Li erdên beyar ên Kadikoyê şitilên zebze danîn 2020-06-12 09:09:53 STENBOL - Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê ku di dema şewba coronayê de hat avakirin, vê carê jî bi projeya "Bajarê Çandiniyê" li gelek deverên navçeyê li nav erdên beyar şitlên îsot, firingî û bacanên reş danîn.  Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê ku di dema şewba vîrûsa coronayê de hat avakirin, ji roja ku şewb dest pê kiriye heya niha gelek tişt kirine. Tevnê, ji bo parastina şewbê amûrên parastinê çêkirin, zexîreyên ku berhev kiribûn li gel belav kirin û niha jî dest bi projeya bi navê "Bajarê Çandiniyê" kiriye.    BAJARÊ ÇANDINIYÊ    Proje nêzî mehek berê bi dirûşmeya "Bi piştevaniyê em dest bi baxçê xwe dikin" dest pê kiriye. Di çarçoveya projeyê de li nav erdên beyar ên Kadikoyê şitlên îsot, firingî û bacanên reş hatin danîn.    Her wiha hin welatî jî ji bo li nav baxçên wan jî bên danîn gazî dilxwazên tevnê dikin. Dilxwazên tevnê jî li gor rewşa erdê şitlên zebzeyan datînin. Tovên tên danîn jî ji Amed, Artvîn û Rojavayê ji dilxwazin tevnê re tên.    Dilxwaza tevnê Ruzgar Ceyda Alpak, anî ziman ku li Kadikoyê gelek erd hene beyar in û got, hewşên apardûmana û qadên hêşîn ên li kuçeyan bi kêrî çandiniyê tên û baxçên xwe tevî cînarên xwe paqij dikin û şitlên xwe datînin.    Alpak, destnîşan kir ku ev proje di heman demê de têkoşîna li dijî monopolbûyîna tovan e jî û got: "Şitlên em datînin giş ên baş in. Em ê berên xwe bi cînarên xwe re parve bikin. Em ê qismek jê jî ji bo piştevaniya xwarinê ya tevnê bi kar bînin." Alpak, anî ziman ku xebata dikin hemû ji aliyê dilxwazan ve tê kirin û got: "Em bajarî ji axê dûr ketin. Lê êdî wext hatiye ku em bi axê re bibin yek û dest bidin axê."   Alpak, anî ziman ku di çarçoveya projeya "Bajarê Çandiniyê" de ligel danîne şitlan daran jî datînin, şitlan belav dikin û pev re diguherînin û got: "Me li gelek deverên Kadikoyê dar danîn. Gava me şitil belav dikirin gelek kesan tov jî dan me. Bi vî awayî em hewl didin bankeyeke tovan çêbikin."    Herî dawî Alpakê got, kesên bixwazin xwe bigihînin wan dikarin li ser medyaya civakiyî xwe bigihînin wan û amade ne ku li her derî şitlan deynin.    MA / Kadîr Guney