Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin

  • rojane
  • 09:04 12 Hezîran 2023
  • |
img

AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci yê ji peywirê hatiye wergirtin, diyar kir ku bi dersên ji hilbijartinên meha gulanê bên wergirtin divê bi awayekî xurt ji rêveberiyên herêmî re amadekarî bên kirin û wiha got: “Ne pêkane ku di bingeheke ne bawer de jinûve avakirinek bê kirin.”

 
Lijneya Rêveberiya Herêmên Demokratîk ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî hilbijartinên giştî yên 2023’yan, di 10’ê hezîranê de li Amedê civîneke nirxandinê li dar xist. Di civînê de encamên hilbijartinên Serokkomariyê û giştî yên meha gulanê de hatin lidarxistin hatin nîqaşkirin. Nîqaşên ku di çarçoveya rexneyên gel, divê polîtîka û rexistinkirina di hilbijartinên herêmî de çawa be hatin kirin de tevahiya rojê berdewam kirin. 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku di civînê de cih girt, têkildarî pêvajoya hilbijartinê, cîvina ku li dar xistin û rê û rêbazên ku dê di serdema nû de bimeşînin axivî. 
 
Mûstafa Avci
 
DEMOKRASIYA HERÊMΠ
 
Avci, anî ziman ku desthilat dixwaze rêveberiyên herêmî weke şaxên xwe yên binî bi kar bîne û wiha got: “Feraseta şaredariyê ya HDP’ê çavkaniyan ji bo gel xerc dike. Ev jî ji bo wan bi kêr nayê. Walî û qeymeqamê xwe tayîn dike. Gel dibîne ku çavkaniyên herêmî, ji bo desthilatê û rêveberiya Enqereyê çawa tên seferberkirin. Esasê vê yekê ew e ku gel girêdayî wan bimîne, çanda ku xwe bi xwe rêvebibe bi dest nexe û demokrasiya herêmî pêş nekeve.”
 
‘ME NEKARÎ JI GEL RE VEBÊJIN’ 
 
Avci, diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê bi ser dijminatiya gelê kurd hate birêvebirin û da zanîn ku di bingeheke ku kurd û tevgera siyasî ya kurdan neyî de nîqaş hatin birêvebirin. Avci yê hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de bi bîr xistin wiha berdewam kir: “Bi awayekî xwezayî nêzîkatiyeke me jî ya stratejîk hebû. Armancek hatibû diyarkirin.  Di 31’ê adara 2019’an de me ji vê feraseta şer re peyama ‘hûn vê feraseta xwe ya şer kûr bikin û bidomînin em jî dê bajarên mezin bi we bidin windakirin’ da û em serketin. Ev ji bo me sekneke stratejîk bû, me bi awayekî giştî hewl da bigihêjin armanca xwe. Me belkî ev yek nekarî ji gel re vebêjin û hin xetayên taktîkî çêbûn.”
 
‘DIVÊ DI GEL DE BAWERIYEK BÊ AVAKIRIN’ 
 
Avci, bi lêv kir ku piştî encamên hilbijartinan her demê civîn tên kirin lê vê serdemê rexneyên ji hilbijêrên wan hatine jî esas girtine, nîqaşên xurt bi rê ve birine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berî her tiştî divê em bi hemû awayî bikin da ku dubarekirina kombûna ku di encama pêvajoyên hilbijartinên derbasbûyî de çê bûye, çê nebe. Divê hişmendiya “Piştî her pêvajoyên hilbijartinan civînên rexnekirin û rexnedayînê tên kirin lê encamek dernakeve holê. Weke ku dernakeve jî heman xeta û feraset xwe dubare dike’ ku di gel de çêbûye bê şikandin û rêze civînên ku baweriyê di gel de bide avêtin bên kirin. Di bingeheke nebawer de nepêkane ku jinûve avakirinek pêk bê. Ji ber wê yekê nîqaşên îro erênî bûn. Hêviya me ew e ku di vê pêvajoyê de hemû sazî, dezgeh û kes ên kêmasî, nebesî û xetayên taktîkî kirin bi awayekî wêrek nêzîkatiyeke xwerexnedayînê bidin nîşan bidin. Heke wisa bibe em bawer dikin wê encamên civînan baş bin.”
 
‘DIVÊ GEL NEYÊ VEDERKIRIN’
 
Avci, diyar kir ku di bingeha nîqaşan de xwerexnedayîna “divê gel neyê vederkirin” heye û anî ziman ku rêgeza bingehîn ku wan ji partiyên pergalê cuda dike demokrasiya rasterast, tevlikirina hemû beşên civakê û rêxistinkirina pratîk a polîtîk a bi hev re ye. Avci yê qala rexneyên di diyarkirina namzetan de gel esas nayê girtin kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev rexne divê di dema pêş de ji bo hilbijartinên herêmî yên bê kirin, li ber çavan were girtin. Tê gotin, ‘em nikarin pêşhilbijartinan bikin’, rast e heke we pergala rêxistinî ava nekiribe , heke di asta sazîbûnê de fonksiyon nehatibe pêşxistin hûn nikarin pêşhilbijartinan bikin . Lê belê ji bo vê pergalê 10 meh li pêşiya me hene. Nayê wê wateyê ku heta wê demê ev pergal nayê rûniştandin. Eger em seferber bibin, eger pêvajoya xwerexnekirinê û ji nû ve avakirinê di demeke kurt de biqede, em ê pêvajoya rêxistinî temam bikin. Piştî ku pêvajoya rêxistinî qediya û pergal di asta sazîbûnê de ava bû, em dikarin namzetan li ser bingeha vîna gel diyar bikin. Naxwe wê şikestineke cidî rû bide û em ê zehmetiyê bikişînin ku ji nû ve tamîr bikin.”
 
 

Sernavên din

12/06/2023
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin