Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe

  • rojane
  • 10:01 11 Hezîran 2023
  • |
img
WAN - Her ku dahata neteweyî ya welatiyan kêm dibe, hejmara zarokên karker jî zêdetir dibe. Pisporê îstîhdamê Sînan Ok got ku mekanîzmayeke cemaweriyê ya ku rê li ber pergala keda zarokan dixwe tune ye.  
 
Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) di sala 2002’yan de ji bo bidawîkirina xebitandina zarokan, 12’ê Hezîranê weke “Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê” ragihand. Piştî ragihandina vê rojê, gelek welatan di makeqanûnên xwe de guhertin çêkirin. Lê li Tirkiyeyê rewş berevajî vê bû. Îktîdara AKP’ê bi “Qanûna Çiraxtiyê” karkeriya zarokan bêhtir teşwîq kir. Li Tirkiyeyê cara ewil di sala 1972’yan de “Qanûna Çiraxtiyê” hatibnû derxistin. Ev qanûn ji bo kargehên ku dixwestin zarokên xizan bidin xebitandin lê nekevin ber qanûna kar hatibû derxistin. Di bin navê “Perwerdeya pîşeyî” de di serî de pîşesazî, êdî zarok di gelek qadan de hatin xebitandin. 
 
QEZENCA JI XEBITANDINA ZAROKAN 
 
Di serdema AKP’ê di bin navê “Perwerdeya pîşeyî” de gelek dibistanên amadehî yên pîşeyî hatin vekirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi giştî 3 hezar û 792 dibistanên amadehî yên pîşeyî hene. Li van dibistanan bi giştî milyonek û 848 hezar û 236 xwendekar tên perwerdekirin. Di bin navê perwerdeya pîşeyî û teknîkî de zarok, bi mehane bi hezar û 300 TL’an di mercên giran de tên xebitandin. Wezareta Perwerdeya Neteweyî di 21’ê kanûna 2021’an de di Qanûna Perwerdeya Pîşeyî ya Hejmar 3308’an de guhertin kir û xwendekar êdî li dibistanan dikarin di sektorên cuda de bên perwerdekirin. Bi guhertinê re êdî xwendekar bi navên weke “çirax, qalfa û hoste” ji hev hatin cudakirin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî (MEB) Mahmût Ozer di 24’ê kanûna 2022’yan de çû serdana Dibistana Amadehî ya Pîşeyî û Teknîkî ya ASELSAN’ê û got ku hejmara çirax û qalfayan a li dibistanan derketiye milyonek û 200 hezar kesan. 
 
Ozer di 18’ê kanûna 2022’yan de jî daxuyaniyek da û got ku dibistanên amadehî yên pîşeyî di nava 11 mehan de milyarek û 955 milyon TL pere qezenc kirine û ji vî pereyî 94 milyon û 332 hezar lîre ji bo xwendekaran çûne, 206 milyon û 608 hezar lîre ji bo mamosteyan çûne. Milyarek û 654 milyon lîreyên li ser xebitandina zarokan hatin bidestxistin jî ji bo xizîneya dewletê çûn. 
 
HERÎ KÊM 5 MILYON ZAROK TÊN XEBITANDIN 
 
Li gorî encamên “Lêkolîna Hêza Xebatê ya Malbatê” ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku di sala 2022’yan de weşand, rêjeya tevlibûna hêza kar a zarokên di navbera 15-17 salî de ji sedî 18,7 e. Li gorî Meclisa Ewlehiya Tenduristiya Karkeran û Kar (ÎSÎG) jî hejmara zarokên tên xebitandin tê veşartin. ÎSÎG’ê got ku milyonek û nîv zarokên di bin navê çirax û stajyer de li dibistanên amadehî yên pîşeyî tên xebitandin, weke zarokên karker nayên hesibandin û li îstatîstîkan nayên zêdekirin. Dema ev hejmar jî tên hesibandin, niha li Tirkiyeyê herî kêm 2 milyon (di mehên havînê de derdikeve derdora 5 milyonan) zarokên karker hene. Ji ber ku zarokên penaber û koçberan li van îstatîstîkan nayên zêdekirin, hejmara zarokên tên xebitandin tên veşartin. Her wiha li gorî daneyên Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî û Wezreta Xebat û Ewlekariya Civakî; di sala 2022’yan de herî kêm 3 hezar û 552 zarok li kolanan tên xebitandin. 
 
868 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Li gorî daneyên ÎSÎG’ê; ji sala 2002’yan ku AKP bûye îktîdar heta 31’ê gulana 2023’yan, herî kêm 968 zarokên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2002’yan de herî kêm zarokekî, di sala 2003’yan de herî kêm 18 zarokan, di 2004’an de herî kêm 29 zarokan, di 2005’an de herî kêm 27 zarokan, di 2006’an der herî kêm 29’an, di 2007’an de herî kêm 28’an, di 2008’an de herî kêm 29’an, di 2009’an de herî kêm 12’an, di 2010’an de herî kêm 24’an, di 2011’an de herî kêm 24’an, di 2012’an de herî kêm 15’an, di 2013’an de herî kêm 59’an, di 2014’an de herî kêm 54’an, di 2015’an de herî kêm 63’yan, di 2016’an de herî kêm 56’an, di 2017’an de herî kêm 60’an, di 2018’an de herî kêm 67’an, di 2019’an de herî kêm 67’an, di 2020’an de herî kêm 68’an, di 2021’an de herî kêm 63’yan, di 2022’yan de herî kêm 64’an û di 5 mehên sala 2023’yan de jî herî kêm 11 zarok bûn qurbaniyên cînayetên kar.
 
XWARINA KEDA ZAROKAN
 
Pisporê Îstîhdamê Sînan Ok diyar kir ku yek ji sedemên bingehîn ên zêdebûna karkerên zarok xizantî ye û wiha got: “Krîza aborî di nava 7-8 salên dawî de kûrtir bû. Ev yek jî dike di nava malbatên zarokên wan hene de zarok ji perwerdeyê dûr bikevin û tev li xebatan bibin. Daneyên TUÎK’ê yên têkildarî zarokên karker rast nînin. Yek ji sedemên din a ku malbat zarokên xwe neşînin dibistanan jî bêfonksiyonhiştina perwerdeyê ye. Mekanîzmayeke raya giştî ya ku bikare pêşî li ber xebitandina zarokan bigire tune ye. Îktîdara AKP’ê ji xwe siyaseteke dijî kedê dimeşîne û keda hemû kedkaran bêqîmet dike. Êdî zarok pir bi hêsanî tên xebitandin. Ji ber ku nayên qeydkirin û pereyekî kêm didin wan. Îktîdara AKP’ê vê polîtîkayê didomîne. Di bin navê dibistanên pîşeyî de zarokan didin xebitandin. Ji sala 2008’an heta niha ev polîtîka tê meşandin. Pereyê ji wan xwendekaran re tê dayîn jî ji fona bêkariyê tê dayîn. Anku tu pere ji berîka patronan dernakeve. Ji niha ve zarokan hînî mercên nebaş dikin. Li gorî daneyên SGK’ê, milyonek û nîv zarok li ser ÎŞKUR’ê tên xebitandin. Ev zarok li ser cemaweriyê ji bo alîgirên AKP’ê tên îstîhdamkirin. Qada kedxwariyê tê vekirin. AKP vê yekê li dijî sermayeyê weke bertîlê bi kar tîne.” 
 
DANEYÊN TÊKILDARÎ MIRINAN TUNE NE
 
Ok, diyar kir ku AKP siyaseteke li dijî jiyanê dimeşîne û wiha bi dawî kir: “Ev siyaset ne tenê ji bo zarokên karker derbasdar e. Ji zarokên bi wesayîtên zirxî tên kuştin heta yên rastî tundiya nava malê tên jî derbasdar e. Siyaseteke dijî jiyanê ya sîstematîk heye. Derheqê zarokên karker de tenê daneyên ÎSÎG’ê hene. Lê ev daneye rastiya heyî venabêjin. Ji ber ku ÎSÎG tenê daneyên ew bi xwe dibîne parve dike. Daneyên rast, hîn zêdetir ein. Bi hezaran zarok jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku emrê xebatê 14 e, bi hezaran zarokên dibin qurbanên cînyatên kar nayên qeydkirin. Lewma hejmara heyî pir zêdetir e. Daneyên fermî tune ne û ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku li holê polîtîkayek heye. Dane tên parvekirin û delîlan tune dikin. Têgeheke bi navê zarokên karker tune ye. Divê zarok heta temenî li dibistanan bin. Heta ku îktîdara heyî û sermaye vê weke xwarina kedê bi kar bînin, ev mijar dê her tim di rojeva me de bin. Divê em hem li dijî îktîdarê hem jî li dijî xebitandina zarokan têbikoşin.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu
 

Sernavên din

12/06/2023
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin