70 salî ye, bêhed hatiye binçavkirin û cara 6'emîn e tê girtin 2020-06-12 09:21:56 AMED - Şafî Hayme yê 70 salî di sala 1992'yan de ji ber zextên dewletê ji gundê Kemûkê ya Farqînê koçî Amedê kir. Ji sala 1992'yan ve heta 2020'an bêhesab hatiye binçavkirin. Hayme yê rêveberiya TUAY-DER'ê dikir cara 6'emîn hat girtin.    Beriya em qala girtina Şafî Hayme yê 70 salî ku du roj berê hat girtin bikin, em hinek qala çîroka wî bikin. Şafî Hayme ji gundê Kemûkê ya girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê ye. Di salên 1990'î de zextên li ser gundan zêde dibin, polîtîkaya koçberî, şewitandin, binçavkirin, îşkence, girtin û cînayetên kujer ne diyar ketibû dewrê û hema bêje her roj li ser gundan zext dihatin birêvebirin. Malbata Hayme jî para xwe ji van zextan girt û ji ber şewitandina gund di sala 1992'yan de neçar man ji koçî navenda Amedê bikin. Li navenda Amedê jî zextên li ser ferdên malbata Hayme kêm nebûn û bênavber heta roja îro didomin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînek da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de di 9'ê hezîranê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Hevserokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Mehmet Emîn Guzel, rêveberên komeleyê Şafî Hayme, Hanim Akay, Muşeher Ulker, rêveberên berê yên komeleyê Leyla Ayaz, Abdulmenaf Kur û Husamettîn Kiliç, Ayten Kirtay, Zeynep Kiray, Rêzan Erîmfîk, Çekdar Çûbûk, Kazim Yayik, Selahattîn Çap, Haşîm Temîz, Îbrahîm Temîz, Mehmet Temîz, Huseyîn Temîz, Medenî Kirtay, Fatma Gul jî di nava de 22 kes hatibûn binçavkirin.      Heta niha Hevserokê TUAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel, rêveberên komeleyê Şafî Hayme û Muşeher Ulker û rêveberê berê yê komeleyê Abdulmenaf Kur birin dadgehê û bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Hat gotin ew ji ber xebatên xwe yên komeleyê hatine girtin. 9 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 9 kes jî li Emniyeta Amedê tên ragirtin.    70 SALÎ YE Û CARA 6'AN E TÊ GIRTIN    Di nav ên hatin girtin de Şafî Hayme yê 70 salî ku rêveberê TUAY-DER'ê ye bi vê biryara girtina dawî re jî ev bû cara 6'emîn e tê girtin. Piştî gundê Hayme ji aliyê cerdevanan ve hat şewitandin û zext li wan hat kirin di sala 1992'yan de koçî Amedê kir. Ji sala 1992'yan ve heta sala 2020'an ango roja me ya îro Şafî Hayme bêhed û bêhesab hatiye binçavkirin û derbarê wî de doz vebûne.    CARA EWIL DI 1998'AN DE TÊ GIRTIN    Şafî Hayme di sala 1998'an de piştî hat binçavkirin cara ewil hat girtin. Hayme piştî salek di hepsê de dimîne tê berdan. Pişt re di sala 1999'an de dîsa tê girtin vê carê ji salekê kêmtir di hepsê de dimîne. Piştî sala 99'an 8 sal azad dimîne di sala 2007'an de dîsa tê girtin û 6 mehan di hepsê de dimîne.    Piştî du salan di sala 2009'an de dîsa tê girtin û vê carê salek û nîv girtî dimîne. Di sala 2010'an de polîs dîsa bi ser malbata Hayme de digirin û cara 5'emîn Şafî Hayme digirin û dişînin girtîgehê. Hayme wexta ku li Girtîgeha Amedê girtî ye di heman salê de 3 lawê wî jî tên girtin û li cem bavê xwe girtî dimînin. Şafî Hayme piştî sê sal û nîvan tê berdan, lê girtina 3 lawê wî didome.    2 KURÊ WÎ GIRTÎ NE    Hayme di sala 2013'yan de tê berdan. Kurek wî jî di sala 2015'an de tê berdan. Niha kurek wî di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de û kurek wî jî di Girtîgeha Tipa F a Bolûyê de du kurê wê girtî ne. Şafî 5 caran ku berê hatiye girtin bi giştî 7 sal û nîv di girtîgehê de maye. Herî dawî  di  9'ê Heziranê de hat binçavkirin û girtin û şandin Girtîgeha Tipa D a Amedê.   MA / Arjîn Dîlek Oncel