Pisporê erdhejê yê japonî: Li Tirkiyeyê ji ber ku avahî ne li gorî rêziknameyê ne hildiweşin

  • rojane
  • 15:49 11 Sibat 2023
  • |
img
ENQERE - Pisporê erdhejê yê japonî Yoshinori Moriwaki diyar kir ku avahiyên li Tirkiyeyê ne li gorî Rêziknameya Erdhejê ya Avahiyan tên çêkirin û got: “Li Tirkiyeyê avahî bêdestûr tên çêkirin, malzeme tên dizîn û kontrol nayê kirin, lewma bi temamî hildiweşin.”
 
Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê erdhejên dijwar çêbûn. Tê gotin li 10 bajaran 6 hezar û 444 avahî hilweşiyan e û her ku diçe bîlançoya qurbanî û birîndaran jî giran dibe. 
 
Pisporê erdhejê yê japonî Yoshinori Moriwaki erdhejên çêbûn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Moriwaki da zanîn k udi vê erdhejê de jî carek din diyar bû ku Tirkiye ji erdhejê re neamade ye. 
 
‘XETA FAYÊ ENERJIYA BERHEVKIRÎ DIAVÊJE DERVE’ 
 
Mariwaki destnîşan kir ku Xeta Fayê ya Bakurê Anatoliyê ya Tirkiyeyê ji Erziromê dest pê dike û ber bi Bolû, Adapazari, Îzmît, ji Behra Marmarayê derbasî Çanakkaleyê dibe û ev Xeta Fayê ji Çanakkaleyê xew berdide herêma Egeyê û ji wir jî derbasî Başûrê Kibrisê dibe. Mariwaki anî ziman ku Xeta Fayê ya Rojhilatê Anatoliyuê jî ji Xarpêtê dest pê dike û ber bi Mereş, Hatayê ve diçe û xwe ji wir berdide Bakurê Kibrisê û wiha got: “32 sal berê hejmara erdhejê û mezinahiya wê kêm bûn. Helbet di 1999’an de 7.4 erdheja Marmarayê çêbû û di sala 2011’an de jî bi pileya 7.2 li Wanê çêbû. Lê belê vê xeta fayê sê sal berê li Xarpêtê dest bi şikestinê kir. Min berê jî gotibû şikandina vê xeta fayê dê ji jor ve dest pê bike û ji Xarpêtê dest pê kir û dê were vana liyan. Di heman demê de li Manîsa, Mûgla û Îzmîrê erdhej çêbûn. Li Tirkiyeyê platoyek ku xetaa fayê digire heye û kêleka vê platoyê tê wateya xeta fayê. Li Tirkiyeyê bi giştî tevgere dest pê kir û em dikarin bêjin enerjiya xwe heta niha berhev kiriye niha diavêje derve.” 
 
AVAHÎ NAYÊN KONTROLKIRIN 
 
Mariwaki diyar kir ku li rêziknameya avahiyan a Tirkiyeyê ya avahiyan ku di sala 1998 û 2018’an de guhertiye dişibe rêzkinameya Japonyayê û wiah axivî: “Em dikarin bêjin ku di hin xalên biçûk de rêziknameya Tirkiyeyê ji rêziknameya Japonyayê hişktir e. Lê belê di warê sepandinê de rêzikname nayê şopandin. A rast divê dema ruxset ji şaredariyan hatin girtin û heke xeletî hebin divê şirketên kontrola avahiyan wir kontrol bikin. Lê belê gelek avahî bêruxset, bêdestûr û qaçax tên çêkirin. Li Tirkiyeyê li hin herêman tenê çend avahî li gorî rêziknameyê tên çêkirin lewma saxlem dimînin. Ji ber ku ewqas avahî bi awayek tekûz nay3en çêkirin, bi temamî hildiweşin. Li Japonyayê avahî hilnaweşin. Heke avahî hilbiweşe jî tenê di qata yekemîn de hildiweşe ango xwar dibe. Heke avahî xesarek giran bibînin jî lê bi temamî hilnaweşin. Halbûkî li Tirkiyeyê ji ber ku avahî bêdestûr tên çêkirin, malzemeyên înşaetê tên dizîn û kontrol nayê kirin, bi temamî hildiweşin. Heke kontrol tam bê kirin dê ev yek neqewime.” 
 
PERWERDEHIYA ERDHEJÊ 
 
Mariwaki bal kişand ser girîngiya perwerdehiya ji bo erdhejê û divê hikûmet, şaredarî û şîrket her kesî biperwerdekirinê ji bo erdhejê amade bike û heke erdhejek bibe jî ji sedê 70 mirovan dikare were rizgarkirin. 
 
‘DIVÊ JI ERDHEJA MARMARAYÊ AMADE BIN’ 
 
Mariwaki anî ziman ku di demek nêzîk de bi dijwariya pileya 7,5 dibe ku erdhejek li herêma Marmarayê çêbibe û hişyarî da ku ji bo erdhejê amadekarî bên kirin. 
 
MA / Yusra Batihan 
 

Sernavên din

12/02/2023
14:45 Li Amedê xirbeyên avahiyan tên rakirin: Heta niha cenazeyê 312 kesan hatiye derxistin
14:37 Mexdûrê erdhejê yê Semsûrê: Di her konê de 3 malbat dimînin
14:28 Mexdûrên erdhejê li konan digerin û polîs jî li ber konê vala yê li pêşiya HDP’ê disekinin
14:27 HDP li dijî îşkenceya li herêmên erdhejê derket: Îktidarê ji bo îşkenceyê polîsan xistiye dewrê
14:25 Mexdûrê erdhejê bertek nîşan da, TV100’ê mîkrofona xwe veşart
14:02 Li Cizîrê malbatek hate definkirin
13:57 TEV-DEM’ê ji ber ambargoyê bertek nîşanî hikûmeta Şamê da
13:56 Pêlava xwe şand Semsûrê, ji ber nikaribû pêlavek nû bişîne lêborînê xwest
13:46 Polîsan îşkence li ciwanên dilxwaz kirin û ji bajar derxistin
13:10 Li Semsûrê piştî 152 saetan jinek ji bin xirbe hat rizgarkirin
13:01 Eren: Dema gel di bin kavilan de can dida, medyayê îktîdar diparast
12:45 'Bavê min li vir radizê, wesayîta neqilkirina cenaze jî nadin me’
12:32 Dewlet hem alîkariyê nade û hem jî yên alîkariyê didin asteng dike
12:31 Ciwanên ku 24 saetan li qadê dixebitin banga mezinkirina piştevaniyê kirin
12:16 Li Bendava Kartalkaya xetereyek mezin: Dibe ku deriyên bendavê biteqin
12:07 Wesayîta ku bo herêmên erdhejê alîkarî dibir qeza kir
12:06 ‘Divê bi lezgînî xizmeta psîkososyal ji bo mexdûrên erdhejê bê dayîn’
12:01 Penaber bi erdhejê re koça duyemîn dijîn
11:42 Rojnamevan Ûçar ê ku 6 xizmên wî jiyana xwe ji dest dan: Qêrîn û hawara qurbaniyan negihîşt tu kesî
11:40 Ji ser kavilê bavê xwe lê winda kiriye naçe!
11:24 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Li Meletiyê pêdivî bi sobe û konan heye
11:22 Prof. Dr. Okan Tuysuz: Sedema vê hilweşîna mezin, sersarî ye
10:55 Gotin ‘heta dozger neyê hûn nikarin defin bikin’ lê kesek nehat
10:46 Tîma MA’yê li gundên Bazarcixê ye: Kevir li ser kevirê nemaye
10:34 Girtiyan ji ber erdhejê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
10:30 Zaroka 12 salî piştî 143 saetan ji bin kavilan bi saxî hate derxistin
10:29 Piştî 5 rojan li ser zemîna cemedê kon vedan: Ji bo ne qerisîn em ranezan
10:03 Jinên li Colemêrgê nan dipêjin: Roj roja piştevaniyê ye
09:26 Erdhej di roja 7’emîn de ye: Li herêmên erdhejê cenaze ne li gorî rêbazan tên veşartin
09:19 Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs ji bin kavilan hat derxistin
09:01 Li Semsûrê piştî 7 rojan ceyran hate dayîn
09:00 Kurdistan ji bo mexdûrên erdhejê bû yek dil: Xwedî derketin erka neteweyî ye
09:00 Li Mereşê piştî 6 rojan 8 kes ji bin kavilan bi saxî hatin derxistin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2023'YAN
08:46 Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 24 hezar û 617 kes
11/02/2023
23:14 Polîsan dest danîn ser konvoya alîkariyê ya HDP’ê û gule reşandin
23:08 ÎHD, dê ji bo herêma erdhejê civîna koordînasyonê li dar bixe
22:53 17 xizmên Ahmet Turk di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan: Dewlet li vir tune ye
22:36 MED TÛHAD-FED'ê bang li Wezareta Dadê kir ku rewşa li girtîgehan eşkere bike
22:13 AFAD û 112’yê ji HDP’ê malzemeyên alîkariyê xwestin
22:11 Walîtî: Li Meletiyê hezar û 224 kesî jiyana xwe ji dest daye
22:05 Li herêma erdhejê ji bo sewalan êm danîn kolanan
21:57 Piştî 135 saetan ceryana Elbistanê hat berdan
21:51 Li Hatayê roja 6’an: Xetereya şewbê zêde dibe
21:49 Ji YNK'ê piştgirî ji bo kampanyaya HDP'ê
21:41 Polîs xwest wesayîta alîkariya erdhejê ceza bike lê welatiyan nehişt
21:39 Li Pamûklûyê 4 kesên di bin kavilan de ji sermana jiyana xwe ji dest dan
21:15 Tîmên dilxwaz piştî 132 saetan jineke ciwan rizgarkirin
20:53 Li Nûrdaxiyê xebatên rakirina kavilan dest pê kir
20:42 Ji ber avahiyên hilweşiyan der barê 62 kesan de biryara binçavkirinê
20:31 Hejmara kesên di erdhejê de mirin gihîşt 22 hezar û 327'an
20:26 Li Apartmana Sozelê hê jî 11 kes di bin kavilan de ne
20:02 Ji bo keya bi helîkopterê xizmeta xisûsî!
19:53 Muteahîdê Rezîdansa Ronesansê ya di erdhejê de hilweşiya hat girtin
19:50 Wezaret: Di erdhejê de 7 hezar û 584 avahî hilweşiyane û 12 hezar û 617 avahî jî xesar dîtine
19:40 Kiliçdaroglû: Tişta ku Amedê kiriye gere em karibin li seranserê Tirkiyeyê jî bikin
19:12 Li Amedê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane şîn hat danîn
18:33 Li Colemêrgê seferberiya erdhejê didome
18:25 Konteynerên karsazan ên ji bo Elbîstanê hatibûn stendin hatin desteserkirin
18:17 Şaredara AKP'î dîmenên kesê ku dewletê dipesinîne û erdhejê wekî 'çarenûsê' pênase dike belav kir
17:55 16 sêrtiyên ku li Hatay û Mereşê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:44 Erdogan: Hejmara miriyan gihîşt 21 hezar û 848'an
17:39 Tê gotin ku alîkariyên radestî AFAD'ê tên kirin tên firotin
17:17 Li Amedê der barê 29 kesan de biryara binçavkirinê
17:11 Du girtî piştî 30 salan hatin berdan
16:57 ‘Ji ber hilweşîna saziyên tenduristiyê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan’
16:44 Şandeya HDP’ê li Islehiyê ye: Her ku derengmayînek rê li ber windahiyên nû vedike
16:38 Bûldan û Kiliçdaroglû li Amedê ne: Îktîdar di bin kavilan de ma
16:34 Îrema 6 salî ji bin kavilan hate derxistin
16:18 Xelkê Semsûrê bi dilxwazan re birînên xwe dipêçin
16:18 Mexdûrên erdhejê: Heke dewlet ji navberê derkeve dê gel hev bigire û rabe ser pêyan
16:11 Rûniştina F: Têkildarî girtîgehên li herêma erdhejê agahiyan bidin
16:03 Zanîngeh heta havînê ketin betlanê
15:49 Pisporê erdhejê yê japonî: Li Tirkiyeyê ji ber ku avahî ne li gorî rêziknameyê ne hildiweşin
15:46 ÎHD: Armanca OHAL’ê bisînorkirina qada civaka sivîl û partiyên siyasî ye
15:26 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî yên li Rihayê 8 kes hatin binçavkirin
15:21 Odeya Bijîşkan a Edeneyê: Li bajar derdora 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:16 Bila rakirina xebatên kavilan bên sekinandin: Yakparetiya bedena mirovan xera dikin
15:13 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezaran derbas bû
14:55 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 21 hezar û 43 kesan
14:51 Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
14:38 Biryarnameya OHAL’ê: Doz hatin taloqkirin
14:15 TTB: Di erdhejê de 30 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Dayikên Şemiyê: Mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e
13:58 Birînên erdhejê bi piştevaniyê tên pêçandin
13:58 Deriyê sînor ê Tirkiye-Ermenistan ji bo mexdûrên erdhejê hat vekirin
13:37 Çapemeniya hewzê cih da ‘sozên Erdogan’
13:20 Ji gundên Semsûrê banga lezgîn: Gur cenazeyên qurbaniyan dixwin
13:15 Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 350 girtî hatin sewqkirin
12:57 CÎSST: Erdhejê bandor li ser 17 hezar û 600 girtiyan kiriye
12:31 Kamyona ku alîkarî dibir Hatayê qeza kir
12:18 Keça Oneren di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da
12:08 Bi kemçeyan derxistina cenazeyan, cînayet e!
11:55 Li Amedê hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesan
11:54 ÎTO’yê 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandin herêmên erdhejê
11:41 Li Semsûrê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne: Em cenazeyên xwe dixwazin
11:36 Waliyê ku bi gel keniya bû piştî sê rojan sersaxî xwest
11:36 Komeleyên Mereşê yên li Ewropa: Em xwe bi xwe birînên xwe bipêçin û bajar û gundên xwe ava bikin
11:34 Ji bo du rojan dê li Amedê gaza xwezayî bê kêmkirin
11:18 Şêniyên Taxa Xoltoyê: Ji bilî endamên AKP’ê alîkariyê nadin tu kesî