Jina ducanî binçav kirin: Nikarim nefesê bistînim 2020-06-12 09:27:53 MÊRDÎN - Polîsan li Mêrsînê 4 roj berê 6 kes binçav kiribûn û di nava wan de Sohbet Aslan a ducanî jî heye. Aslan ku nikare nefesê bistîne 2 caran şandin nexweşxaneyê.    Polîsan di 9'ê Hezîranê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi ser gelek malan de girtibûn. Polîsan di serdegirtina malan de Ali Bilen, Sohbet Aslan, Îlham Yukol, Hebun Yuksekbag, Dîlan Demir û Cejna Saruhan binçav kiribûn.  6 kesên ku 4 roj berê hatin binçavkirin û şandin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar heta niha îfadeya wan nehatiye girtin. Hat diyar kirin ku Îlham Yukol ê di bin çavan de ji sedî 52 astengdar e û Sohbet Aslan jî 45 roj ducanî ye.    ‘NIKARIM NEFESÊ BISTÎNIM   Aslan di bin çavan de bi rêya parêzeran diyar kir ku nikare nefesê bistîne û wiha got: "Ez nizanim çima ez di bin çavan de me. Heta niha îfadeya me nehatiye girtin. Kesên bi min re hatine binçavkirin ez tu kesan ji wan nas nakim. Ez 1.5 meh ducani me. Ez nikarim nefesê bistînim. Heta niha 2 caran ez rakirim nexweşxaneyê."  Parêzerê Aslan jî anî ziman ku muwekila wî hem ducanî ye û hem jî nikare nefesê bistîne û xwest bi lez wê serbest berdin.