Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya amadekariya 'operasyonê' 2020-06-12 14:40:18 ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku ji bo operasyonek muhtemel a li herêmê were birêvebirin bijîşk û xebatkarên tenduristiyê tayînî Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya kirin.  Li navçeya Silopiya Şirnexê ku li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ye di rojên dawî de tevgerek awarte tê çavdêrkirin. Hat îdiakirin ku ji bo operasyonek muhtemel a li herêmê were birêvebirin bijîşk û xebatkarên tenduristiyê tayînî Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya kirin.    Gelek amadekariyên tibî jî tên kirin û ev amadekariya operasyonek muhtemel e a li herêmê ye.      Li aliyê din di rojên derbasbûyî de li Çiyayê Cûdî bi beşdariya esker û cerdevanan operasyona eskerî hatibû destpêkirin.