Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...

SEMSÛR - Halil Îbrahim Akan ku bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin û 20 salan di girtîgehê de maye, diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan jî hilweşiyaye û hevjina wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye. Akan got: "Latek min û Fatek min hebû, lat jî çû Fat jî çû..."
 
Îbrahîm Halîl Akan di sala 1980’an de ji ber xebatên xwe yên siyasî li Semsûrê tê girtin û bi cezayê darvekirinê tê darizandin. Akan ku sirgûnî gelek girtîgehan tê kirin di sala 1993’an de bi qanûnekê cezayê wî yê darvekirinê tê taloq kirin û piştî 20 salan, di sala 2000’î de ji Girtîgeha Dîlokê dertê. Akan çend salan li Edeneyê li Navenda Çand û Hûnera Mezopotamyayê (NÇM) ya Çûkûrovayê dixebite û di sala 2007’an de vedigere Semsûrê û dizewice. Di erdhejên Mereşê de xaniyê Akan jî hildişewe û hevjina wî Zuhre jî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dide. 
 
Akan xemgîniya xwe bi vî awayî anî zimên: "Latek min û Fatek min hebû, lat jî çû Fat jî çû..."
 
SIRGUN LI SER SIRGUNÊ
 
Akan diyar kir ku ew di sala 1980’yî de ji ber xebatên xwe yên siyasî li navçeya Kolikê ya Semsûrê hatiye girtin û wiha behsa wan rojan kir: “Ji cezayê îdamê hatim darizandin. Piştî ku hatim girtin, ez anîm Semsûrê û piştre jî birin Girtîgeha Edeneyê. 5 mehan li Edeneyê girtî mam û piştî darbeya 12’ê Îlonê ez anîm Semsûrê. Di sala 1986’an de li Semsûrê erdhejek çebû û di erdhejê de Girtîgeha Semsûrê jî hinek zirar dît. Piştî erdhejê em birin Antakyayê, li wir jî dîsa ez sirgunî Edeneyê kirim. Li Edeneyê em sirgunî Eskîşehirê hatin kirin û li wir jî bi ringê em sirgûnî Girtîgeha Aydinê kirin. Di rê de îşkence li me kirin. Wê demê jî em di greva birçîbûnê de bûn. 2 hevalên me Huseyîn Husnu Eroglu û Mehmet Yalçin Kaya di wê îşkenceyê de hatin qetilkirin.” 
 
LI DIJî ZEXTAN HEVALTÎ Û BERXWEDAN
 
Akan bi lêv kir ku di sala 1993’yan de bi qanûnekê cezayê wî yê darvekirinê hatiye taloqkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em demekê di Girtîgeha Aydinê de man û di sala 1993’yan de qanûnek derket û di wê qanûnê de girtiyên edlî û çepgir ku cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, cezayê wan daxistin 10 salan. Yên me kurdan jî daxistin 20 salan û cezayê min ê îdame bi vê qanûnê taloq bû. Piştî Aydinê em sirgûnî Girtîgeha Ceyhan a Edeneyê kirin û piştrê jî sirgûnî Girtîgeha Dîlokê kirin. Di sala 2000’an de jî ji Girtîgeha Dîlokê derketim. Di 20 salên girtîgehê de zext û îşkence pir bûn, lê li dijî vê yekê hevaltî û berxwedaneke bêhempa jî hebû."
 
‘ABORÎ PÊŞ NEKETIBÛ TÊKILÎ CIVAKÎ BÛN’
 
Akan anî ziman ku di girtîgehê de li ser çîrok û zimanê kurdî jî xebat kirine lê ew ne weşandine. Akan bal kişand ser rewşa civakê ya piştî girtîgehê û wiha pê dê çû: “Ez dema ketim girtîgehê xwarziyeke min nû ji dayik bibû, dema ez derketim ew xwarziya min edî bibû jinek, min ew nas nekir. Ji aliyê civakî ve jî aborî ew qas pêş nebû, tmkili civakî bûn ne li ser aboriyê bû, lê bi taybetî di van 20 salên dawî de piştî ku ji girtîgehê derketim aborî di nava civakê de pir pêş ketiye. Ji aliyê ziman ve jî pir guheradin heye, edî piranî kes bi tirkî diaxivin. Edî gundîtî li gundan jî nemaye, bûye welatekî kapîtalîst.”
 
DI ERDHEJÊ DE HEVJINA WÎ JÎ JIYANA XWE JI DEST DA
 
Akan bi lêv kir ku ew piştî ku ji girtîgehê derketiye demekê li Edeneyê li NÇM'yê xebitiye û pişti ku bavê wî nexweş ketiye di sala 2007’an de vegeriyaye Semsûrê û li Semsûrê zewiciye. Akan diyar kir ku hevjina wî Zuhre jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anîn ziman: “Dema erdhej çebû ez ji bo bixebitim çû bûm Meletiyê. Dema erdhej çêbû, min telefonî kîjan kesên li Semsûrê kir bersiv nedan. Pişt re min bihîst xaniyê me jî hilweşiyaye. Ez ji Meletiyê hatim Semsûrê li ser kavilan tu kes tune bû, qet mudaxale nehatibû kirin. Dilxwaz li ser kavilan dixebitin. Gelê me yê ji Rihayê hatibû dixebitîn. Lê wan jî ji ber ku nedizanîn xebata wan têr nedikir. Piştî rojekê keçek û dêya wê bi saxî ji bn kavilan hatin derxistin. Ev, ji bo me bû hêvî. Ji Çekoslovakyayê jî tîmek hatibû û ji Somayê jî madenvan hatibûn, em malavayiya wan dikin. Piştî 4 rojan me cenazeyê hevjina min ji bin kavilan derxist û defin kir.”
 
LAT JÎ ÇÛ FAT JÎ ÇÛ...
 
Akan di dawiya axaftina xwe de êş û azara xwe ya ji ber hevjîna xwe anî zimên û got: “Piştî ku xaniyê min hilweşiya çend rojan em di wesayîtan de razan. Piştî çend rojan ez çûm Mêrsînê lê ne rihet bûm, dîsa vegeriyam hatim Semsûrê û niha li cem birayê xwe di konteynirê de dimînim. Lê lateke min Fateke min hebû, niha lat jî çû Fat jî çû. Hê jî ez nehatime ser hişê xwe.”
 
MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargût
 

Sernavên din

05/03/2023
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin