Cenazeyê Mûrat Hantaş spartin axê 2020-06-12 10:34:56   AMED - Cenazeyê Mûrat Hantaş ê li Amedê di dema xurde kom dikirin de hat kêrkirin, spartin axê.   Cenazeyê Mûrat Hantaş ê pêr bi şev li nêzî Parka Sumer a Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê hat kuştin piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî hat kirin, di saetên şevê de birin Goristana Yenîkoyê û spartin axê. Mûrat Hantaş ê di saetên şevê de hat veşartin, gelek kes û xizmên wî beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn.    POLÎSAN LI HEMAN CIHÎ BIRAYÊ WÎ KUŞTIBÛN   Birayê Mûrat Hantaş ê pêr bi şev hat kuştin Recep Hantaş jî di 14’ê Nîsana 2019’an de, di dema xurde kom dikirin de, li Parka Sumer a Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîr ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.    Polîs K.B. ê hat îdîakirin ku Hantaş kuştiye û hatibû girtin, li ser îtîraza parêzeran di 24’ê Gulana 2019’an hatibû berdin.     Li gel ku 14 meh bi ser kuştina Recep Hantaş re derbas bûn jî, heya niha derbarê polîs K.B. ê Hantaş kuşt de, tu îdîanameyek nehatiye amedekirin.