Armanc gelê Edîrne û Colemêrgê bigînin hev 2020-06-12 11:30:28 STENBOL - Rêxistina HDP'ê dê di 15'ê Hezîranê de Meşa Demokrasiyê ya ji Colemêrg û Edirneyê ber bi Enqereyê ve bide destpêkirin. HDP amadekariyên dawî dike. Têkildarî meşê parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku armanca wan ewe ku gelê Colemêrg û Edîrneyê bigînin hev.    Rêveberiya Navendî ya HDP'ê biryar da ku di 15'ê Hezîranê de Meşa Demokrasiyê ku ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bidin destpêkirin. Rêxistina HDP'ê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên wan hatin kirin û wekîlên HDP'ê parlamenteriya wan hat betalkirin û hatin girtin lez dan têkoşîna demokrasiyê. Amadekariyên HDP'ê yên ji bo "Li dijî darbeyan Meşa Demokrasiyê" didomin. Meş dê ji Edîrneyê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş lê girtî ye û Colemêrgê ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven lê wekîl e, dest pê bikin. Dîsa dê ji herêmênên din jî ber bi Enqereyê ve bimeşin. Meş dê di 20'ê Hezîranê de li Enqereyê bi dawî bibe.    KAYA: ERDÎRNE Û COLEMÊRG SEMBOLÎK IN   Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, têkildarî meşê anî ziman ku ji ber Hevserokê wan ê Giştî yê berê Selahattin Demirtaş li Edîrneyê gritî ye dê milekî meşê ji Edîrneyê bidin destpêkirin û wiha got: "Dîsa Hevseroka KCD'ê Leyla Guven wekîla Colemêrgê ye. Ji ber vê yekê me du bajarên sembolîk diyar kirin. Em dixwazin bi vê meşê gelê Edîrne û Colemêrgê li ser xeta demokratîk bigînin hev. Em dixwazin gelan li ser vê xeta demokratîk bigînin hev û piştevaniyê xurt bikin. Li ser xeta aştiya civakî û azadiya civakê wan bigînin hev. Her bajarek nûnertiya aliyekî welat dike. Ji ber vê yekê ev yek pir girîng e. Em dê bi vê meşê ji Colemêrgê Kurdan û ji Edîrneyê jî gelên din bigînin hev."    HER DER QADA TÊKOŞÎNÊ YE   Kaya, da zanin ku armancek din a meşê ewe ku balê bikişînin ser hewldanên lîncê yên li dijî HDP'ê û wiha lê zêde kir: “Di mehek dawî de hişmendiya darbekaran ên bi Qesrê re didin û distînin bêtir derket pêş. Darbekar ji bo partiya me bigirin bêtir di nava hewldanan de ne. Dixwazin civaka demokratîk û azadiyê diparêze bifetisînin. Lê li dijî vê yekê her derê welat qada têkoşînê ye.    OCALAN: JI BO EM RÊ VEKIN EMÊ BIMEŞIN    Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî anî ziman ku partiya wan her tim têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê dide û wiha got: "Bi salan e li gel tundî û zextên dijwar partiya me di têkoşîna demoratîk de israr dike. Berê darbeyên eskerî hebûn. Lê niha her roj darbeyên sivîl pêş dikevin. Bi taybetî her roj li ser gelê Kurd darbeyan pêş dixin. HDP gel e. Armanca HDP'ê û vê meşê mafên mirovan û demokrasiyê biparêze. Rêya hatiye xetimandin veke. Ev meşa me ji bo vê yekê ye. Li dijî gelê Kurd û partiya me êrîşek topyekun heye. Dixwazin HDP’ê kriminalize bikin. Partiyên ku hemû derfetên dewletê xistine destê xwe li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî xerç dikin.  Rêya çareseriyê aştî, yekîtî, parastina mafan û siyaseta demokratîk e. Divê ev siyaseta tundiyê bi dawî bibe."