DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an

img
AMED - DFG’rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha sibatê parve kir. DFG’ê da zanîn ku bi girtina 4 rojnamegerên dawî re hejmara rojnamegerên girtî derket 44’an. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Sibatê” eşkere kir. Rapor, li ser malpera înternetê ya komeleyê hat parvekirin. 
 
Rapora DFG’ê ya meha sibatê wiha ye: 
 
“Li gel Tirkiye û Kurdistanê, bi giştî mirovahî di meha Sibatê de bi karesateke xwezayî re rûbirû man. Ev karesata ku navenda xwe Mereş bûn, di 6’ê Sibatê de bi du erdhejên mezin pêk hat. 25 jê hevpîşeyên me bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedhezaran kes birîndar bûn û bi milyonan kes jî bê mal û bê debar man. Ji ber vê êş û jana mezin em; ji bo hemû canên ku koçî axa sar kirin dubare rehmet, ji birîndaran re şîfaya xêrê û ji xwediyên êşê re jî sebrê hêvî dikin. 
 
CIHÊ KU ROJNAMEGER LÊ TÊN ASTENGKIRIN TEQEZ TIŞTEK TÊ VEŞARTIN
 
Di nava hemu zor û zehmetiyên vê karesatê de rojnamegerên li ser şopa heqîqetê li derve di bin sir û seqemê de, di bin kon û avahiyên şikestî yên li ber hilweşînê de, kêliyek jî dev ji xebatê bernedan û ji bo raya giştî rastiya vê rewşê bibîne, kar û xebatên xwe yên ragihandinê kirin. Lê hikûmetê ev kar bi heman kelecanê nekir. Yeksera civakê li hemberî êşa vê karesatê bi yek dengî dikir qêrîn û digot ‘dewlet û hikûmet li ku ye.’ Rojnamegeran jî vê hawara gel dikir nûçe û didan ber weşanê. Ji bo kesê di bin kavil de bûn kêliyek dem jî zêdetir girîng bûn. Di vê rewşê de jî hikûmetê em rojnameger kirin hedef. Gelek ji van rojnamegerên ku ji roja destpêka erdhejê ve di rêyan de, di nav gel û konan de, li ser û bin kavilan rewş radigihandin, an rastî tundiyê hatin an gef li wan hat xwarin, an jî hatin binçavkirin. Weke Komaleya Rojnamegerên Dîcle Firatê, weke her carê em dîsa dibêjin ku em van kiryaran napejirînin. Cihê ku rojnameger lê tên astengkirin, teqez li wir tiştek heye. Divê baş bê zanîn ku şert û merc di çi astê de dibin bila bibin, dê rojnameger li ser karê xwe bin û hewl bidin ku rastiya geşedanan ji raya giştîre ragihînin. 
 
ROJNAMEGER HEDEF HATIN GIRTIN
 
Rojnamegerên li 11 bajaran rewş dişopandin û dikirin nûçe, ji aliye Serokê RTUK’ê Ebubekir Şahîn ve bi van gotinên; ‘ne hedê kesiye ku nûçeyên bêmoralkirinê çêke’ hedef hatin girtin. Di yekserê mehê rê li ber gelek rojnamegeran hat girtin û nehiştin li ser erdhejê nûçe çêkin û weşanê bikin. 
 
HEWLDANA LÎNÇKIRINÊ 
 
Rojnameger Mîr Alî Koçer, dîmena polîsê ku dibêje ‘dewlet li vir e’ û nahêle li Mereşê kesê ku li ser bêserûberbûna Koordînasyona Erdhejê biaxive asteng dike ji raya giştî re parve kir. Li gel astengiyan, rojnameger raste rast bûn hedefa êrişan. Nûçegihan Sevgî Şahîn û kamereman Omur Dîkme yên Fox TV’yê aşkera kirin ku ew li navçeya Pazarcik a Gurgum’ê di dema weşanê de rastî êrişa hin kesên li herêmê bûn hatine. Rojnameger Rabia Çetîn jî got; ‘Wê li Semsûrê di kêliyên xirabeyên Sîteya Umut dişopandin, bi qasî 15 cerdevanan dema dîtin ez rojnamegerim êrişê min kirin û xwestin min lînç bikin. Lê ji aliyê mexdûrên erdhejê ve ji destên wan hatim rizgarkirin.’ 
 
ŞERTÊ QERTA TURKUAZÊ 
 
Kesê ku ji erebeya xwe peya bû û di dest de çakûç êrişî ekîba Halk TV’yê ya li Meletyê kir ku piştî erdhejê rakirina kavilên avahiyan dişopandin. Li Amedê ji roja 8’ê sibatê û şûn ve ji bo rojnameger karibin xebatên rizgarkirinê yên di avahiyên xirabe de tên kirin bişopînin, ji bo yên li Tirkiyê şertê qerta Turkuaz û ji bo biyaniyan jî şerta akredîteyê derxistin. Hat xwestin ku serlêdana Midûriyeta Heremê ya Serokatiya Ragihandina Rojnamegeran bikin. 
 
NIKARIN RÊ LI BER HEQÎQETÊ BIGIRIN
 
Di pêvajoyeke wisa de divê desthilatdarî hemû hêz û werza xwe ne ji bo astegkirina rojnamegeran, ne ji bo fetisandina azadiya raman, divê ji bo pêwîstiyên leşzgîn ên gel bixe meriyetê. Ne pêkane bi rêbazên binçavkirin, tundî û jikarderxistinê bikarin rê li ber rastî û heqîqetê bigire.
 
Çawa ku hikûmet berpirsê bersivandina her cureyên pêwîstiyên mexdurên erdhejê ye; rojnameger jî di heman astê de berpirse ku pêwîstiyên pêk nayên ji bo wergirtina mafên agahiya gel xebatên xwe bike. Rojnameger, pêdiviyên gel ên ji aliyê hikûmetê ve pêk nehatine dike nûçe û dê ji vir şîn ve jî bi heman biryarê berdewam bike. 
 
9 MEH IN ÎDIANAME NEHATIYE AMADEKIRIN
 
Rojeva lêpirsîn û darizandina rojnamegeran ji bo rojnamegeran wek karesata erdhejê ye. Di ser girtina 16 rojnamegerên ku 16’ê Hazîrana 2022’an de hatin girtin 9 meh derbas bûn. Lê hê jî îdianame nehatiye nivîsandin. Naye zanîn çima ewqa demdirêj di nava çar dîwaran de girtî hatine hiştin. Parêzerê rojnamegerên girtî û hevpîşeyên heta îro der barê hinceta girtina ven rojnamegerên girtî de tu agahî ji berpirsên pergala darazê negirtine. Baş tê zanîn ku ev rewş bi serê xwe rêbazeke din a cezakirinê ye. Em careke din daxwaz dikin ku lêpirsîn bê dawîkirin û rojnameger serbest bên berdan. 
 
BANGA JI BO RÊXISTINÊN ROJNAMEGERAN
 
Li ser navê Çapameniya Azad û rojnamegeriyê dozeke din a girîng jî doza 29’ê cotmehê ya 9 rojnamegearn e. Îdianameya piştî sê meh û nîvan derket ji 210 rûpelan pêk tê. Ev jî bêtir der barê 149 nûçeyên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ne. Ev îdianame nîşan dide ku rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine hatine girtin û tên darizandin. Em banga li hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê dikin ku roja 16’ê gulanê werin û tevî danişîna vê doza rojnamegeran bibin.
 
BINPÊKIRIN 
 
Binpêkirinên mafan ên meha sibatê wiha ne; di meha sibatê de 4 rojnameger hatin girtin û bi vê yekê re hejmara rojamegerên girtî derket 88’an. Di meha sibatê de 7 rojnameger rastî êrişê hatin, 15 jê rastî miameleya xerab hatin, li 11 rojnamegeran gef hate xwarin, 24 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin, bi ser mala rojnamegerekî de hate girtin, 8 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, derheqê 14’an de lêpirsîn hate destpêkirin, ji bo rojnamegerekî 11 meh cezayê hefsê hate dayîn û ji 38 dosyayan 102 rojnameger hatin darizandin. 
 
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) di meha sibatê de 10 biryarên qedexekirina weşanê dan, ji bo 4 televîzyonan di asta herî jor de cezayê pereyan da, ji bo 3 rojan cezayê reşkirina ekranê da televîzyonekê. Her wiha di meha sibatê de 4 malperên înternetê hatin girtin, 19 jê hatin astengkirin û naverokên 345 parvekirinên medyaya civakî jî hatin astengkirin.”
 

Sernavên din

05/03/2023
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin