Kîloya pîvazan bû 10 qurîş, cotkaran dev ji berhevkirinê berda 2020-06-12 09:09:51 RIHA - Ji ber fiyetê pîvazan pir erzan bûye li Wêranşarê cotkara dev ji berhevkirina pîvazên xwe berda û di nav erd de hiştin.  Ji ber fiyetê pîvazan pir erzan bûye, cotkarên gundê Xaçûk ê Wêranşar a Rihayê, dev ji berhevkirin û firotina pîvazên xwe berdan. Par kiloya pivazan li dor 10 TL'yan bû lê îsal li nav erdan kîloya wan li dor 10 qurîşî ye. Cotkaran diyar kir ku ji ber ku tiştek bi dest wan nakeve wê pîvazên xwe berhev nekin.    'EM BERHEV BIKIN EM Ê BIXISIRIN'    Cotkar Metîn Aydogdû, anî ziman ku îsal 50 donim pîvaz daniye û 100 hezar TL mesref kiriye. Aydogdû, diyar kir ku lê ji ber ku fiyetê pîvazan pir erzan bûye dev ji berhevkirina wan berdaye û got: "Niha li vira 300-400 hezar ton pîvaz hene. Xera dibin, pere nakin. Fiyetê hatiye diyarkirin, wijdanê mirov qebûl nake. Her tişt di nav de mesrefê serê kîloyê 35 qurîş e. Herî kêm divê bi lîreyekê bê firotin. Diviya me niha berhev bikira. Heger tiştek ji min re bimana min ê berhev bikira. Dev ji her tiştî berde, ez rabim berhev bikim ez ê ixisrim. 50-60 hezar TL min heqê ceryanê daye."    Aydogdû, destnîşan kir ku çandina pîvazan karekî zehmet e û got: "Îsal keda me berhewa bû. Kes dengê me nabihîse. Tu mexdûr bûye, tu xisiriyî ne xemaa kesî ye. obe careke din danaynim."    Cotkar Halîl Gundogdû jî anî ziman ku îsal 60 donim pîvaz daniye û got: "Pîvaz di destê me de man. Wezîrê Bazirganiyê diçe pîvvazan ji Misirê tîne, li vira jî ê perîşan dibe em in. Me top avêt. Min li du cihan pîvaz daniye, 30 donim li cihekî 30 donim li cihekî. Serê perçeyekî min 28 hezar TL mesref lê kiriye. Li gundê me li hezar û 200 donimî pîvaz li nav erd hatin hiştin. Wê giş xera bibin. Kes li halê me napire. Niha kîloya pîvazê 10 qurîş e. Em ê çaw abifiroşin."