Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr

img
SEMSÛR –  Li Semsûrê ku hê di bandora erdhejê de ye, ji aliyekî ve kavilên xaniyên hilweşiyayî tên rakirin ji aliyê din ve jî semsûrî li bendê ne alîkariya wan bê kirin. MA, bi wêneyan rewşa heyî ya Semsûrê tomar kir. 
 
Erdhejên Mereşê ku di 6'ê sibatê de bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn, bandor li 11 bajaran kirin. Ji bajarên ku herî zêde bandor ji van erdhejan girtin jî yek jê Semsûr e. Li Semsûrê li gor hejmarên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê li vî bajarê em bi kê re axivîne, hemûyan jî xizm û nasên xwe winda kirine. Li gor welatiyan di ser 30 hezarî re mirov jiyana xwe ji dest dane. Her kolanên Semsûrê kavil in. Li vî bajarî mirov bê kefen hatine veşartin û her welatiyên vî bajarî xwedî êş û çîrokeke giran e. Semsûr hê jî di bandora erdhejê de ye û li paş erdhejê bajarekî hilweşiyayî bi bêhna mirinê maye. Me Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi wêneyan rewşa heyî ya Semsûrê tomar kir. 
 
 
ALÎKARIYA ME BIKIN
 
Li Semsûrê ku gelek avahî hilweşiyane heta çend rojên ewil ên erdhejê jî tu mudaxile û alîkarî nehat kirin. Ji ber ku mudaxilê nehat kirin bi rojan mirov di bin kavilan de li benda alîkariyê man û piraniya wan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di sir û seqema zivistanê de gelek mirov li derva man û ji ber kon li welatiyan nehatin belavkirin gelek kesan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Welatiyeke/î Semsûrê xemsariya dewletê ya li dijî erdhejê bi nivîsa, ‘Alîkariya me bikin’ aniye ziman û ew nivîs weke nîşana berteka li dijî xemsariyê xwe dide der. 
 
 
DI NAV KAVILA DIKANA XWE DE LI AMÛRÊN XWE YÊN XEBATÊ DIGERIN
 
2 welatiyên ku li taxeke hilweşiyayî ya Semsûrê em rastî wan hatin, di nav kavilên dikana xwe ya tamîra wesayît û duçerxeyan de li amûrên xwe yên xebatê digeriyan. Heya beriya erdhejê jî ew dikan warê nanö wan bû, lê niha warê nanê wan di nav kavilan de ye. Ew jî di nav wan kavilan de li keda xwe û amûrên xwe digerin. 
 
 
MÎNAREYA MIZGEFTE JI BO WELATIYAN HÊ JÎ XETERE YE
 
Di encama erdhejê de gelek avahî li Semsûrê hilweşiyan û yên mayî jî xesareke mezin girtine. Li navenda Semsûrê mizgefta bi navê Mizgefta Nexweşxanê jî ji erdhejê bandor girtiye û mînareya wê şikeştiye û gava ketiye di mînareya li rex xwe de asê maye û nehatiye xwarê. Lê rewşa wê qet nebaş e. Welatiyên ku peya an jî bi wesayitan di kolanê de diçin, bi tirs lê dinerin. Çendî xetere ye jî, lê hê nehatiye rakirin. 
 
 
TAXÊN SEMSÛRÊ ÊDÎ KAVIL IN
 
Li navenda Semsûrê pir kêm xanî û avahî hene ku nehatine xwarê lê ew avahî û xaniyên ku nehatine xwarê jî xesareke mezin girtine. Lê çend tax hene ku hema bibêje avahiyên ku nehatine xwar nemanê. Taxa Tûrgûtreîs a Semsûrê ku bi tevahî di nav kavilan de ye bandora erdhejê dide der. Ew tax ku gelek avahiyên xebatê li vir bûn, êdî wêran bûye û bi navê jiyanê tiştek nemaye.
 
 
'ALA TIRK'
 
Yek ji balkêşiyên vî bajarî; li ser wesayitên ku kavilan radikin alaya tirk hatiye daliqandin. Dewleta ku alîkariya mirovên di bin kavilan de nekir û ji ber xemsariya wê gelek kesan jiyana xwe ji dest da, lê bi alaya tirk xwe dide der ku li vir e. Bi vê yekê dixwaze pêşî li ber rexneyên li dijî xwe bigire. Erê niha li her kolan û taxên Semsûrê dewlet bi alaya xwe heye, lê jiyan tune ye. 
 
 
SEMSÛR HÊ JÎ DI SAET 4.17’AN DE MAYE...
 
Yek ji navnîşana Semsûrê Birca Saetê ku li navenda Semsûrê ye di saeta erdhejê ya 04.17’an de sekiniye. Saeta bajêr, dema berî bajrê hilweşîne nîşan dide. Ev dimen jî rewşa Semsûrê ya piştî erdhejê dide der. Li vir bajar jî, jiyan jî di saet 04.17’an de maye…
 
 
KAVIL Û WÊRANÎ
 
Li Semsûrê xebatên rakirina kavilan dest pê kiriye û kavilên avahiyên ku hilweşiyane li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê tên valakirin. Ji ber ku beriya rakirina kavilan av nehatiye reşandin dûmana kavilan li nava bajêr belav dibe û ew jî dibe sedema nexweşiyan. Di nav molozan de pêlîstokên zarokan, kinc û pêlav li paş mirovan mane...
 
 
BI HEZARAN MIROV DI NAV HEV DE HATINE VEŞARTIN
 
Piştî erdhejê bi hezaran mirov li Goristana Nû ya Şeredariyê ya li Taxa Bahçecîk a Semsûrê di nav hev de hatine veşartin. Kesên ku xizm û nasên xwe winda kirine diyar dikin ku bi hezaran kes bê kefen hatine veşartin. Li ser her gorê nîşaneke kesên jiyana xwe ji dest dane hatiye daliqandin. Pêlîstokên zarokan, kincên zarokan, pêlav û tiştên kesên ku li vir hatine veşartin li ser gorên wan hatine daliqandin û ew amûr bûne nasnameya wan. Liv ir tu kes tune ye ku xizm û nasên wan jiyana xwe ji dest nedabin. Êdî êş bûye navê vî bajarî. 
 
MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargut

Sernavên din

05/03/2023
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin