Dadgehê qedexeya ku hezar û 296 rojan didome parast 2020-06-12 09:09:56 WAN - Dadgeha Îdareyê qedexeya Walîtiya Wanê ku hezar û 296 roj in 15 rojan carekê îlan dike parast û ji bo biryara qedexeyê got, biryareke di cî de ye.  Li Wanê hezar û 296 roj in çalakî û xwepêşandan qedexene. Walîtiya Wanê 15 rojan carekê qedexeyê nû dike. Baroya Wanê jî ji bo ev qedexe bi dawî bibe heya niha 3 caran serî li Dadgeha Îdareyê daye. Dadgehê her sê serlêdanên baroyê jî red kirin. Dadgehê biryara xwe ya redkirinê jî sprat çalakiyên şermezarkirinê ku piştî qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î hatibûn kirin. Piştî redkirina her sê serlêdanan, wê Baroya Wanê serî li Dadgeha Îstinafê bide.    Dadgeha Îdareyê di biryara xwe de parast ku qedexeya hatiye îlankirin li gor divêtiyên pergala civaka demokratîk in û tu dijberiyekê di xwe de nahebîne û biryara xwe spart çalakiyên şermezarkirinê ku piştî qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î hatibûn kirin hatibûn lidarxistin.    Wê Baroya Wanê bi daxwaza betalkirina biryara hatiye dayîn van rojan serî li Dadgeha Îstinafê bide.