Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne

  • rojane
  • 09:44 1 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Siyasetzan Ahmet Mûrat Aytaç diyar kir ku Erdogan di hilbijartinan de serkeftineke teqez bi dest nexistiye û wiha got: “Divê muxalefet her cureyên ku siyaseta wekhevî û azadiyê bihêz dike binirxîne.” 
 
Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de Tayyîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 52,18’ê bi ser ket lê nîqaşên têkildarî hilbijartinê hêj didomin. Siyasetzan û nivîskar Ahmet Mûrat Aytaç têkildarî pêvajoya ber bi tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê û encamên wê bi ajansa me re axivî. 
 
GOTINÊN NETEWEPEREST ÊN NAMZETAN 
 
Aytaç, diyar kir ku Erdogan piştî pêvajoya “çareseriyê” ji hêla bîrdoziyê ve pir veguherî û wiha got: “Wisa xuya dike ku gotinên neteweperest ên Kiliçdaroglû, ji bo tûra duyemîn taktîkek bû. Di halê hazir de niha hinek dişibe nêçîrvaniya dengan a bêrêgez a mîna ya Baykal. Sedema ku ez dibêjim ‘niha’ ew e ku em nizanin dê di pêşerojê de bi xwe re çi bîne. Dema em li tûra duyemîn dinihêrin, dibînin ku Kiliçdaroglû li herêmên kurdan li gorî tûra yekemîn deng winda kir. Ji ber van gotinên neteweperest. CHP’ê bedela protokola bi Partiya Zaferê re îmze kirî bi vî awayî da. Ev yek nîşan dide ku hilbijêrên bibertek ev nerazîbûna xwe bi neçûna ser sindoqê nîşan dane. Nîviya hilbijêrên neçûn ser sindoqê ku di tûra yekemîn de dengê xwe nedayîn Kiliçdaroglû nîşan dide ku bandora boykotê jî heye. Mirov ji kîja alî ve binirxîne jî dibîne ku dengên hatine windakirin bandoreke wan ê pir bisînor ser encamên hilbijartinê heye.”
 
‘SERKEFTINA ERDOGAN TEQEZ NÎNE’
 
Bi domdarî Aytaç anî ziman ku serkeftina Erdogan “teqez” nîne û wiha pê de çû: “Sedema ku weke serkeftineke teqez tê nîşandan jî ew e ku muxalefet vê psîkolojiyê dide avakirin. Di her hilbijartina îktîdar bi ser dikeve de muxalefetê têkçûna xwe bi hîleyên AKP’ê nîşan da. Lewma muxalefet dibêje qey heke ewlehiya hilbijartinê bê kirin dê teqez bi ser kevin. Lê li gorî min siyasetmedarên Tirkiyeyê ji bo berpirsyartiya xwe ya têkçûnê veşêrin, hesabê nedin û rexnedayîna xwe nedin bi van rêbazan hewl didin bi ser mijarê bigirin. Ev çanda demokrasiyê li Tirkiyeyê nîne.” 
 
Di berdewamê de Aytaç wiha got: “Êdî li Tirkiyeyê mirov ne tişta ji bo xwe herî baş lê tişta herî kêm xerab hildibijêrin. Di esasê xwe de ji bo aliyê îktîdarê jî heman tişt derbasdar e. Gelemperiya hilbijêrên Erdogan jî dibînin ku rewşa aboriyê û rêveberiya welat xerab e. Lê di wê baweriyê de ne ku heke muxalefet bibe îktîdar dê rewş xerabtir bibe. Lewma piştgiriyê didin îktîdarê. Anku ew jî li gorî xwe başê xeraban hildibijêre. Lê ji bo ku em di nava vê rejîma xerab de xelas bibin, hewceye em careke din başiyê bi bîr bixin.”
 
‘VALAMAYÎNA BEROŞÊ BI TÊRÎ NAKE’
 
Aytaç, destnîşan kir ku di pêvajoya ber bi hilbijartinê de pandemî, erdhej û krîza aborî çêbûne û wiha derbirî: “Îktîdarê tevek jî pir nebaş birêve birin. Vê jî hesta ‘em ber bi îktîdarê ve diçin’ di muxalefetê de ava kir. Şîrovekaran dîsa klîşeya ‘beroşa vala îktîdarê diguherîne’ kirin. Lê di halê hazir de AKP-MHP hem di meclisê de bi ser ketin hem jî di hilbijartina serokkomariyê de. Encam û bendewariyan hev negirtin. Li şûna ku sedemên vê bipirsin, pir bi rehetî encaman mehkûm dikin. Ji vê encamê xuya dibe ku bûyerên weke erdhej, krîza aborî hwd. ji ber xwe ve encamên siyasî nayîne. Li vir ya girîng ew e bê ka tu çawa dinirxînî û polîtîkayeke çawa dimeşînî. Dema ev yek hate kirin, wê demê dê bi pratîka xwe bibînî ku her hêz dikare were têkbirin.” 
 
‘TIFAQA CUMHUR JI HEV PARÇE YE’
 
Herî dawî jî Aytaç ev tişt anî ziman: “Erdogan beriya hilbijartinê digot; ‘em ê piştî hilbijartinê hev bibînin.’ Anku gef dixwar. Di axaftina xwe ya serkeftinê de jî nîşan da ku dê zimanê krîmînalîzekirin û dabeşkirinê neterikîne. Li hêla din bi qasî Tifaqa Milet, Tifaqa Cumhur jî ji hev parçe parçe ye. Partiyên weke HUDA PAR, Yenîdên Refah û DSP’ê ne ji bo tifaqa li ser esasên rêgezan lê ji bo bi hêsanîtir parlamenteran bi dest bixin tev li tifaqê bûn. Weke tifaqa herî ‘şoven’ û ‘paşverû’ tê pênasekirin. Heke muxalefet ji bo 5 salên pêşiya me polîtîkayeke çalak bimeşîne, dibe ku îktîdarê bi dest bixe. Lewma divê muxalefet hemû firsendên siyasî yên ku siyaseta wekhevî û azadiyê xurt dike baş binirxîne û derxîne pêş.” 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

02/06/2023
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
10:16 Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn
09:49 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
09:44 Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike
09:44 Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne
09:29 Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye
09:06 Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne
09:05 Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
09:03 Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne
09:02 Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin
09:01 Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
31/05/2023
20:14 HDP û Partiya Çepên Kesk dest bi pêvajoya nû kirin: Dê her tişt bi gel re bê kirin
19:47 Almanyayê biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê bigire
17:23 Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
16:30 Ji bo faîlên muzîkjen Şener cezayê muebbedê hate xwestin
16:11 Daxwaza rawestandina xebatên GOÇÎZDER’ê nehate qebûlkirin
16:10 Daxwaza girtina tetîkkêşê cînayeta Sîncar hate redkirin
15:32 Di Doza Pirsûsê de polîsên şahid bersivên ‘nayê bîra min’ dan
15:17 Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin
15:10 Selahattîn Demîrtaş: Ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim
14:11 Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
13:53 Têkoşîna Malbata Şenyaşar a Edaletê 800 roj li pêy xwe hiştin
13:52 Ji ber ku nexweşiya xwe bi kurdî vedigot nehiştin rojnamegerê girtî Bûlût tedawî bibe
13:40 Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin
13:33 4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin
12:53 Abbasî li Kerkukê ye
12:46 Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da
12:38 5’emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
12:06 NY: Ji sedî 70’ê xelkê Sûriyeyê berhewceyî alîkariyê ye
11:50 Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe
10:28 Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:18 Qedexeya hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re
10:10 Berxwedana Mexmûrê di roja 12’an de dewam dike
09:01 ‘Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye'
09:00 Dadgehê projeya bazirganiyê ya qeyûm red kir
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Cenazeyê Emrah Arpak piştî 56 rojan radestî malbata wî hate kirin
30/05/2023
22:13 Kesên di binçavan de hatin windakirin hatin bibîranîn
21:08 Encamên hilbijartina parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
20:16 Li Gazîosmanpaşayê êrişî buroya CHP’ê kirin
18:17 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Çînê cara ewil astronoteke sivîl şand fezayê
16:23 TJA: Ev hilbijartin rewa nînin û dê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
16:09 Çemê Periyê rabû: Mal û gov di bin avê de man
15:53 Piştî civîna ‘heyama nû’ daxuyanî: Em ê encaman bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin
15:52 Komên paramîlîter li Efrînê 2 welatî revandin
15:52 Dînamîtên Înşaeta Gurbagê diteqîne ziyanê didin hawirdorê
15:35 Di doza Sakîne Kultur a hatibû qetilkirin de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
15:10 Bi komî deng dabûn: Partiyên Tifaqa Cûmhûr û Milet îtîraz qebûl nekirin
15:09 Dabeşkirina kursiyan a li Meclisê diyar bû
14:58 Li Mûşê lehî rabû: Gelek sewal ber lehiyê ketin