Ustercî: Ger pêşî li şidetê neyê girtin em ê wesfa xwe ya civakiyî winda bikin 2020-06-12 09:09:57 ÎZMÎR - Rêvebirê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî anî ziman ku şideta ku her diçe zêde dibe pêwendiya civakiyî tune dike û got: "Pêdiviya me bi zemîneke civakiyî ya ku pêwendiya me ya civakiyî xurt dike û bê cihêkarî ewlehiya welatiyan pêk tîne heye." Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) der barê şideta her diçe zêde dibe de belgeyek helwestiyî amade kir. Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV'ê Coşkûn Usterecî anî ziman ku sedema ku şidet zêde bûye û hatiye vê astê ew e ku îqtidar ji aboriyê bigire heya tenduristiyê her mijar kiriye mijara ewlehiyê û her wiha ji ber ziman û helwestên wê yên cihêkarî, zimanê wê yê nefretî û helwestên wê yên bi vî rengî ye.   Usterecî, bilêv kir ku biryarnameyên (KHK) ku di dema Rewşa Awarte de hatin derxistin û sînor danîn ber azadî û mafên bingehîn, piştî derbasî Pergala Hikûmetê ya Serokomartiyê ket dewrê bûn qanûn û bi vî awayî mayîndebûn li Rewşa Awarte hat barkirin. Ustercî ji bo vê jî bal kişand ser qanûna notirvaniyê. Ustercî, anî ziman ku li Tirkiyeyê esker û polîs pir in û bi notirvanan ev hejmar zêdetir bûye. Ustercî, got: "Mafê çekbikaranînê û girtinê dan notirvanan jî. A rast ev ne ji ber pêdiviyekê ye. Ev sereratkirin ew e ku îqtidara bi ewlehiyê nêzî hemû meseleyên welêt dibe bi vî awayî dixwaze otorîteriya xwe qewîtir bike. Yanî bi kurt û kurmnacî ev awayê rêvebirinê bi polîtîkaya dijminatiyê tê kirin û bi vê re bêîtibarkirin, hedefgirtin û dîkekirina hin kes û derdoran jî tê kirin. Loma şideta zêde bûye û her diçe berbelav dibe û wekî têkiliyên civakiyî sererast dike nêzî wê dibin."   BÊCEZATÎ   Ustercî, bal kişand ser şideta ku ji ber bêcezatiyê zêde dibe û gefê li şert û mercên jiyana pev re dixwe û got, polîtîkayên ewlehîparêz bandor li biryarên der barê tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê hatine kirin jî dike. Ustercî, anî ziman ku qedexeyên derketina derve û gelek rêbazên bi vî rengî ne rast in û got, rêveberiyeke krîê ya demokratîk, zelal û piralî nehatiye kirin. Utercî, anî ziman kunêzîkatiya ji bo tenduristiyê jî di çarçoveyeke ewlehîparêze de bûye û got: "Ji ber vê bi taybetî jî di çarçoveya têkoşîna li dijî şewbê de bi hinceta li gor tevdîran tev negeriyane gelek kes bi îşkenceya polîs, esker û notirvanan re rû bi rû man."   Her wiha Ustercî destnîşan kir ku şidet li seranserê welat belav bûye û got: "Di demên dawî de hin kesên sivîl li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî wêneyên xwe yên xwe yên bi çek parve dikin, hin kes di bernameyên televîzyonan de behsa lîsteyên mirinê dikin, bêhurmetiya li cenazeyê endamê Koma Yorûmê Îbrahîm Gokçek, peyamên gefxwarinê ku ji Weqfa Hrant Dînk, siyasetmedarên HDP'î, hunermen, rojnamevan û nivîskaran re tên şandin hemû nîşaneyên vê yekê ne. Di dema pandemiyê de şideta li jina tê kirin zêdetir bû, ev hemû bi vê ve girêdayîne."   AŞTIYA CIVAKIYÎ   Ustercî, anî ziman ku ger pêşî li vê pratîka îqtidarê û pratîka şidetê neyê girtin wê wesfa civakîbûnê winda bibe û got: "Ev rewşeke pir talûke ye. Pêdiviya me bi zemîneke civakiyî ya ku pêwendiya me ya civakiyî xurt dike û bê cihêkarî ewlehiya welatiyan pêk tîne heye. Ji bo dewlet veneguhere amûreke şidetê û ji o xwedîderketina li jiyaneke pev re ya bi awayekî aştiyane demildest divê her kes hin tiştan bike. Helbet pêîgirtina şidetê û tesîskirina aştiyê pêşî peywira kesên siyasî ye. Lê belê berpirisyariya welatiyan jî heye. Ji bo em vê berpirsiayriya xwe bi cih bînin ewilî divê em pev re bêjin 'ji şidetê re na.'"   MA/ Sevda Aydin