Bêyî kujerên zarokên xwe bibîne koça dawî kir 2020-06-12 14:20:52 ŞIRNEX  - Dayika Aştiyê Şîrîn Demîr a ku du kurê wê bûne qûrbaniyên kiryarên nediyar û kurek wê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane koça dawî kir. Dayika Şîrîn bêyî ku kiryarên zarokên xwe bibîne, xatirê xwe ji jiyanê xwest.  Şîrîn Demîr endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ye. Her kes wê wek dayika aştiyê dinase. Felcê li dayika Şîrîn xist û 3 meh in li nexweşxaneyek Êlihê dihat dermankirin. Dayika Şîrîn di 74 saliya xwe de koça dawî kir. Dayika Şîrîn a 74 salî di li gundê Xendûkê ya girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê tê dinê. Dayika Şîrîn û malbatra xwe jî para xwe ji polîtîkaya şewitandina gundan a salên 1990’î girt û du kurên wê bûn qûrbaniyên kiryarên nediyar ango faîl nediyar.    Jiyana dayika Şîrîn tim di bin zextên dewletê de derbas bû û kurê wê Îbrahîm di sala 1991'an de nîvê şevê ji gundê Xendûkê tê binçavkirin û ew tê qetilkirin. Piştî demek kin cenazeyê Îbrahîm li şikeftek tê dîtin. Kurê wê din Nîhat jî li Çiyayê Bagokê di peçvûna sala 1993'yan de jiyana xwe ji dest dide. Di sala 1993'yan de esker gundê wan dişewitînin û ew neçar dimînin koçî navenda Hezexê bikin.    Kurê dayika Şîrîn, Giyasettîn jî di sala 1996'an de li Deriyê Xabûrê ji aliyê "Torosa Spî" ve tê şopandin û wesayîta wî dişewitînin û ew qetil dikin. Kiryarên Giyasettîn jî nediyar man.    Dayika Şîrîn ji 1991'an ji bo kesên zarokên wê kuştin bibîne têkoşiya û kêliyek nesekinî û xizmeta aştiyê kir. Ew di Meclîsa Dayikên Aştiyê û Komeleya MEYA-DER'ê de xebatên xwe heya dawiya jiyana xwe domand.    Keça wê Hatûn Demîr û hevrêya wê Dayika Aştiyê Taybet Ter qala têkoşîna dayika Şîrîn kirin.    'KEZEBA WÊ ŞEWITÎ BÛ'    Hatûn Demîr diyar kir ku piştî birayên wê hatin qetilkirin dayika wê jiyana xwe diyarî aştiyê kir û got: "Kezeba dayika min şewitî nedixwest kezeba tu kesên din bişewite. Li ku pevçûnek derdiket, ji bo rawestîne hewl dida biçe wir. Nedixwest şer biqewime. Her hefte wêneyên zarokên xwe dida destê û xwe diçû Cizîrê beşdarî çalakiya dayikan dibû. Ji ber ku kezeba wê şewitîbû li malê nedisekînî. Her tim di nava têkoşînê de bû."    'HETA DAWIYÊ TÊKOŞIYA'    Hatûn Demîr anî ziman ku dayika wê zêdetir nikaribû êşê bikişîne 4 sal bûn felcê lê xistibû û got: "Ev çar sal bûn bûbû nexweşa nav nivînan. Di demên dawî de nikaribû biaxiviya. Her tim kezebşewatî bû. Dema dayikek wek xwe dilşewat didît êşa xwe bi wan re parve dikir. Dayikên li Hezexê ku kezebperitî bûn serdana wan dikir. Hem hêz dida wan hem jî hêzê ji wan digirt. Tevî ku 3 kurên wê hatin qetilkirin jî her tim aştiyê qîr dikir. Ji bo dayikên din negirîn bi salan têkoşiya."    DIXWEST BIÇE CEM ZAROKÊN XWE    Taybet Ter a li gel dayika Şîrîn têkoşîna aştiyê birêve dibir jî wiha behsa hevrêya xwe kir: "Me her tim aştiyê parast. Dayika Şîrîn dayikek pir fedakar û xebatkar bû. Tevî ku 3 zarokên wê hatin kuştin jî tu demê atşî ji ser zimanê wê kêm nebû. Nedixwest tu kes were kuştin. Em dayik êdî naxwazin darbest werin malên me. Werin em bibin yek û daxwaza dayika Şîrîn a aştiyê pêk bînin. Xwesteka wê her tim ew bû biçe cem zarokên xwe û herî dawî jî çû cem wan."   'XWESTEKA WÊ EW BÛ ŞER BI DAWÎ BIBE'    Ter destnîşan kir ku xwesteka dayika Şîrîn ew bû şer bi dawî bibe û wiha got: "Li dijî şer derdiket û dixwest aştî pêk were. Nedigot zivistan e, havîn e, çol e, çiya ye her tim li çalakiyan bû. Birçî ma tî ma lê tu demê dest ji aştiyê berneda. Dixwest aştiyek mayînde were. Mixabin bêyî vê xeyala xwe bibîne ji nav me bar kir û çû. Em jî dixwazin vê xwesteka dayika Şîrîn were cih. Em hemû dayika Şîrîn û kezeba me hemûyan dişewite. Zarokên me tenê ji bo ziman û nasnameya xwe têdikoşiyan. Ez bang li hemû dayikan dikim; em dev ji doza dayika Şîrîn bernedin û li ser rêya wê bimeşin."    MA / Mujdat Can