Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî

  • rojane
  • 10:18 17 Sibat 2023
  • |
img
DÎLOK - Li navçeya Nûrdagiyê ku ji ber erdhejê dem û duz bûye xwediyê avahiyek ku qatek qaçax lê derket û niha tê hilweşandin, bi gotinên xwe sedemê ku navçe ber bi hilweşandinê ve hatiye birin wiha dibêje, “Qatek an daîreyek bide şaredar, heta tu bixwazî dikarî qatan lê bikî.” 
 
Di erdhejên navenda wê Mereş bû çêbûn de li gorî xebatên tespîta xesarê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê; cihê ku herî zêde ku erdhejê hilweşandin lê pêk aniye navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê ye.  
 
Li navçeyê li ser 10 hezar û 579 avahiyan lêkolîna tespîta xesarê hat kirin. Li gorî lêkolînê divê 4 hezar û 787 avahî bi lezgînî bên hilweşandin. Hat zanîn ku bi piraniya avahiyên hilweşiyane ew avahiyên di pênc şeş salên dawî de pir qatî û blokî hatine çêkirinê ne. Hat diyarkirin ku piraniya avahiyan ji aliyê CCK Grup ve hatine çêkirin. Derket holê ku xwediyê vê şirketa CCK Grup Yûnûs Kaya ye û endamê Meclisa Şaredariya Nûrdagiyê yê AKP’ê ye. 
 
AVAHÎ PIŞTÎ 2001’Ê HATINE AVAKIRIN 
 
Li gorî Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK) eşkere kiriye; li 10 bajarên ku erdhejê tesîrê li serê kiriye welatî ji nîvî zêdetir di avahiyên ku piştî 2001’ê hatine avakirin de diman. 
 
24 SAL IN MHP Û AKP NAVÇEYÊ BI RÊ VE DIBE 
 
Di 24 salên dawî de şaredariyên di bin rêveberiya MHP’ê û AKP’ê de li navçeyê li ser kar bûn. Niha jî şaredarî di destê AKP’ê de ye û Şaredarê Navçeya Nûrdagiyê Okkeş Kavak e. 
 
Di serdema AKP’ê de li navçeyê avahiyên pir qatî hatin avakirin. Di avakirina avahiyên li navçeyê de kesên ku ji înşaetê sûd girtin, kesên AKP’yî ne. Yek ji van jî xwediyê şirketa CCK Grupê Yûnûs Kaya ye û ew niha di heman demê de endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’ê ye. 
 
HERÎ ZÊDE MIROV DI AVAHIYÊN CCK’Ê DE MIRIN E 
 
Li Nûrdagiyê herî zêde avahiyên ku hilweşiyan e ew avahiyên di pênc şeş salên dawî de hatine avakirinê ne. Di erdhejê de avahiyên ku bi temamî hilweşiyan û gelek welatî di bin de jiyana xwe ji dest dan Avahiya Yûnûs Kaya, Avahiya CCK û konutên Yaşamê ne. Muteahîdê avahiyan jî CCK Grûp e. Firotina daîreyên avahiya Yunus Kaya di sala 2016’a de û Konutên CCK Yaşamê jî di çileya 2020’an de hatine kirin. 
 
ÎHALE BI NELIRÊTIYÊ HATINE KIRIN 
 
Her wiha li navçeyê tê gotin ku Yûnûs Kaya ji bo îhaleyan werbigire gelek sazî û berpirsên saziyên dewletê jî xistiye dewrê. Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Çandiniyê û Daristanê, Wezareta Perwerdehiyê û Petrolên Tirkiyeyê ji CCK Grûp re bûye referans. 
 
Derket holê ku ji avahiyên li navçeyê hilweşiyane ji sedî 70’ê van avahiyan aydê CCK Grûpê ne. 
 
 
CCK’Ê MALA ŞÎNÊ JÎ ÇÊKIRIYE 
 
Li gorî agahiyên di malpera înternetê ya Grûbê de ku cih digire, şîrketa CCK’ê malek şînê jî ava kiriye û hê jî avahiya mala şînê neqediyaye. 
 
YÛNÛS KAYA NEHATIYE BINÇAVKIRIN 
 
Piştî erdhejê gelek muteahîdên avahiyan xwestin birevin lê hatin binçavkirin. Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di 12’ê sibatê de daxuyand ku di çarçoveya lêpirsînên hatine destpêkirin de 134 gumanbar hatine binçavkirin. Li gorî agahiyên di medyayê de cih digirin heta niha li navçeyê 14 kes hatine girtin. Lê belê nayê zanîn ku ka Yûnûs Kaya hatiye binçavkirin an hatiye girtin an na. 
 
XWEDIYÊ AVAHIYÊ LI XWE MIKÛR HAT 
 
Li taxa Aslanli ya navçeyê li ser rêya Mereşê avahiyek hiweşiyaye. Welatiyek li ber avahiya wî ku hilweşiyaye sekinî ye. Me pirsa, “Li gorî plana avadaniyê divê ewqas qat neyên lêkirin, we çawa ewqas qat lê kir?” jê kir. Welatî wiha bersiva pirsa me da: “Dema tu qatek an daîreyek diyarî şaredar bikî, heta tu bixwazî dikarî qatan lê bikî. Kes jî nabîne.” Em têkildarî îdiayan li endamên Meclisa Şaredariyê geriyan lê kesî bersiva telefona me neda. 
 
NELIRÊTIYÊN KU NAVÇEYÊ DEM Û DUZ KIRINE
 
Têkildarî îdiayên ku bajêr wêran kiriye, agahiyek zelal nehatiye kirin. Hema bêje derfet tune ye ku meriv xwe bigihîne belgeyek fermî. Nayê zanîn ku ka gelo wê rayedar têkildarî îdaiayên li bajêr daxuyaniyekî bidin an na. Her wiha nayê zanîn ku derbarê nelirêtî û bêrêbaziyên li navçeyê hatine kirin ka lêpirsîn û doz hatine destpêkirin an na. 
 
Îdiayên tên kirin li benda bersivê ne. Lê belê rastiyek heye ku ji sedî 80’ê navçeyê hilweşiyaye. Avahiyên ji sedî 20 mane jî nayên bikaranîn. 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû 
 

Sernavên din

19/02/2023
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax