Medyaya hawîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike!

img
ENQERE – Erdhejê li gelek bajarên Kurdistanê rê li ber hilweşîneke mezin vekir û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Li ser xemsariya îktîdarê ya ku digot “dewlet li herêma erdhejê ye” nîqaş tên kirin û manşetên ku medyaya hawîz avêtin jî nekarîn AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike. 
 
Li Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhej çêbûn. Erdhejan bandoreke mezin li ser bajarên Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê jî kir û rê li ber rûxîneke mezin vekir. Li gorî bîlançoya dawî ya hatiye parvekirin heta niha 7 hezar û 108 kesan jiyana xwe ji dest dan, 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne. Li gel ku bi ser erdhejê re sê roj derbas bûne jî hêjta peywendî bi gelek herêmên erdhejê re nehatine danîn. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan 25 saet piştî daxuyaniya ewil derket pêşberî kamerayn û diyar kir ku li 10 bajaran ji bo 3 mehan Rewşa Awerte (OHAL) hatiye ragihandin. Çapemeniya nêzî AKP’ê piştî erdhejê bi manşetên xwe hewl da AKP’ê ji bin kavilên erdhejê rizgar bike. 
 
ROJNAMEYA KARARÊ: HEKE REWŞ EV BE DÊ HALÊ ME ÇAWA BE 
 
Rojnameya Kararê di nûçeya bi manşeta “Êş û Bêçaretî” de diyar kir ku ji ber kêmaniya di koordînasyona alîkariyan û hejmara kêm a tîman, alîkarî nagihijin mexdûrên erdhejê. Her wiha têkildarî rûxîna li Mereşê jî wiha got: “Hema hema yek avahî li ser pêyan nema ye. Di sala 2022’yan de ji bo Projeya Kêmkirina Rîska Karesatan de weke bajarê pîlot hatibû hilbijartin. Heke li bajarê pîlot rewş ev be, dê halê me çawa be.”
 
Tîmên AFAD’ê ji ewil li pêşberî kamerayan xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dan destpêkirin û piştre jî ji qadê çûn. Lewma jî asta hilweşînê û bêçaretî saet bi saetê zêdetir bû. Rojnameya Hurriyetê ev rewş bi manşeta “Bêçaretiya mezin” anî ziman. Qunciknivîsên rojnameyê jî balkêş bûn. Ji nivîskarên rojnameyê Hande Firat jî di nivîsa xwe ya bi ser navê “Ne mal lê gor çêkirine” de got ku venihêrtinek li ser muteahhîtên serdema AKP’ê de nehat kirin lewma jî encamekî wiha rû daye. 
 
DEWLET BI TEVAHIYA HÊZA XWE LI QADÊ YE! 
 
Li gel ku bi hezaran kes li bajarên cuda di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne jî, Rojnameya Sabahê manşeta “Dewlet bi tevahiya hêza xwe li qadê ye” avêt. Rojnameya Yenî Şafakê jî di sermanşeta xwe de sernavê “Li 10 bajaran OHAL” tercîh kir. Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Erdogan ji bo “xebatên lêgerîn-rizgarkirinê leztir bên kirin” OHAL îlan kiriye. Rojnameya Akşam û Akîtê jî di sermanşetên xwe de cih dan heman gotinan. Rojnameya Mîlliyetê ji bo leşkerên ku piştî 15 saetan li herêmê hatine sewqkirin pesnê îktîdarê da. Rojnameya Aydinlikê gotinên Erdogan ên ku piştî OHAL hatiye ragihandin biryara çûna herêmê dayî di sermanşeta xwe de wiha vegot: “Em ê di heqê vê hilweşînê de bên.” 
 
SERKEFTINA TÎMAN: HEJMARA KESÊN DIMIRIN ZÊDE DIBE
 
Tevî ku bi ser erdhejê re sê roj derbas bûn jî, di serî de Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê ye, tîmên AFAD’ê hêjta negihiştine gelek deveran. Xelkê herêmê dibêje ku tu kesê kavilan rakin tune ne û bîlanço jî saet bi saetê girantir dibe. Rojnameya Sozcuyê ev rewş jinedîtî ve hat û manşeta “Serkeftina tîmên rizgarkirinê ya li herêmên erdhejê” avêt. 
 
OHAL A DEWLETÊ YA LI DIJÎ SEFERBERIYÊ! 
 
Rojnameya Cumhuriyetê manşeta “Li Herêma Erdhejê Feryadên ‘Deng heye lê dewlet tune ye’ Bilind Dibin: Di Bin Kavilan de Rêza Mirinê” avêt. Her wiha di sermanşeta rojnameyê de jî sernavê “Leşker dereng şandin qadê” tercîh kir. 
 
Rojnameya Evrenselê bal kişand daxuyaniya Erdogan a piştî 25 saetan. Di manşeta rojnameyê de hat gotin ku hikûmetê tevî 48 saetan jî nekarî çavkaniyên welêt ji bo erdhejê têxe meriyetê, li şûnav ê ragihandina OHAL’ê ku rayeya tepisandina bertekan dide tercîh kiriye ev manşet avêt: “Li Dijî Seferberiya Gel OHAL a Dewletê” Her wiha Rojnameya BirGunê jî manşeta “Dewlet li ku ye?” avêt. 
 
‘DEMA DEWLET KURDAN BOMBEBARAN DIKE BIHÊZ E’ 
 
Rojnameya Yenî Yaşamê jî bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî kurdan û ev manşet avêt: “Îktîdara AKP-MHP’ê ku dema kurd tên bombebarankirin bi gotina ‘dewlet bihêz e’ pesnê xwe didin, gel di bin kavilên avahiyan de bi tena serê xwe hişt: Ya ku bi ser gel de rûxiyayî rejîma AKP-MHP’ê ye”  
 
Rojnameya Yenîçagê jî bi manşeta “Îktîdar di bin kavilan de ma” derket. Di nûçeyê de hat gotin ku xebat bi komên biçûk tên kirin, cenaze li baxçeyên nexweşxaneyan tên sekinandin û alîkarî hêjta negihiştine ber destê mexdûrên erdhejê.” 
 

Sernavên din

08/02/2023
20:58 Şaredariya Silopiyayê aşxaneyek ji Bazarcixê re şand
20:46 Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re
20:45 2 jinên ku sê roj in di bin kavilan de hatin rizgarkirin
20:30 Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 9 hezar û 57 kes
19:40 HDP’a Amedê bi hemû kadroyên xwe ve li cem mexdûrên erdhejê ye
19:10 Du kesên din ji Apartmana Akarê bi saxî hatin derxistin
17:45 Wezîrê Veguhestinê piştî bertekên gel ji herêmê reviya
17:43 3 qurbaniyên erdhejê li Geverê hatin veşartin
17:42 Ji belavkirina alîkariyê re şertê ‘kontrola polîsan’
17:41 Li Semsûrê piştî israra welatiyan 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
17:38 ÎKK a TMMOB’a Amedê bangî hempîşeyên xwe kir
17:34 Derz li dîwarên Girtîgeha Kurkçulerê ketin
17:20 Bertek nîşanî astengkirina rojnamevanên li herêma erdhejê dan
17:19 Xizmê mexdûrên erdhejê: Tîm bi têrî nakin, çapemeniya îktîdarê derewan dike
17:19 Rojnamevanên ku dîmenên xerbeyan kişandin hatin binçavkirin
17:09 Li Mereşê 4 xizmên wî di bin kavilan de ne: Welatê min li her derê ye lê li vir xuya nake
17:07 Sancar: Pergala rant û nelirêtiyê bi ser mirovên me de hilweşiyaye
16:56 Cenazeyên ku nasnameya wan di 24 saetan de nehatin tespîtkirin dê bên definkirin
16:48 Di erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
16:48 Amedspor ji 3 hezar mexdûrên erdhejê re 24 saetan xizmetê dide
16:39 Cenazeyên 10 kesên ji heman malbatê li Wanê hatin definkirin
16:32 Xelkê herêma Serhedê ji bo piştevaniya bi herêmên erdhejê re seferber bû
16:22 Bozdag li ber Navenda Kar a Galerîayê bû: Hêdîbûn rêbazeke teknîkî ye!
15:32 ‘Bila Ocalan û her sê girtî ji ber erdhejê bi malbatên xwe re hevdîtin bikin’
15:30 Erdogan ku çû cihê erdhejê: Em ê 10 hezar TL belav bikin
15:09 Tifaqa Ked û Azadiyê: Divê ne OHAL lê seferberiya civakî bihata ragihandin
15:01 Li Semsûrê cenaze û birîndar li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
15:00 Erdogan: Di erdhejê de 8 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane
14:56 800 xebatkarên tenduristiyê ji bo biçin herêmên erdhejê serî li ÎTO’yê dan
14:55 Cenaze tên veşartin, lê haya dewletê jê tune ye
14:34 Sancar çû serdana birîndaran: Rewşeke gelek xeternak heye
14:16 Girtîgeha Mereşê hate valakirin
14:05 Biryara Rewşa Awarte berpêşî meclîsê hat kirin
14:05 Ji Şirnexê ji bo Semsûrê alîkarî
14:04 Rewşa dawî ya Mereş, Semsûr, Meletî û Dîlokê
13:57 Bacên erdhejê bi çeteya 5 kesan dan xwarin
13:56 Pisporê erdhejê Karabûlût: Berpirsyarê vê komkujiyê desthilat e
13:56 3 neviyên wî jiyana xwe ji dest dan: Me bi xwe cenaze derxistin
13:30 Li Amedê hejmara kesên di bin kavilan de mane nayê zanîn
13:19 Medyaya hawîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike!
13:16 Platforma Piştevaniyê ya Amedê ji bo Semsûr û Mereşê seferberî da destpêkirin
12:49 'Em kavilan bi destê xwe dikolin û alîkariyê dixwazin lê dibêjin bisekinin’
12:40 Li navçeyên Hatayê cenaze li kuçeyê ne
12:39 Hejmara miriyan derket 7 hezar û 108’an
12:30 Alîkarî digihîje Semsûrê
12:21 Platforma Mafê Hewayê Paqij ji bo ‘karesata duyemîn a erdhejê’ hişyarî da
12:07 Li Sûriyeyê 2 hezar û 500’an zêdetir kes mirine
12:07 WHO’yê ji ber erdhejê ‘Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn’ ragihand
12:06 Li Islahiyeyê tîmên rizgarkirinê kêm in, welatî li ber kavilan sekinandî ne
12:01 Wezaretê wargeha ku zerar dîtî weke ‘Tesîsên di xizmeta gel de’ nîşan daye
11:56 Welatiya ji Elbistanê xwe gihandî MA’yê: Tevahiya bajar hilweşiya, alîkarî di roja sêyan de hat
11:44 Bacên erdhejê yên gel ku ve çûn?
11:31 AFAD: Hejmara miriyan gihîşt 6 hezar û 957'an
11:22 Li Bazarcixê dem dema piştevaniyê
11:14 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê meşiyan û walî protesto kirin
11:14 Serokê JMO’yê Onalan: Heke tevdîr bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya
11:02 Ji bin kavilan peyama 'em sax in' hat şandin, lê tîmên rizgarkirinê tune ne!
10:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 6 hezar û 234 kesan
10:40 Ji DYA'yê tîmeke 161 kesî diçe herêma erdhejê
10:35 HDP’ê ji bo herêma erdhejê 30 TIR’ên alîkariya xurek şand
10:31 Islahiye ku nîviyê wê hilweşiyaye: Nan û av bi dest me nakeve!
10:12 Alîkariyên HDP’ê gihiştin Meletiyê
10:10 Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne?
10:09 Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye
10:06 Mexdûra erdhejê yê Bazarcixî: Gelo dê ro kengî derkeve?
10:05 Li Botanê seferberiya alîkariyê
09:07 Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin
01:13 2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne
01:04 Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
00:49 Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
00:46 HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
00:07 Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive
07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye