Li dayik û bavê xwe yê hatin girtin digerin! 2020-06-12 10:22:11 RIHA - 5 zarokên hevjînên hev Mehmet û Kiymet Tavas ên li ser îfadeya şahidekê li Pirsûsê hatin girtin li dayik û bavê xwe digerin! 5 zarokên piştî girtina bav û dayika xwe li gel xizmên xwe dimînin, pirsa bav û dayika wan li kuderê tim dikin.  Li navçeya Pirsûs a Rihayê,  Mehmet û Kiymet Tavas ên hevjînê hev li ser îfadeya kesê bi navê H.K. di 9’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin. Kiymet û Mehmet ên hevjînê hev duh sewqî dadgehê hat kirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Ji ber girtina hevjînên hev Tavas, zarokên wan Bulent ê 5 salî, Mehmet Alî yê 8 salî, Rûken a 10 salî, Bekîr ê 13 salî û Elîf Tavas a 16 salî bê dê û bav man. Piştî girtina bav û dayikê, 5 zarok li gel pîrika xwe Zeynep Tavas a 65 salî hatin hiştin.    PÎRIKA WAN JÎ NEXWEŞ Û EXTIYARE   Pîrika 5 zarokan Tavas, diyar kir ku ew bi xwe jî nexweş û extiyare û nikare li zarokan mêze bike. Pîra  zarokan Tavas, xest ku tavilê kurê wê û bûka wên bên berdan û wiha axivî: “Zarok dayîk û bavê xwe dixwazin. Bila wan berdin. Tu sûcê wan tuneye. Ji bo ku pembû çandibû û kurê min di zeviya xwe de dixebitî. Me ji nişkê ve karesat jiya. Tu xebatkarekê min tuneye. Ezê bi tena serê xwe çawan li 5 zarokan mêze bikim. Kurê min di kirê de dima. Ez nizanim ez ê çi bikim.”    PIRSA ‘DAYIKA ME LI KU DERÊ’ DIKIN   Birayê Mehmet Tavas Îbrahîm Halîl Tavas jî, diyar kir ku temenê zarokan hîna pir biçûke û wiha bertek nîşanî girtina bira û jinbira xwe da: “Divê zarok li gel dayik û bavê xwe bimînin. Dema ku ev zarok serê sibê radibin, derdikevin derve û digirîn. Li dayik û bavê xwe digerin. Zarok tim pirsa ‘dayika me li ku derê ye’ dikin. Em jî, ji wan re dibêjin çûne nexweşxanê. Ji me re gotin ew ê îfadeya wan bigirin û berdin. Lê carek din paşve neşandin û xistin girtîgehê.”