokratîk ên zext û zordariyê û bikaranîna hemû derfetên dewletê hatin astengkirin.
 
EM JI ENCAMAN NE RAZÎ NE
 
Em weke DBP'ê bi eşkereyî diyar dikin ku em ji van encaman ne razî ne, hêviyên gelê me pêk naynin û bi encamên tê xwestin re rû bi rû ne. Ji bo kêmasî û xeletiyên ku ji ber siyaseta me ya pratîkî, awayê meşandina siyasetê û xwe bi xwe re çêdibin û di vî warî de kêm bikin, lêkolînên ku em dikin hene. Piştî hilbijartinê xebatên ku em bi lijneyên xwe yên li ser van prensîbên bingehîn dimeşînin berdewam dikin. Di gotûbêjan de me behsa gelek mijarên ku me bi têrkerî nekiriye, bi taybetî jî hinek kêmasî û kêmasiyên ku me dîtine û di têkoşîna siyasî ya pêşiya me de em ê hewl bidin van kêmasiyan ji holê rakin. Planên me yên girîng hatin eşkerekirin. Me civînên ku em ê li hemû bajaran û navçeyan bi saziyên xwe re li dar bixin, derxistine holê. Qonaxa duyemîn a vê yekê dê gelek têr û tije derbas bibe. Em ê pêvajoya nîqaş, rexne û xwerexnekirinê bi gelê xwe re bimeşînin. Me plansaziyeke xebatê ya li ser encamgirtinê derxistiye pêş, ku civak di navendê de be û têkoşîna demokrasî û azadiyê bi awayekî bi bandortir bimeşîne.” 
 
 ‘GELÊ KURD JI AKP’Ê RE GOT NA’ 
 
Bayindir li ser planên siberojê yên AKP-MHP’ê sekinî û wiha axivî: “Em pêşbînî dikin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi encamên hilbijartinê re careke din desthilatdariya xwe bidomîne û polîtîkayên şerê taybet ên li dijî gelê kurd bidomîne. Dibe ku êriş, zext û tundî hin dijwartir bibe jî. Li gel hemû operasyonên rizgarkirinê jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya 21 sal in ji sedî 50’î yê civakê bi taybet gelê kurd destûr negirt. Gelê kurd ji AKP’ê re negot erê. Îradeyeke xurt ku gelê kurd rejîma AKP-MHP’ê red kir û qebûl nekir derket holê. Helbet ji bo xurtkirina vê îradeyê û bi taybetî jî têkoşîna maf û azadiyê bigihînin astên xurtir dê bi gel re nîqaş û plansaziyên pir berfireh bên kirin. Dibe ku ev yek ji xalên herî girîng be ku divê em di dema pêş de xwe rexne bikin.” 
 
XETA RÊYA SÊYEMÎN 
 
Bayindir bal kişand ser xeta siyaseta Rêya Sêyemîn û wiha pêde çû: “Fikrên me yên wiha jî hene. Aliyek sîyaseta tirk baskê netewperest temsîl dike li aliyê din jî baskê kevneperest-neteweperest, tirkperest temsîl dike. Gelê Tirkiyeyê hema bêje ketiye nava mengeneyê û tê xwestin gelê Tirkiyeyê bixin nava vê xeletiya siyasî. Rêya Sêyemîn ji bo gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û hemû beşên bindest vebijarkeke nû ya jiyanê pêşkêş dike ye. HDP fikra wê ya siyasî ye. Lê belê em dikarin bi zelalî diyar bikin ku hem bi pêkhateyên xwe, hem bi tifaqên xwe û hem jî bi têkoşîna siyasî ya ku dida meşandin, nekarî Rêya Sêyemîn bi civakê re bîne cem hev. Li vir, di demekê de ku civak hema bêje bûye du beş û hewl dide di navbera du hêzan de biperçiqîne, heyamek li benda me ye ku em bi kesên demokrasî û azadiyê dixwazin re xeta Rêya Sêyemîn bigrin dest û belav bikin û têkoşîna xwe ya siyasî ji hemû gelên Tirkiyeyê xurtir bikin. Li ser milê me ye ku em karibin vê xeta siyasî bixin meriyete. Bi çalakiyên cihêreng xeta Rêya Sêyemîn, ramana siyasî bigihînin hemû aliyên Tirkiyeyê. Em ê di vê mijarê de kêmasiyên xwe bibînin, kêmasiyên wê yên di siyaseta pratîk de pir zû derbas bikin û em ê hewl bidin ku siyaseta Rêya Sêyemîn biafirînin.”
 
‘PÊŞNIYAZÊN BIRÊZ OCALAN DIKARE TIRKIYEYÊ RIZGAR BIKE’ 
 
Keskîn Bayindir bal kişand ser şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Birêz Ocalan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkiyeyê, bi taybetî jî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd, pirsgirêkên gel, çand û baweriyan ên bindest, xwedî çareseriyên pir xurt û realîst in. Me ev yek di salên borî de bi hev re dît. Bersiva hikûmeta AKP-MHP’ê û dewletê hin zêdetir înkar, zext, tundî û kûrkirina pergala tecrîda Îmraliyê bû. Îro di şexsê birêz Ocalan de li Tirkiyeyê fikra çareseriya pirsgirêkên bingehîn di bin dorpêçê de ye û li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Polîtîkaya înkar û tundiyê ya ku tê xwestin bi vê yekê were meşandin heye. Desthilatdariyê bi tecrîda ku bi kêrî gelan nayê adeta Tirkiyeyê aniye ber têkbirinê. Çareserî hevdîtina bi aktoran pêkan e. Di roja me ya îro de cîhekî ku ev siyaseta înkar, îmha, çewisandin û tundiyê ya hem hikûmet û hem jî ya dewletê ku wê civakê rizgar bike cih jê re nîne. Navnîşan, perspektîf û pêşniyazên ku birêz Ocalan ji bo çareseriyê dike, dikare Tirkiyeyê ji vê siyaseta astengî, xitimandin û neçareseriyê rizgar bike. Pêşniyazên çareseriyê yên ku dikare Tirkiyeyê ji tengaviyê, xitimandinê û siyaseta dubendiya civakê xelas bike, din bin perspektîfên çareseriyê, fikir û nirxandinên birêz Ocalan de veşartî ne.”
 
MA / Mujdat Can - Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

20/06/2023
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn