ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-12 09:00:45 * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bal kişan ser êrîşên li dijî jinan û got: "Li ku derê êrîş hebin, li wê derê bersiva herî mezin rêxistinbûyîna parastina çewheriye. Lewra, ji bo ku em rêxistinbûyîn û dengê xwe bilindtir bikin, em ê bêjin 'Jin li her derê ne.'" * Şîrketa ceyranê DEDAŞ'ê di nava 5 rojan de 3 fatoreyên cuda yên ceyranê ji abone Osman Koçhan re şand. Koçhan, ev rewş wekî "Şelihandinê" pênase kir û got: "Şîrketê sedema vê yekê hesabên şaş û kêm en 2018'an nîşan da."     * Şafî Hayme ê 70 salî di sala 1992'yan de ji ber zextên dewletê ji gundê Farqînê koçî Amedê kir. Ji sala 1992'yan ve heta 2020'an bê hejmar car hatiye binçavkirin. Hayme yê Rêveberê TUAY-DER'ê dikir cara 6'emîn hat girtin.    * Pişti Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu got "Cînayetên li dijî jina kêm bûye" di nava 18 rojan de 16 jin hatin kuştin. Nûnerên rêxistinên Jinan diyar kirin ku piştî vê daxuyaniya Wezîr Soylu hêjmara kuştina jinan zêde bû.    * Ji ber fiyetê pîvazan pir erzan bûye li Wêranşarê cotkara dev ji berhevkirina pîvazên xwe berda û di nav erd de hiştin.    * Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê ku di dema şewba coronayê de hat avakirin, vê carê jî bi projeya "Bajarê Çandiniyê" li gelek deverên navçeyê li nav erdên beyar şitlên îsot, firingî û bacanên reş danîn.    * Li Çiyayê Kato yê Bêşebabê welatiyan dest bi qusandina pez kir. Welatî bi hiriya ku diqusînin balîf û lihêfan çêdikin.    * Rêvebirê TÎHV'ê Coşkûn Ustencî anî ziman ku şideta ku her diçe zêde dibe pêwendiya civakiyî tune dike û got: "Pêdiviya me bi zemîneke civakiyî ya ku pêwendiya me ya civakiyî xurt dike û bê cihêkarî ewlehiya welatiyan pêk tîne heye."   * Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) wê bi bernameya zoomê derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) a 3 mehan de binirxîne. (10.30)   * Sendîkaya  Xebatkarên Veguhêzkarî ya Yekbûyî (BTS), wê derbarê sîrgûnên rêyênhesin de li ber Miduriyeta Giştî ya TCDD'ê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP'ê wê ANYAKAY-DER û MATUHAY-DER'ê ziyaret bikin. (16.00-17.00)   * Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li gelek navçeyên Stenbolê bi gel re bi civin. (19.00-20.00)