‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'

  • rojane
  • 09:02 6 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Endamê YK ya ÎTO’yê Saffet Ercan diyar kir ku li welat li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayeke tundiyê heye û wiha got: “Li welatekî ku hiqûq nayê naskirin, makeqanûn tune tê hesibandin kedkarên tenduristiyê dê nesikinin.”
 
Kedkarên tenduristiyê ku para xwe ji polîtîkayên desthilata AKP’ê girtine, çareyê di terkirina welat de dibînin. Piştî ku di hilbijartina Serokkomariyê de namzetê Tifaqa Cûmhûr Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji nû ve hate hilbijartin, hejmara kedkarên tenduristiyê ku “Belgeya Rewşa Baş” werdigirin û derdikevin derveyî welat jî zêde bû. Li gorî daneyên Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) di sala 2020’an de hejmara kesên ji bo derkevin derveyî welat “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine 931, di sala 2021’an de hezar û 405, di sala 2022’yan de jî 2 hezar 685 û di 4 mehên  ewilî yên sala 2023’yan de jî bûn 881 kes. TTB’ê ragihand ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê hejmara kedkarên tenduristiyê yên ji bo “Belgeya Rewşa Baş” serî lê dane zêde bûne. 
 
SERLÊDAN DU QET ZÊDE BÛN
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Dr. Saffet Ercan diyar kir ku kedkarên tenduristiyê ji ber polîtîkayên AKP’ê û krîza aborî ji bo welat terk bikin her tim di nav lêgerînekê de ne. Ercan, da zanîn ku ji bo tenduristvan biçin derveyî welat neçarin ku “Belgeya Rewşa Baş” wergirtin û anî ziman ku ev daneyên bi dest xistine jî ji van serlêdanan wergirtine. Ercan, destnîşan kir ku piştî sala 2023’yan û bi taybetî jî piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê hejmara serlêdanên ji wan re hate kirin du qat zêde bûne. 
 
Saffet Ercan
 
WÊ MALIYETA WÊ JI TIRKIYEYÊ RE ÇÊBIBE
 
Ercan, bi bîr xist ku Erdogan ê beriya niha ji kedkarên tenduristiyê re digot “Biçin jî bila biçin” piştî rewş ferq kir ji wan re banga “Paş ve werin” kir û anî ziman ku di rewşa heyî de bangên tên kirin kedkarên tenduristiyê paş ve naînin. Ercan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Polîtîkayên AKP’ê yên li dijî xebatkarên tenduristiyê rewşeke berovajî deyne holê. Di nava welatên ku di Rêxistina Pêşvebirin û Hevkariya Aboriyê (OECD) de cih digirin Tirkiye xwedî rêjeya herî kêm a bijîşkan e. Elbet dê maliyeta bijîşkên ku çûyîne hebe. Di sala 2022’yan de 2 hezar û 500 bijîşk çûn derveyî welat. Em çavkaniyên welat ji bo xwendekarên mezûn dibin xerc dikin lê van xwendekaran welatên din digirin û dinirxînin. Ev ked hemû vala diçe. Ji bo jiyaneke baştir welatê lê dimînin terk dikin. Heke pêşî li vê yekê neyê girtin wê Tirkiye di pêşerojê de di xizmeta tenduristiyê de pirsgirêkên gelek mezin bikişîne.”
 
XETEREYA TENDURISTIYÊ YA LI BENDA BEL!
 
Ercan, anî ziman ku dê ev rewş ji aliyê tenduristiya gel de rê li ber encamên neyînî veke û wiha pê de çû: “Kêmasiya bijîşkan dê were wê wateyê ku welatiyek bajêr bi bajêr nexweşxane bi nexweşxane bigere. Welatiyekî nexweş êdî dê bijîşkekî ku wê tedawî bike nabîne. Weke kedkarekî tenduristiyê ez ji vê tabloyê re gelek xemgîn dibim. Her wiha niha di randevuyên tenduristiyê de kêmasiyên gelek cidî derketine holê. Gelek hempîşeyên me ku ji nexweşxaneyên dewletê îstîfa kirine û çûne nexweşxaneyên taybet hene. Li welatekî ku hiqûq nayê naskirin û makeqanûn tune tê hesibandin kedkarên tenduristiyê nasekinin. Em dikarin bibêjin yek ji pirsgirêkeke herî mezin ku di pêşerojê de li benda Tirkiyeyê ye pergala tenduristiyê ye.”
 
‘BIJÎŞK DIXWAZIN WEKE MIROVAN BIJÎN’ 
 
Ercan, bi lêv kir ku li welat li dijî kedkarên tenduristiyê tundiyeke cidî heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê ji aliyê aborî ve nirxandina pirsgirêkan ji bo xebatkarên tenduristiyê dê şaş be. Ji ber polîtîkayên tenduristiyê yên AKP'ê li dijî bijîşkan tundiyeke gelekî giran heye. Gelek hempîşeyên me li nexweşxaneyan ji aliyê nexweşên xwe ve hatin qetilkirin. Ji sala 2011’an û vir ve bi taybetî tundiya li dijî bijîşkan derketiye pêş. Em niha dixwazin bi nexweşan re têkiliyeke demokratîk deynin. Bijîşk dixwazin li vî welatî bi rengekî însanî bijîn. Tirkiye di salên dawî de ketiye bin pîvanên welatên modern. Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku biryarên keyfî yên li welat diyarker in. Ne welatî û ne jî em ji pirsgirêkên di xizmeta tenduristiyê de berpirsyar in. Yên ku vê polîtîkaya tenduristiyê bi rê ve dibin, ji vê berpirsyar in.”
 
MA / Ferdî Bayram
 

Sernavên din

06/06/2023
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da