'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'

  • rojane
  • 09:02 15 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Nivîskar û Şîrovekarê Siyasî Pakrewan Hawar bi lêv kir ku gotin û siyaseta AKP'ê nîşan didin ku siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê kurd wê bidome û got ku lê Rêveberiya Xweser jî li dijî van êrişan amade ye. 
 
Li Tirkiyeyê di hilbijartina serokkomariyê ya 28'ê Gulanê de namzetê Tifaqa Cumhûrê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan car din bû serokkomar. Desthilata AKP'ê û MHP'ê ku tim êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, piştî hilbijartinê jî dest bi amadekariyên êrişên nû dike. Encamên hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hem li Rojava hem jî li Rojhilata Navîn ji nêz ve hatin şopandin. Piştî ku di hilbijartinê de Erdogan bi serket komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ku li Suriyeyê hatine bi cih kirin, bi çekên giran pîrozbahî li darxistin û kêfxweşiya xwe nîşan dan û ev bû cihê nîqaşan ku dê piştî hilbijartinê li ser herêmê û Rojhilata Navîn polîtîkayeke çawa bê meşandin. Nivîskar û Şîrovekarê Siyasî Pekrewan Hawar ku li Rojavayê dijî, encama hilbijartinên Tirkiyeyê û bandora wê ya li Rojavayê û Rojhilata Navîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
Pakrewan Hawar bi lêv kir ku hilbijartinên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ne di şert û mercen wekhev de pêkhatine û der barê hilbijartinê de wiha got: "Desthilata AKP-MHP'ê û hevkarên wan ên biçûk di 20 salên desthilatdariyê de siyaseteke tund li dijî gelê kurd û gelên li Tirkiyeyê dimeşînin. Tê zanîn ku dewleta tirk li ser qirkirina gelan ava bûye. Di hilbijartinan de jî me dît ku desthilata AKP-MHP'ê li ser qirkirina gelan siyaseta xwe meşand. Jixwe hilbijartin jî bi derfetên newekhev pêk hat, ne adil bû. Desthilata AKP-MHP'ê hemû hêza saziyên dewletê û çapemeniyê di hilbijartinê de bi kar anî û ji ber wê jî encamên hilbijartinê ne demokratîk in."
 
'ARMANC VALA KIRINA HERÊMÊN KURDAN E'
 
Hawar destnîşan kir ku hezên navdewletî jî ji bo berjewendiyên xwe mudaxileyî hilbijartinan kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hem yekîtiya Ewropa hem jî DYA û Rûsya jî mudaxileyî hilbijartinan kirin. Li Rojhilata Navîn, Rojava û Sûriyeyê li gor encamên ku di hilbijartinê de derketine nîşan dide ku wê li dijî qirkirina gelê kurd be. Piştî hilbijartinê jî Erdogan got 'ez ê nîv milyon penaberên Suriyeyê bişînim.' Siyaseteke kûr di bin vê axaftinê de heye, ev gotin nîşan dide ku armanca wan, herêmên kurdan vala bikin û çeteyên xwe li wan herêman bi cih bikin."
 
'ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ WÊ BERDEWAM BIKIN'
 
Hawar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê û wiha pê dê çû: "Çend roj berê jî Tirkiyeyê 3 endamên YPG'ê li nêzî Helebê şehîd xistin. Ev yek jî nîşan dide ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê wê berdewam bikin. Jixwe êrişên Tirkiyeyê li Rojavayê piştî şoreşê ranewestiyane. Tirkiyeyê ji aliyekî ve hem piştgiriya çeteyan kir hem jî xwest hêzên kurdan ên weke PDK'ê bikişîne cem xwe. Piştî ku encama wan pêk nehat bi dagirkeriyê bi xwe ketin Rojavayê. Armanca Tirkiyeyê li çar aliyên Kurdistanê rê nede mafê kurdan. Ev armanc di hilbijartinê de û ji helwesta Erdogan jî xuya ye wê berdewam bikin. Lê Rêveberiya Xweser li dijî van êrişan amade ye û hezên kurdan têkoşîneke bêhempa dane. Hem ji aliyê aboriyê hem jî di desthilatdariyê de lewaziya Tirkiyeyê heye. Sedema têkçûyina aboriya Tirkiyeyê jî êrişên li dijî kurdan in."
 
'SIYASETA TIRKIYEYÊ LI Rojhilata Navîn'
 
Hawar da zanîn ku Tirkiyeyê li Cerablûse bi piştgiriya Qetarê xaniyan çedike û wiha got: "Di 24'ê Gulanê de Suleyman Soylû hat Cerablûsê û bi piştgiriya Weqfa Pêşketinê ya Qetarê çêkirina heremeke bi 240 hezar xaniyan ragihand. Siyaseta valakirinê û binpêkrina mafê kurdan li herême nîşan dide ku wê bidome. Piranî çeteyên li Rojavayê bermahiyên DAIŞ'ê ne û bi dewleta tirk re dixebitin. Dewleta tirk jî van çeteyan li dijî kurdan bi kar tîne. Weke tê zanîn di hilbijartinê de jî hemû çeteyên Îxvanê Muslumîn piştgiriya Erdogan dikirin. Di mejiyê Erdogan û AKP'ê de projeya Mîsakî Mîliyê heye. Niha stratjiya Tirkiyeyê li Sûriyeyê dagirkirina Helebe, Hesekê û li Başurê Kurdistanê jî Mûsil, Kerkûk, Hewler û Sileymanî heye. Armanc avakirina Osmaniya nû ye."
 
'TECRÎDA LI SER OCALAN'
 
Hawar, bi domdarî diyar kir ku yek ji perçeyê siyaseta qirkirinê ya Tirkiye ya li dijî gelê kurd tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev tişt gotin: "Dema meriv tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dinêrê meriv dikare pergala navdewletî ya li dijî gelê kurd bibîne. Lê hem gelê kurd û hem jî siyaseta kurd di nav têkoşîneke mezin de ye. Di demên pêş de gelê kurd dikare li Rojhilata Navîn alternatîfekê pêşkeş bike. Ji ber ku xwedî projeya demokratîk û azadiya jinê esas digre. Bi vê yekê dikare bibe alternatîfa netewdewletan û siyaseta qirkirin û kuştinê. Ji ber wê jî tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo û li dijî kurdan şerekî giran heye. Rêber Apo di nav civaka gelê kurd û Rojhilata Navîn de rêya çareseriyê temsîl dike. Ji ber vê yekê jî di rêya Rêber Apo de israrkirin û israrkirina ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo vê xebatkirin armanceke sereke û rêya rast e. Weke siyaseta demokratîk û xeta azadiyê di xwerêxistinkirin û di warê têkoşînê de xwexurtkirin. Ji ber ku li hemberî me ne tenê Erdogan, pergala navdewletî jî heye." 
 
HEVKARIYA PDK Û AKP
 
Hawar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK'ê û AKP'ê jî û axaftina xwe wiha qedand: "PDK hevkariya siyaseta desthilata AKP'ê ya li dijî gelê kurd dimeşîne. Me dît ku di hilbijartinê de jî PDK'ê piştgiriya Erdogan kir. PDK, ji bo desthilatadariya xwe li Hewlerê biparêze hevkariya siyaseta qirkirinê ya Erdogan dike. Ev xençereke di siyaset û mafê gelê kurd de. Pewîst e PDK dev ji vê yekê berde û dev ji vê hevkariye berde. Hemû dinya dizane ku dewleta tirk û Erdogan dijminê gelê kurd in, lê PDK jî hevkariyê dike. Çend roj berê jî welatparezek li Sileymaniyê hat qetilkirin. Saziyên PDK'ê li başûr alîkariya artêşa dewleta tirk dikin. Bi hezaran leşkerên artêşa tirk li başûr bi cih bûne. Ev jî bi êrekirina PDK'ê bi cih bû ne. Divê PDK ji vê xetêderkevê û piştgiriya siyaset û têkoşîna bakur bike. Ji ber ku azadiya bakur, azadiya hemû Kurdistanê ye." 
 
MA / Mahmut Altintaş 

Sernavên din

17/06/2023
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin