Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Tuncer Bakirhan ê HDP’î diyar kir ku ji xeta Rêya Sêyemîn dûr ketine lewma nekarin armancên xwe pêk bînin û wiha got: “Mirov nikare xeletiyên heyî yek bi yek li kesan bar bike. Divê em têkoşîna hevpar û siyaseta jinûveavakirinê bi hev re xurt bikin.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinên serokkomarî û yên giştî li gel pêkhate û lijneyên xwe civîn li dar xistin û niha jî dest bi hevdîtinên bi gel re dike. HDP dê hemû qonaxên rexne û xwerexnekirinê bi gel re bimeşîne û bi biryara nîhaî ya gel re jî ber bi Kongreya Mezin ve biçe. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tuncer Bakirhan têkildarî encamên hilbijartinê, rexneyên li ser encaman tên kirin û stratejiyên serdema nû bi ajansa me re axivî. 
 
Bakirhan, diyar kir ku diyar kir ku di hilbijartinê de nekarîn hedefên xwe pêk bînin û wiha got: “di civîn û hevdîtinên piştî encamên hilbijartinan de li ser bingeha rexne û xwerexnekirinê gelek nirxandinên girîng hatin kirin. Hêj jî tên kirin. Tifaqa AKP-MHP’ê hemû derfetên dewletê bi kar anîn û em bûn hedefa kampanyaya wan a hilbijartinê. Ev êrişên bi sala ne didomin, parçeyeke Plana Têkbirinê ne. Lê gelê me bi tu awayî serî li ber netewand. Divê em encamên hilbijartinê weke têkçûnekê nenirxînin. Nexwe ev dê bê wateya tunehesibandina vîna gelê kurd. Gelê kurd îradeya xwe ya li dijî faşîzmê li ser sindoqan nîşan da. Lewma em encamên hilbijartinê ne weke têkçûn lê weke rewşeke neserkeftî dinirxînin. Bi sala ye em rastî gelek neheqî û derhiqûqtiyan tên. Dozên girtinê, krîmînalîzekirina xebatên partiyê, ambargoya medyayê û propagandaya reşkirinê bandor li encamên hilbijratinê kir. Heke em van nedin ber çavan, dê nirxandinên me kêm bimînin. Ji ber ku di mijara bijartina endaman de hinek kêmanî çêbûn, di pratîka siyaseta tifaqan de pirsgirêk hatin jiyîn, me nekarî xwe baş bi gelê xwe bidin fêmkirin û ji ber dûrketina di xeta me ya Rêya Sêyemîn de, me nekarî hedefên xwe pêk bînin. Em niha van rewşan dinirxînin û hewl didin xwe xurtir bikin.” 
 
‘PARTIYA ME DÊ HESABÊ BIDE GEL’
 
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku xetayên partiyê yek bi yek li kesan nayên barkirin û ev nirxandin kir: “Karekî di partiyê de tê kirin, biryareke tê girtin tenê ji devê kesekî/ê dernakeve. Ev yek ne li gorî paradîgma û çanda partiya me ye. Komîsyon û lijneyên me bi awayekî kolektîf van karan dimeşînin. Partiya me polîtîkaya xwe li gorî rê û rêbazên siyaseta demokratîk û şoreşger dike. Hêza xwe ji gel digire, xwe li hemberî gel berpirsyar dibîne û tenê gel esas digire. Lewma li gel me îstîfa nayê xwestin, hesab tê pirsîn. Anku hesabê didî gel. Em ê di rojên pêş de konferansên xwe yên herêmî û navendî li dar bixin, ji bo pirsgirêkên xwe yên sazûmanî çareseriyên mayînde bibînin û bi kongreya mezin re jî pêngava xwe ya jinûvesazkirinê bi dawî bikin. Em ê hîn xurtir ji vê pêvajoyê derkevin. Em ne partiyeke wisa ne ku bi encamên hilbijartinê dest jê berdin. Partiya me ji bo azadî û jiyaneke mirovane têdikoşe û dê têkoşîna xwe jî di her qadê de mezintir bikin.”
 
HILBIJARTIN
 
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser hîleyên di hilbijartinê de û wiha got: “Rastiyek heye ku hilbijartin di mercên adilane û wekhev de nehatin kirin. Îktîdarê hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Li gelek deveran dengên me hatin dizîn û ji bo partiyên îktîdarê hatin nivîsandin. Beriya hilbijartinê gelek hunermend, rojnameger, şanoeger û hwd. hatin girtin û binçavkirin. Hemû derfetên medya û dewletê ji bo Tifaqa Cumhur hatin bikaranîn. Tevî krîza aborî jî 8 meh berê di çarçoveya ‘aboriya hilbijartinê’ de mizgînî hatin dayîn. Xizîne û rezerv vala kirin. Wezîran, xebatên hilbijartinan li avahiyên wezaretan dan destpêkirin. Di tu dîrokan de ewqas rant nehatiye belavkirin. Anku gel ne di mercên wekhev de çû se sindoqan. Ez van ji bo encamên hilbijartinê weke hincet nîşan nadim. Tevî van bêedaletiyan jî encamên hilbijartinan ji bo encamekî serkeftî nebû.” 
 
REXNEYÊN TÊN KIRIN Û TIFAQA KED Û AZADIYÊ 
 
Têkildarî rexneyên tên kirin jî Bakirhan wiha got: “Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo afirandina vebijêrka sêyemîn hate avakirin û tifaqeke gelparêz bû. Ne tifaqeke hilbijartinê lê weke tifaqeke têkoşînê hatibû avakirin. Me her tim qala tifaqa demokrasiyê dikir. Lewma me Tifaqa Ked û Azadiyê ne weke tifaqeke hilbijartinê ya ku partiyên siyasî tê de cih digirin difikirî. Lê rastî pêvajoya hilbijartinê hat û ji ber sedemên cuda jî weke tifaqa hilbijartinê hate fêmkirin. Ji ber pêvajoya hilbijartinê, hevdîtinên bi pêkhateyên wê re di nava Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya me û lijneyan de hate nîqaşkirin û Komîsyona Tifaqa hate avakirin. Vê komîsyonê têkildarî hilbijartinan bi wan re nîqaş kirin. Wekî min berê got, karên me bi aqilekî kolektîf tên kirin. 
 
Di tevahiya hilbijartinê de têkildarî hevdîtinên bi tifaqan re rexneyên ji dil û rexneyî hatin kirin. Ev pir binirxin. Ji bo başiya partiyê dihatin kirin û ev yek ji bo me pir binirxe. Lê belê niha aliyekê ku êdî asta rexneyan derbas kiriye û siyaseta me ya tifaqan bi temamî xelet dibînin heye. Aparatên şerê taybet û hesabên medyaya dijîtal ên gel manîpule dikin, operasyoneke qirêjî dikin. Li ser navên hin kesan, nirxên me yên mezin hedef digirin û hewl didin li ser encamên hilbijartinê partiya me ji hev belav bikin. Lê em ê rê nedin van lîstikên şerên taybet.  Tevî vê xefika qirêjî ya li hemberî pêvajoya jinûvesazkirina partiyê hatiye avakirin jî em ê xwedî li nirxên xwe derkevin û xwe hîn bêhtir birêxistin bikin. Em ê di çarçoveya rêhevaltiyê de nîqaşên xwe bikin, xwerexnedayîna xwe bidin û bila kesek li bendê nebe ku partiya me ji nirxên xwe dûr bikeve. Her wiha dê ji bo tifaqa me ya demokratîk jî dê di pêvajoya nû de ne hilbijartin û partiyên siyasî lê civak û berxwedan esas were girtin. 
 
MIJARA DEMÎRTAŞ
 
Bakirhan, ji bo hewldanên ku Selahattîn Demîrtaş û partiyê bikin dijberî hev jî ev tişt anî ziman: “Navberekê partî weke ‘baz-kevok’ dabeşî du koman dikirin. Hewl didan tevgera kurd bi vî awayî li hemberî hev sor bikin. Niha jî hewl didin vê nîqaşê weke Demîrtaş-HDP’ê pêş bixin. Lîstikeke ji hev belav kirin û bêzarkirinê ye. Ma kî dikare bibêje kesên dibêjin HDP bêdeng e, li Enqereyê di qadeke bikonfor de siyasetê de dike niyetbaş in? Me gotibû ku kêmaniyên me hene û di vê mijarê de me pêvajoya xwerexnekirinê daye destpêkirin. Lê hinek kesên di bin navê muxalîfbûnê de tevdigerin, bi israr hewl didin HDP û Demîrtaş bînin beramberî hev. Lê ev hewldan, hewldanên vala ne. Selahattîn Demîrtaş hevalê me ye û heddê tu kesî nîne zimandirêjiyê li hemberî hiqûqa me ya bi wî re bike.”
 
CIVÎN Û PÊVAJOYA PÊŞ 
 
Bakirhan, destnîşan kir ku di salên dawî de sosyolojiya civakê pir bi eşkereyî guherî ye lê wan di mijara fêmkirina vê heqîqeta guherînê de zehmetî kişandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bingeha pirsgirêkên sazûmaniyê de hinek jî ev heye. Cudahiya di navbera gotinên em dikin û tiştên gel dijî de pir ferq û cudahî heye. Her wiha xizantî pirsgirêkeke pir girîng e lê me nekarî gotinên ku ji vê pirsgirêkê re bibin çareserî pêş bixin. Pêkhateyên me nekarîn berxwedana gelê kurd li rojavayê welêt mezin bikin. Diviyabû ev hevsengiya hêzê li hemû herêman wekî hev bûya. Lewma divê em tevek bikevin nava pêvajoyeke girîng ê xwerexnekirinê. Armanca me ew e ku em bi pêngaveke rast a xwebirêxistinkirinê re bibin muxalefeta diyarker a welêt. Hema hema di hemû lijneyên me de pêvajoyeke xurt a xwerexnekirinê tê meşandin û nîqaşên berhemdar tên kirin. Ew îrade û enerjiya di van civînan de derdikevin holê, dike ku em encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê weke ‘krîza bixêr’ pênase bikin. Nîqaşên me yên xurt ên di civînan de, dê pêvajoya jinûvesazkirinê jî bêhtir xurt bikin. Em ê bajar bi bajar, navçe bi navçe bi gel re civînan li dar bixin, dê bi hemû derdorên civakî re hevdîtin bên kirin û konferansên xwe li dar bixin. Îradeya ku dê di encama vê pêvajoyê de derkevin holê jî, dê di Kongreya Mezin de şênber bibe. Em ê di encama vê pêvajoyê de, di avakirina Rêya Sêyemîn de gavên hîn xurtir biavêjin. 
 
Kevneşopiya HDP’ê, berhema aqilê ji encamên kongreyan derdikeve ye. Hemû polîtîkayên partiyê, biryarên tên girtin û gavên tên avêtin; encama aqilê kolektîf e û piştî nirxandinên lijneyên peywirdar tên avêtin. Ne şexs lê komîsyon û lijne ji dayîna biryaran berpirsyar in. Lewma jî ji ber vê rewşa neserkeftî tevahiya avadaniya me kete pêvajoya xwerexnekirinê, hesabê dide gel û dê di kongreyê de guherînê bi xwe re bîne. Lewma di vê pêvajoya jinûvesazkirinê de divê ne tenê HDP lê hemû avadaniyên pêkhateyên me û kongreyên me jî van nîqaşan bikin û biryaran bigirin. Divê li şûna hiqûqa pêkhateyan a li ser bingeha siyaseta temsîliyetê, divê em têkoşîn û siyaseta hevpar xurb bikin. Heke DBP li Kurdistanê xurt be dê HDP jî xurt be, heke SODAP, ESP, Partiya Şoreşger, SYKP û Partiya Çepên Kesk xwe birêxistin bikin dê HDP bêhtir civakî bibe. Divê baskên diherikin nava çem jî xurt biherikin.
 
 
‘DIVÊ EM RÊYA SÊYEMÎN HÊIN BÊHTIR BIRÊXISTIN BIKIN’
 
Herî dawî jî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Tirkiye di nava krîzên piralî yên weke aborî, siyasî û civakî de ye. Gelên Tirkiyeyê jî roj bi roj xizantir dibe. Ji ber geşedanên di asta kûrewî û herêmî de, bloka îktîdarê ji sala 2015’an heta niha xetekî otorîter xistiye meriyetê. Lewma li gorî min dê zext û êriş hêj berdewam bikin. Li hêla din îspat bû ku Tifaqa Milet vebijêrkek nîne. Lewma divê em Rêya Sêyemîn hêj xurtir birêxistin bikin. Ev yek erk û berpirsyartiya me ye. Dê pêşengtiya vê jî partiya me bike. Heke Tirkiye bi aqilane tevbigere, dê ev krîz bên çareserkirin. Her wiha dê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û pirsgirêkên din jî bi heman awayî çareser bibin. Pêvajoya zehmet li pêşiya me heye. Lê bedela wê çi dibe bila bibe em ê di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.” 
 

Sernavên din

12/06/2023
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin