Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne?

img
RIHA - Li Rihayê ku bandor ji erdheja li Bazarcixê girtiye, ji ber ku alîkarî nayê kirin bertek nîşan dan û gotin: "Berpirsyarên van erdhejan kî ne?
 
Erdheja ku di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê çêbû, bandoreke mezin li bajarên bakur û rojavayê Kurdistanê û Sûriye kir. Di erdhejê de heya niha bi hezaran kesî jiyanê xwe ji dest daye û di ser 30 hezarî re kes birîndar bûne. Bajarên ku bandoreke mezin ji erdhejê girtine, yek jê jî Riha ye. Li navenda Rihayê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyane. Hat diyarkirin ku li Rihayê heta niha 95 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes birîndar bûne. 
 
Li navenda Rihayê ji xeynî 2 avahiyên hilweşiyayî, li nav kavilên avahiyên din xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. 
 
Gelek avahî hatin vala kirin û welatiyên ku avahiyên wan tehliye kirine û hilweşiyanê li derva ne. Welatiyên ku avahiyên wan hilweşiyane û yên avahiyên wan texrîb bûne li der ve ne. Li bajêr pirsgirêka peydakirina xwarinê û tiştên jiyanî heye. Ji ber vê welatî li ber firinan dikevin dorê. 
 
Rihayiyan bertek nîşanî vê guhnedêriyê da. 
 
'LI RIHAYÊ NAN TUNE YÊ'
 
Welatiyê bi navê Mûzzafer Şakaci ku xizmên wî di bin kavilan de ye bi lêv kir ku li Rihayê gelek firinên nan girtî ne û ji ber vê yekê mirov xwarinê peyde nakin û got: "Li Rihayê nan tune ye. Gelek mirov li derve ne. Êdî mirov li derve perîşan bûne, hinek ji wan xwe dikin bin sivêrnekên xaniyan, lê ew xanî xetere ne, dibe ku hilweşin. Mirovên li derva ji ber sermayê agir vêdixin û bi betaniyan xwe germ dikin. Divê şeredarî êdî tiştekî bike. Em hemû mexdûr in, xizmên min di bin kavilan de ne. Di erdheja ewil de avahiya xizmên me hilweşiya. Divê zêdetir tîmên alikariyê bên şandin."
 
'BERPIRSYAR KÎ NE?'
 
Welatiyê bi navê Kadîr Karakûrt jî bal kişand ser xemsariya li dijî erdhejan û wiha bertek nîşan da: "Hemû kes dizane ku ew avahî 40-50 sal in hene. Kesên ku sîgorteya erdhejê ya van avahiyan çêkir û pereyên depozîtoya van avahiyan xwarin, li ku ne? Berpirsyarê van kî ne? Hemû kes dizan in ku tevdîr nehatine girtin. Erdhejok hê berdewam dikin. Ji bo tevdîra vê yekê bê girtin divê ji gel re kon bên danîn û pêdiviyên wan bên dabînkirin."
 
'MIROV DI SIR Û SEQEMÊ DE LI DERVE NE'
 
Mehmet Sizin jî bilêv kir ku gelek mirov di vê sermayê de li derve ne û ev titş gotin: "Divê şaredarî ji bo welatiyên derve cihekî bibîne. Firinên nan girtîne nan girtî ne. Divê şaredarî ji bo dabînkirina pêdiviyên mirovan tiştina bike. Market û firinên nan girtî ne, mirov nikarin pediviyên xwe yên xwarine dabîn bikin."
 
BERTEK
 
Welatiye bi navê Îsa Çakar ku di erdhejê de ap û jinaapa wî jiyana xwe ji dest dane û 2 pismamên wî di bin kavilan de ne. Çakar jî bertek nîşanî şarederiyê da û got: "Me nedît ku şaredariyê piştevanî û alikariya welatiyên li derve kiriye. Konên ku hatine avakirin têr nakin, yên ku derfetên wan hene di wesayitên xwe de dimînin yên ku derfetên wan kêm bin jî li derve ne. Divê xwarina germ û nan ji bo welatiyan bê belavkirin."
 
'ME TU KES NEDÎT'
 
Welatiya bi navê Rabîa Sutçu ku xaniyê wan hilweşiyaye jî bi lêv kir ku ew ji ber ku li derve mane di restoranteke taybet de bi cih bûne û got: "Erdhej çebû, xaniyê me hilweşiya, Lê ne şaredarî ne jî tu kes bi me re eleqedar nebû. Em li derve mane û li vê restoranta taybet bi cih bûne. 2 roj in em li vir in, heke xwediyê vê restorantê me derxe îja em ê biçin ku?"
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

08/02/2023
20:58 Şaredariya Silopiyayê aşxaneyek ji Bazarcixê re şand
20:46 Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re
20:45 2 jinên ku sê roj in di bin kavilan de hatin rizgarkirin
20:30 Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 9 hezar û 57 kes
19:40 HDP’a Amedê bi hemû kadroyên xwe ve li cem mexdûrên erdhejê ye
19:10 Du kesên din ji Apartmana Akarê bi saxî hatin derxistin
17:45 Wezîrê Veguhestinê piştî bertekên gel ji herêmê reviya
17:43 3 qurbaniyên erdhejê li Geverê hatin veşartin
17:42 Ji belavkirina alîkariyê re şertê ‘kontrola polîsan’
17:41 Li Semsûrê piştî israra welatiyan 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
17:38 ÎKK a TMMOB’a Amedê bangî hempîşeyên xwe kir
17:34 Derz li dîwarên Girtîgeha Kurkçulerê ketin
17:20 Bertek nîşanî astengkirina rojnamevanên li herêma erdhejê dan
17:19 Xizmê mexdûrên erdhejê: Tîm bi têrî nakin, çapemeniya îktîdarê derewan dike
17:19 Rojnamevanên ku dîmenên xerbeyan kişandin hatin binçavkirin
17:09 Li Mereşê 4 xizmên wî di bin kavilan de ne: Welatê min li her derê ye lê li vir xuya nake
17:07 Sancar: Pergala rant û nelirêtiyê bi ser mirovên me de hilweşiyaye
16:56 Cenazeyên ku nasnameya wan di 24 saetan de nehatin tespîtkirin dê bên definkirin
16:48 Di erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
16:48 Amedspor ji 3 hezar mexdûrên erdhejê re 24 saetan xizmetê dide
16:39 Cenazeyên 10 kesên ji heman malbatê li Wanê hatin definkirin
16:32 Xelkê herêma Serhedê ji bo piştevaniya bi herêmên erdhejê re seferber bû
16:22 Bozdag li ber Navenda Kar a Galerîayê bû: Hêdîbûn rêbazeke teknîkî ye!
15:32 ‘Bila Ocalan û her sê girtî ji ber erdhejê bi malbatên xwe re hevdîtin bikin’
15:30 Erdogan ku çû cihê erdhejê: Em ê 10 hezar TL belav bikin
15:09 Tifaqa Ked û Azadiyê: Divê ne OHAL lê seferberiya civakî bihata ragihandin
15:01 Li Semsûrê cenaze û birîndar li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
15:00 Erdogan: Di erdhejê de 8 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane
14:56 800 xebatkarên tenduristiyê ji bo biçin herêmên erdhejê serî li ÎTO’yê dan
14:55 Cenaze tên veşartin, lê haya dewletê jê tune ye
14:34 Sancar çû serdana birîndaran: Rewşeke gelek xeternak heye
14:16 Girtîgeha Mereşê hate valakirin
14:05 Biryara Rewşa Awarte berpêşî meclîsê hat kirin
14:05 Ji Şirnexê ji bo Semsûrê alîkarî
14:04 Rewşa dawî ya Mereş, Semsûr, Meletî û Dîlokê
13:57 Bacên erdhejê bi çeteya 5 kesan dan xwarin
13:56 Pisporê erdhejê Karabûlût: Berpirsyarê vê komkujiyê desthilat e
13:56 3 neviyên wî jiyana xwe ji dest dan: Me bi xwe cenaze derxistin
13:30 Li Amedê hejmara kesên di bin kavilan de mane nayê zanîn
13:19 Medyaya hawîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike!
13:16 Platforma Piştevaniyê ya Amedê ji bo Semsûr û Mereşê seferberî da destpêkirin
12:49 'Em kavilan bi destê xwe dikolin û alîkariyê dixwazin lê dibêjin bisekinin’
12:40 Li navçeyên Hatayê cenaze li kuçeyê ne
12:39 Hejmara miriyan derket 7 hezar û 108’an
12:30 Alîkarî digihîje Semsûrê
12:21 Platforma Mafê Hewayê Paqij ji bo ‘karesata duyemîn a erdhejê’ hişyarî da
12:07 Li Sûriyeyê 2 hezar û 500’an zêdetir kes mirine
12:07 WHO’yê ji ber erdhejê ‘Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn’ ragihand
12:06 Li Islahiyeyê tîmên rizgarkirinê kêm in, welatî li ber kavilan sekinandî ne
12:01 Wezaretê wargeha ku zerar dîtî weke ‘Tesîsên di xizmeta gel de’ nîşan daye
11:56 Welatiya ji Elbistanê xwe gihandî MA’yê: Tevahiya bajar hilweşiya, alîkarî di roja sêyan de hat
11:44 Bacên erdhejê yên gel ku ve çûn?
11:31 AFAD: Hejmara miriyan gihîşt 6 hezar û 957'an
11:22 Li Bazarcixê dem dema piştevaniyê
11:14 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê meşiyan û walî protesto kirin
11:14 Serokê JMO’yê Onalan: Heke tevdîr bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya
11:02 Ji bin kavilan peyama 'em sax in' hat şandin, lê tîmên rizgarkirinê tune ne!
10:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 6 hezar û 234 kesan
10:40 Ji DYA'yê tîmeke 161 kesî diçe herêma erdhejê
10:35 HDP’ê ji bo herêma erdhejê 30 TIR’ên alîkariya xurek şand
10:31 Islahiye ku nîviyê wê hilweşiyaye: Nan û av bi dest me nakeve!
10:12 Alîkariyên HDP’ê gihiştin Meletiyê
10:10 Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne?
10:09 Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye
10:06 Mexdûra erdhejê yê Bazarcixî: Gelo dê ro kengî derkeve?
10:05 Li Botanê seferberiya alîkariyê
09:07 Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin
01:13 2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne
01:04 Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
00:49 Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
00:46 HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
00:07 Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive
07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye