Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek

  • rojane
  • 09:38 20 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş ê di sedsaliya Peymana Lozanê de qala girîngiya yekitiya kurdan kir, wiha got: “Divê em li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek û tifaqa xwe ya siyasî ava bikin.”
 
Peymana Lozanê ku ji aliyê Tirkiye, Ingîlistan, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanîstan, Romanya û Yûgoslavyayê ve di 24’ê tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozan ê Swîsreyê hate îmzekirin bû palpişta înkar û bişaftina kurdan û kêm neteweyên din ên li Tirkiyeyê dijîn. Bi boneya salvegera sedsaliya Peymana Lozanê rojên derbasbûyî ji aliyê Şaredariya Lozanê, Îsmet Şeref Vanli, Enstîtuya Kurd a Parîsê û Komeleya Swîsre-Ermenistanê ve li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi navê “Ji Lozana 1923’yan heta Lozana 2023’yan” konferansek hate lidarxistin. 
 
Siyasetmedarê kurd Abdûllah Demîrbaş ê tev li konferansa ku di serî de komkujî û qirkirinên di bingeha înkar û bişaftinê de hatine kirin gelek mijar lê hatin axaftin bû, di sedsaliya Lozanê de têkildarî girîngiya yekitiya kurdan nirxandin kir. 
 
Demîrbaş, da zanîn ku di konferansê de fikra ku Peymana Lozanê bi peymaneke nû bê bidawîkirin derket holê û ji ber vê yekê li ser girîngiya yekitiya di navbera kurdan de hate sekinîn. Demîrbaş, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de yekitiya kurdan girîng e û diyar kir ku di konferansa ku wê di pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de di 22-23-24’ê tîrmehê de li Lozanê di nav de 175 partî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr û nivîskar bi beşdariya herî kêm 600 delegeyan pêk were, wê encameke girîng derxe holê.
 
ERÊKIRINA BÎRDOZIYA FERMÎ
 
Demîrbaş, diyar kir ku Peymana Lozanê erêkirina bîrdoziya fermî ya Komara Tirkiyeyê ye û wiha got: “Lozan, bi ser hin hevkaran xespkirina mafên kurdan e. Xeta hevkar ew e ku gelek kesên ku di wê demê de li ser navê delegasyona kurd beşdar bûn, mirovên ku di qirkirina ermen û suryanan de cih digirtin bûn. Û mirovên li wê derê weke cerdevanên siyasî bûne amûrê tunekirina mafên kurdan. Îro bi rastî jî dixwazin bi rêya çend derdorên siyasî bi afirandina cerdevanên siyasî û bi afirandina kurdên hevkar pêvajoyeke nû di sedsaliya Lozanê de bidin destpêkirin. Di vî warî de pêvajoyeke girîng e.”
 
‘XENCEREKE KU DI DILÊ KURDAN DE YE’ 
 
Demîrbaş, bi lêv kir ku bi Peymana Lozanê tenê Kurdistan weke herêmî nehate dabeşkirin û anî ziman ku Lozan bi polîtîkaya “dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe” bû sedem ku kurd bi awayekî eşîretî, mezhebî û bajarî jî gelek caran bên dabeşkirin. Demîrbaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Lozan xencereke ku di dilê kurdan de ye. Wekî din jî xencerkirina hin kurdan a bi piştê ve ye. Lê divê mafên yek ji gelên herî kevnar ên wê erdnîgariyê yên ermen, suryan û kurdan wiha nebûna. Divê Lozanê ev gelên qedîm naskiribûya û mafên wan biparasta ku mafên wan ji aliyê qanûnî ve bên ewlekirin.
 
‘DIVÊ LI DIJÎ PLANAN BIBIN YEK’ 
 
Demîrbaş, anî ziman ku Peymana Lozanê înkara Makeqanûna 1921’an e, peymana bingehîn a Makeqanûna 1924’an e û da zanîn ku bîrdoziya dewletê ya fermî bi Makeqanûna 1924’an hate tescîlkirin. Demîrbaş axaftina xwe wiha domand: “Di vê makeqanûnê de ya ku înkar û îmhayê esas digire avaniya dewletê ya yekperest e. Divê em ji bîr nekin ku kurdên ku piştgirî dan ku komar bi vî awayî bê naskirin kurdên dewletparêz û desthilatparêz in. Komara Tirkiyeyê niha hewl dide heman pêvajoyê jinûve bide sepandin. Dixwaze li herêmê derdorên zêdetir muhafazakâr, hişmendiya talîban û hin hevkarên nêzî xwe û kurdên hevkar ava bike. Dewlet dê bi vê plana xwe ve di sedsala Lozanê de bêje ku ‘pirsgirêkeke kurdan nîne, pirsgirêka me bi terorîzmê heye’. Dema ev pêk anîn dê vegerin û kurdên hevkar ji holê rakin. Ev di dîrokê de her tim wisa bûye. Ji ber vê yekê divê em bibînin ku pêvajo bi heman awayî pêş ve diçe û divê em li dijî vê bibin yek.”
 
‘DIVÊ TIFAQA SIYASÎ BÊ AVAKIRIN’ 
 
Demîrbaş, bi lêv kir ku divê di Lozana Nû de hemû nasname û baweriyên cuda yên li Kurdistanê bên qebûlkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke gelên din ên cîhanê em dixwazin weke hemwelatiyên wekhev û azad bijîn. Divê statuya Rojava, Başûrê Kurdistanê û Bakur teqez were qebûlkirin. Heke em bixwazin weke hemwelatiyên azad û wekhev bijîn divê em li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek û tifaqa xwe ya siyasî ava bikin. Divê em ji cîhanê re ragihînin ku em çi dixwazin. Em êdî naxwazin kole bibin, dixwazin li Kurdistaneke azad bijîn.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

20/06/2023
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn