DEDAŞ’ê di 5 rojan de 3 fatoreyên cuda ji abone re şand 2020-06-12 09:09:49 MÊRDÎN - Şîrketa ceyranê DEDAŞ'ê di nava 5 rojan de 3 fatoreyên cuda yên ceyranê ji abone Osman Koçhan re şand. Koçhan, ev rewş wekî "Şelihandinê" pênase kir û got: "Şîrketê sedema vê yekê hesabên şaş û kêm en 2018'an nîşan da."   Li zêdeyî 50 gundên navçeya Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê welatî bi mehan in bê ceyran û av dijîn. Li gel vê yekê DEDAŞ li şûna ku pirsgirêka ceyranê çareser bike fatoreyên zêde ji welatiyan re dişîne. DEDAŞ bi hinceta "Deynê ceyranê heye" ji 14'ê Gulanê heta niha ceyrana welatiyan qut dike. DEDAŞ li aliyekî ceyranê qut dike, li aliyê din fatûreyên zêde ji welatiyan re dişîne. DEDAŞ'ê vê carê ji abone Osman Koçhan ê li taxa Tepebaşi ya Navçeya Qoserê rûdinê re di 3- 5 -8'ê Hezîranê de 3 fatûreyên cuda yên ceyranê şand.    DEYNÊ DU SAL BERÊ NÎŞAN DA   DEDAŞ'ê vê carê deynê 2 sal berê nîşan da û fatûre zêde şandin. Fatûra 8'ê Hezîrane wekî deynê meha Gulan-Hezîranê nîşan da. Fatûraya 5'ê Hezîranê ya 188,60 TL jî wekî deynê aydî 7'ê Gulan - 4 Hezîrana 2018'an nîşan da. Heqê razandina roja dawî ya fatûreya 2018'an jî wekî 22'ê Hezîrana 2020'an nîşan da. Dîsa fatûreya 3'ê Hezîranê ku 191,40 TL nîşan daye aydî 9'ê Tîrmeh û 27'ê Tîrmeha 2018'an nîşan da. Ji bo vê fatûreyê jî heqê razandina dawî 18'ê Hezîrana 2020'an nîşan da.    Abone Osman Koçhan, bertek nîşanî vê yekê da û çû li DEDAŞ'ê îtîraz kir. Rayedarên DEDAŞ'ê diyar kirin ku di saeta ceyranê de nûkirin heye û ji ber vê yekê fatûreyên sala 2018'an kêm hatiye nivîsandin. Dîsa der barê fatûra duyemîn de bersîvek ku min îkna bike nedan. Koçhan bertek nîşanî vê rewşê da û got: "Li gorî hişê xwe fatûreyan dinivîsin û dişînin. Bi salan e bi rêbaza otomatik  fatorayan dişînin. Dema em 3 rojan dereng radizînin ceyranên me qut dikin. Şev be roj be ji bo wan ferq nake û têne ceyrana me qut dikin. Min fatoreyên hatine îtîraz kir. Rayedarên DEDAŞ’ê agahiyek zelal ku min îkna bike neda min. DEDAŞ li gorî hiş û aqilê xwe fatoreyan ji mirovan re dinivîsin.    Koçhan, anî ziman ku ev neheqiye li wî hatiye kirin û dê bi şopa vê neheqiyê bikeve.    MA / Ahmet Kanbal