Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-06-12 11:28:42   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li gel wî bi boneya hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê li Girava Îmraliyê pêk bînin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    BERSIV NEDAN SERLÊDANA PARÊZERAN    Duh jî ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Tûrgût, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu bi boneya bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li serdozgeriyê dabûn. Serdozgeriyê bersiv neda serlêdana parêzeran.