Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî

  • rojane
  • 12:01 16 Sibat 2023
  • |
ÎZMÎR - Pisporê Mîkrobiyolojiyê Dr. Yuce Ayhan ê li dijî enfeksiyona li herêma erdhejê hişyarî da, wiha got: “Bi taybetî weke koma rîskê dibe ku di zarok û pîran de weqayên ku bi mirinê encam bigirin derkevin holê. Rêya herî girîng a parastina li dijî nexweşiyên belav dibin derzî ye.”
 
Erdhejên ku bi pileyên 7,7 û 7,6 di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn bandoreke mezin li 10 bajaran kir û bû sedemê hilweşînê. Li bajarên ku 35 hezaran kesan zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi 10 hezaran kes birîndar in û hêj gelek kes li bendê ne ku ji bin kavilan bên xelaskirin. Yek ji rîskên li herêma erdhejê, ku gel hewl dide birînên xwe bi hevgirtinê derman bike jî, nexweşiyên enfeksiyonê ne. Pisporan ji ber hilweşîna pergala binesaziyê bal kişandin ser pirsgirêka xwegihandina ava paqij û hişyar kirin. 
 
RÎSKA ENFEKSIYONÊ YA JI BER AVÊ 
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Îzmîrê (ÎTO) Pisporê Mîkrobiyolojiyê Dr. Yüce Ayhan diyar kir ku her cure rewşên ne asayî rîska enfeksiyonê digire ser xwe û erdhejê bandor li herêmek mezin kir. Ayhan bal kişand ser xesara binesaziyê û wiha got: “Dibe ku nexweşiyeke enfeksiyonê ya pêwendiya xwe bi avê re heye, rû bide. Em dizanin ku li herêma erdhejê pirsgirêka ava vexwarinê û ava bikaranînê heye. Bi taybetî pêwîste ava paqij radestî mirovên li herêmê dimînin bê kirin. Rîska herî mezin ew e ku di vê demê de pirsgirêkên têkildarî avê derkevin holê. Pêwîste di rewşa heyî de rîskên bi avê re têkildar li ber çavan bên girtin.”
 
LI HERÊMÊ LABORATUVAR HATIN AVAKIRIN
 
Ayhan, da xuyakirin ku wan der barê bûyerên îshalê de ji herêmê agahî wergirtine lê sedema bûyeran nayê zanîn. Ayhan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dizanin ku Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Gel tîmek şandiye herêmê û laboratûwareke ku karibe bi lez bersivê bide herêmê ava kiriye. Ji bo li wir bixebitin jî doktor û teknîsyenên dilxwaz hatin wezîfedarkirin. Pêwîste faktorên di dema herî nêz de derdikevin holê werin tespîtkirin û li dijî vê yekê tedbîr werin girtin. Divê xebatên binesaziyê di zûtirîn demê de werin kirin.”
 
KOMÊN RÎSKÊ
 
Ayhan, da zanîn ku divê ji derve û bi awayekî tendurist ava vexwarinê ji herêmê re bê peydakirin û wiha pê de çû: “Nexweşiyên têkildarî avê bi awayekî berfireh dikarin bên veguhestin. Bi taybetî weke koma rîskê dibe ku di zarok û pîran de weqayên ku bi mirinê encam bigirin derkevin holê. Li dijî van enfeksiyonan divê ji bo zarokan derman bên şandin. Ji ber zivistanê em di serdemeke wiha de ne ku enfeksiyonên rêya hilmijînê belav dibin. Ev enfeksiyon dikarin bên astengkirin. Pir zehmet be jî li herêmên erdhejê maske, mesafe û îzolasyon dikare bê pêşkeşkirin.”
 
DERZÎ Û PARASTINA CIVAKΠ
 
Ayhan, da zanîn ku weqayên kolerayê ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve tên şopandin û destnîşan kir ku girîng e bûyerên kolerayê ji berê ve bên tespîtkirin. Ayhan, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li herêmên binesaziya laboratuarê hate afirandin. Nexweşiya kolerayê nexweşiyeke bi hinavêşiyê ye. Rêya herî girîng a parastina li dijî nexweşiyên enfeksiyonê derzî kirine. Di karesateke bi vî rengî de, divê sîstema tenduristiyê ya bingehîn li herikîna xwe ya asayî ya derzî kirinê bê vegerandin. Dema ku ev pêk neyê, nexweşiyên din ên giran ên enfeksiyonê yên mîna sorikê jî dikarin rû bidin. Divê derziyên zarokên bi temamî bên kirin. Her wiha ji bilî derziyên taybet derziyên divê her tim bên kirin û şopandina ducanî û zarokan divê bi cih werin anîn.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

17/02/2023
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin
11:44 Diyargaza ku di roja erdhejê de fatûre birîbû îro jî îxbarnameyên birîna gazê danî ber deriyan!
11:31 Li navçeyên ku vala bûne tenê xebata rakirina xirbeyan heye
11:19 Kemalbay: Heke tevdîr neyên girtin xetereya şewbê pir zêde ye
10:48 Qeymeqam qeyûm tayîn dike, gel jî alîkariyê dixwaze!
10:47 Navenda ku qeyûm tayîn kirinê gund bi gund birîn derman dikirin
10:36 Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê: Divê îktîdar ji biryara xwe ya perwerdeya dûr vegere
10:36 Li Bazarcixê tîmên hilweşandinê li ser kar in, malbat hewl didin eşyayên xwe xelas bikin
10:27 'Dê bi sûcdarkirina mitehitan û hedefgirtina penaberan nekarin xwe rizgar bikin’
10:19 'Heke endezyar kontrolê nekin dê heman karesat bên serê me'
09:53 Ji objektîfa nûçegihanên MA’yê Semsûr
09:45 Şêrko Kanîwar: Heke seferberî tune be, ev rewş ji holê ranabe
09:34 Ciwan ketine nava seferberiya erdhejê: 200 ciwan li Semsûrê ne
09:26 Jina ciwan a ku ji bo xalê xwe yê li herêma erdhejê girtî ye alîkarî xwest hat girtin
09:01 ‘Dewletê li herêma erdhejê rê li ber rêxistinên nijadperest vekir'
09:00 ROJEVE 16'Ê SIBATA 2023'YAN
08:51 Ji ber avahiyên li Amedê hilweşiyayîn 15 kes hatin girtin
15/02/2023
23:16 Abdullah Ocalan di rojeva cîhanê de ye: Hûn nikarin roja me tarî bikin
23:06 Li Filipînê bi pileya 6,1 erdhej çêbû
22:11 Cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî piştî 10 rojan hat derxistin
21:47 Ciwanên kurd ji bo Abdullah Ocalan ketin avahiya PE'yê
21:40 Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê ya bandor ji erdhejê girtiye dê bê veguhastin
20:46 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê: Dewletê dawî li piştevaniyê anî
20:14 Bûldan: Astengkirina alîkariyan ne hedê we ye, em ê her tim ji bo gelê xwe serferber bin
19:59 Xarpêt jî wekî herêma karesatê hat îlankirin
19:04 Endamê OHD'ê Parêzer Ozdemîr hat definkirin
18:58 Li Silêmaniyeyê Komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin
18:37 Li Rihayê 4 kes ji ber avahiyên hilweşiyayî hatin girtin
18:15 Qeyûm tayinî alîkariyên erdhejê hat kirin!
18:06 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir
17:49 Fiyetê kirêyan ji sedî sed biha bû
17:12 Derket holê ku kesê digot ‘dewlet li me dinihêre’ bavê polîsê li Garê hatiye kuştin e
17:11 Li Amedê xaniyên birîsk tên valakirin, gel bêçare ye
17:08 Ramazan Nazlier piştî 30 salan ji girtîgehê tehliye bû
16:52 TOP: Dewlet bi tunekirina delîlan re mijûl e!
16:48 DBP: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan helwesteke zelal nîşan bidin
16:40 ‘Divê dawî li rejîma înfazê ya Îmraliyê bê anîn’
16:31 Hiqûqnasê Destûra Bingehîn: Divê hilbijartin herî dereng di 18’ê hezîranê de bên kirin
16:28 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir
16:26 Ranta ÎHH’ê ya erdhejê: Konteynirên bi 75 hezar lîreyan, bi 100 hezar lîreyan difiroşe
16:25 Damezrînera Komeleya Jinên Welatparêz Melîke Alp di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
16:25 Derheqê Diyar Galeria ku di erdhejê de hilweşiya bû tu doz nehatine vekirin!
16:01 Dijwariya îşkenceya li Gureşçî hatiye kirin di rapora tibê de derket holê
15:48 Hevserokên HDP’ê li Amedê ne: Welatê me êdî nikare êş û mirinan ragire
15:35 3 TIR’ên alîkariya pêdiviyên lezgînî li Dîlokê hatin desteserkirin
15:34 Ji Koma Voys’ê têkildarî erdhejê dosyaya vîdeo-nûçeyê
15:15 Li Mexmûrê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê kirin
15:12 Komploya 15’ê Sibatê li Wanê hate protestokirin
14:41 Komeleya Pira Gelan: Sûcê nefretê dê tevahiya welêt bişewitîne
14:37 Mojust cihêkariya li herêmên erdhejê veguhezand Neteweyên Yekbûyî
14:29 Xwediya Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê hate binçavkirin
14:13 Hema kesê alîkarî dike bila kurd nebe…
14:08 Rapora Îmraliyê: Sala 2022’yan bû sala bêpeywendiyeke mutleq û agahînegirtinê
13:53 ‘Divê 50 hezar û 576 avahiyên li herêma erdhejê demildest bên hilweşandin’
13:52 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên protestokirina 15’ê Sibatê